Merheba,

Ji kek Bedel  re ezê çend tiştan bibêjim:

1- Kek Bedel, di nivîsa xwe de dibêje ku, Mesûd Barzanî sond xwariye: 'PKK’yî bên û bizanim ku dê min kujin jî ez berê sîlehê xwe nadim wan. Bila min bikujin lê ez şerê wan nakim. Êdî divê kurd şerê hev nekin.' Helwestek pir neteweyî, dilsoz û rasteqînî ye. Gelo çima Ocalan helwestek wisa nastîne û her car êrîşên tund li hember Kek Mesûd dîyar dike?

2- Kek Bedel, di nivîsa xwe de dibêje ku, "Heya niha min rexneyeke mantiqî li dijî PKK’yê nexwendiye. Hemî derew in. Ez pir dixwazim nivîsarên ku rexne bikin hebin lê nînin. Şûna rexne bikin dibêjin: 'PKK xayîn e, terorîst e, kurdfiroş' û hwd." Erê, rast e ku gelek rexneyên wisa hene û ya herî xerîb ew e ku hin xwedîyên van rexneyan di hin deman de alîkarîya PKK kirine, bi PKK re îtifak çêkirine, bi PKK re xebitîne û hwd. Wek mînak; Kemal Burkay û PSK çend caran ji PKK û Ocalan re gotine "ajan" û çend caran bi wan re hevkarî çêkirîye? Di vê mijarê de divê ez vê pirsê jî bikim: Ocalan çend caran ji bo Ahmet Turk gotîye ku "zilamê dewletê ye". Lê her car jî Ahmet Turk serokê partîyê bû. Ev yek ji bo Ocalan jî û ji bo Ahmet Turk jî sosirmet û gosirmet e.

3- Kek Bedel, di derheq PKK, DTP û Ocalan de gelek rexneyên dilsoz jî hatin nivîsandin. Heta ez dikarim bibêjim ku ji wan zêdetir li wan xwedî derketin. Ez ê aniha tenê mînakekê li jêr binivîsînim, hek tu dil bikî ez dikarim hin mînakên din jî bidim ku gelek nivîs û rexne hene ku li PKK rexne kirine û lê xwedî derketine.

http://www.haberdiyarbakir.com/news_detail.php?id=28736&uniq_id=1265256868

Di xweşîyê de bimînin.

----- Original Message ----- From: "Bedel Boselî" <[email protected]>
To: "Diwanxane" <[email protected]>
Sent: Sunday, January 10, 2010 1:08 PM
Subject: {Diwanxane} ERGENAKONCÎ JI BAŞÛR MEAŞÎ DISTÎNIN LÊ MALBATÊN ŞEHÎDAN BIRÇÎ NE.


BAŞÛRÎ KURDISTAN Û ERGENEKON

“Gelê Başûr %70-80 dibêjin ‘xwezî Seddam Hiseyn bana serokê me’ ”.

Li pêşiyê ez hinek mînak binivîsim û peyre ji we re bibêjim ka çima
dinivîsim.

Sal 2006 e. Ez li mêhvantiya girgireyekî Başûrî me. Vexwendiyên wê
xwarinê şarêdarê Zaxo û birayê wî ye jî. Lê belê ji birayê şaredarî re
telefon tê. Diaxivin. Lê ji ber ku ez li kêlaka wî me deng tê guhê min
jî. Dibêje ev e Bedel jî li vêrê ye. Min got ew deng biyanî nîne. Ez
nas dikim. Got: “A. O. ye”. Min got: “Ma tu nizanî ew ji JÎTEM’ê ye.
Berpirsyarê kuştinên li herêma Şirnex û Hekarî ye”. Kenî. Min got: “Wî
gelek PKK’yî û Pêşmerge jî dane bi kuştin. Divê tu baş bizanî. Niha
îhaleyên artêşa tirk di destê wî de ne... “. Lê belê ew şaredar ji ber
sextekarî û diziyan ji şarevaniyê hat avêtin.

Bi tesadûfî lîsteya kesên ku meaşî ji Başûr distînin ket destê min.
Kesek heye ku her mehê 15 meaşan distîne. Bi navê 15 mirovên cida. Ew
kes jî ji JÎTEM’ê ye. Anko Ergenekoncî ye. Girgireyên Kurdistanê ew
wekî mirovekî baş bi Serok Barzanî dane nasandin. Dema diçe Başûr mîna
mirovekî pîroz e bo rêveberan. Ji ber ku zengîn e. Wî mamê min ê
Kurdistanperwer li Bakur bi JÎTEM’ê dabû kuştin. Û peyre rêveberekî
PDK’yî 2006’ê kiribû destê artêşa Tirkiye de.

Lêbelê gelek mirovên kurdperwer hatin girtin li bakurî Kurdistanê.
Artêşa tirk gotibû ev îtîqbaratên Barzanî ne ku me girtine. Lê belê ew
kesê ev mirov dane bi girtin li Başûr meaşî distîne ji PDK’yê. Bi
gelek navên cida. Navekî wî jî AMED e di lîsta meaşî de. Beriya 2
mehan ev mirov dike ku bi cerdevanên xwe min bide bi kuştin gulleyek
li ber piyê min ket ya din jî ber zikê min re derbaz bû. Ji ber ku ez
xebatên Kurdistanî dikim li Şernexê. Dîsa cerdevanên vî kesî li
Şirnexê riya min birîn û gotin: “Ev dewlet (T.C.) mafê xwendinê da te,
tu li nexweşxaneya dewletê dixebitî meaşê Tirkan dixwî lê îxanetê li
wan dikî. Tu gelek zêde diçî û berê zarokên me didî kurdîniyê. Wûsa
neke dê ji bo tee nebaş be”. Min got:  “Niha ger hûn bixwazin şerî
bikin ev e ez amede me. Lê ger hûn gefan dixwin, hûn ji min bitirsin.
Yê bitirse ne ez im, hûn in... Ez bawer dikim ku hûn nizanin li gel kê
diaxivin. Bêjin mezinê xwe bila hay ji xwe hebe. Fersendê nede destê
min...”.

Çi sosretiyeke ku mirovên Ergenekoncî dibin dîwana Serok Barzanî wekî
kurdperwerekê pê didin nasandin. Û niha gelek Ergenekoncî hene ku ez
nas dikim û dizanim ku ji Başûr meaşî distînin. Ez wan nav bi nav
dizanim.
Li ba rêveberên Başûr  welat, Kurdistan, çand giring nînin.
Berjewendiyên kesane hene.

Ji xwe ‘stand-up’vanê Başûr yê navdar PILOyî bo rêveberên Kurdistanê
gotibû: “Welatê wan berîka wan e; Dînê wan dolar û dînar in”. Lewma
avêtin girtigehê. Piştî 3 mehan bi xwesteka gelî hat berdan.

Ez ji we re bibêjim. Ger li Başûr tiştek li Serok Mesud Barzanî bê.
Yanî Xwedê neke bimire, dê Başûr hilweşe. Niha rêveberên Başûr pir
dixwazin li gel PKK’yê şerî bikin lê ji ber 2 sedeman nikarin:

1-) Nikarin PKK’yê. 2-) Serok Barzanî destûrê nade .

Piştî van nivîsên min keçeke Silêmanî ji min re nameyek şand. Gotibû:
“Ez bijîjkeke bawermend im. Lewma serê xwe dipêçim (bi tûrban im). Ez
li beşa xwe de bûm yekemîn. Ji ber ku serê min pêçayî bû rêveberên
zankoyê ez wekî terorîstekê didîtim. Li dijî min bûn. Ez gelek rojan
digiîm. Lewma ez ji Zankoya Silêmaniye çûm Bexdayê. Min nedixwest
lê...”

Hevalekî arkeolog ji Loristanê heye. Yekane keseke ku li ser zimanê
Lorî pirtûka rêziman nivîsandiye. Ji zimanên pehlewî; avestayî,
farisiya kevin û ya nû baş fam dike. Dîrokê jî baş dizane. Ev camêr
diçe Başûr. Ji cezayê îdamê reviye. Wiha got dinav axaftina xwe de:
“Em 3 heval çûn Başûr. 2 hevalên min bawermend bûn. Ji ber ku şerab û
ereq venedixwarin ji wan re hîç heznedikirin. Ez çend rojan birim
xwarin û vexwarinê û pişta xwe dan min”. Li vî camêrî xedî derneketin.
Ev camêr reviya û hat Bakur ji ber cezayê daleqandinê. Lê li Bakur jî
kurd lê xwedî derneketin.  Beriya çend rojan got ez ê vegerim Îranê
bila min daleqînin ji vê rewşê xweştir e. Bi rastî jî xwe amade dike
bo vegera mirinê. Li Başûr zanîn û zanist, kêrhatin û weltaperwerî
giring nînin. Pere,meşrûb û keçên delal.

ÇIMA EZ VAN TIŞTAN DINIVÎSIM?

--Niha kesine hene li Bakur bi navê Başûr dixwirin, diaxivin. Wir wekî
ciyeke pîroz û bêçewtî  şanî me didin. Û xwe wekî berdevkê wir pêşkêş
dikin û dijminatiya hinek rêxistinên kurdewar ên li vir dikin. Lê
bizanin ku ev mirovên li Bakur xwe wekî berdevkê Başûr bi we didin
nasandin ne cihê baweriyê ne. Serekaniya wan şolo ye, genî ye. Ew ne
berdevkê gelê Başûr in, berdevkê rêveberên ku heyranê tirkiyeyê ne.

--Gelek kurdên kurdperwer hene ku ji dûr hemî rêveberên Başûr wekî
Mela Mistefayê hêja dibînin û gotinên wan rast dihesibînin. Wan dilsoz
dinirxînin. Lê ne wûsa ye. Ew milyar dolaran ji Tirkiye distînin û
xwilamê wan pereyan in.

--Ji Başûr bêhêvî nebin. Lê niha çi feydeya wan li Bakur nabe. Ji
xeynşî xizmeta T.C.’yê.  Nabe ku kurdên Bakur ji Başûr piştrast bin.
Heya ku li Başûr şoreşeke din çêdibe.

--Ya giring mijara DTP/BDP’yê ye. Li Başûr li gel Barzaniyan zêdetir
şehîd lêzimên min dane. Malbata min madalyaya Kurdistanê ji serok
Barzanî standiye. Di şoreşa Gulanê de gulleya yekemîn bavê min
teqandiye. Û bavê min û lêzimên min ên din agirê şoreşê xweş kirin. Li
Bakur jî li gel PKK’yê jî zêdetir şehîd dîsa lêzimên min dane.
(Şehîdên PKK’yê %40 lêzimên min in). Lewma ez çi di nav kîjan partiyê
de ye çi heye çi tune baş dizanim. Ji herkesê ku li ser mijarê
dinivîsin pir baştir dizanim. Kî li kîjan cihî berpirsyar e, şexsiyeta
wî çî ye. Çi dixwe çi vedixwe pir dizanim.  Gava lêzimeke min li Roj
TV’yê temaşa dike pir seyr e. Dibêjin: “Gerillaya he ya esmerîn ji
Cizirê ye û çîroka wê ev e. Ew xortê he ji Amdê ye  û serpêhatiya wî
ev e. Berpirsyarê heftenînê filan kes e û mirovekî wiha ye... Ez ê
paşê li ser PKK’yê jî binivîsim. Lê divê her kurdê Bakurî bizane ku ji
bo wan baştirîn partî niha DTP/BDP ye. Ji wan kesan bawer nekin ku yên
dibêjin MÎT’a tirkan PKK’yê rêve dibe. Yên wûsa dibêjin berdevkiya ew
dizên li Başûr dikin. Bi pereyên wan diaxivin. Ez  ê lîsteya wan û
derewên wan jî pêşkêşî we bikim. Pir kêmasî û xeletiyên DTP/BDP’yê
hene lê baştirîn e niha. Ev partî her ber bi başbûnê ve diçe.
Şarezatir dibe... Hinek partiyên din hene li Bakur. Bila hebin û dê
hebin. Lê şûna serê her axaftinê nebêjin PKK terorîst e. (Dema dibêjin
MÎT’ê PKK avakiriye tê vê wateyê). Xeletiyên BDP û PKK’yê bila
bibêjin. Lê dijminahiyê nekin. Bila endamên wan zêde bibin lê divê
demên hilbijartinê li gel BDP’yê bin. Bila li gel DTP’yê hevrikiyê
bikin lê ne li gel PKK’yê.

2004’ê ez li rex Nîhad Barzanî ve bûm. Birayê Mesûd Barzanî ye. Pirs
ev bû: “Hûn der heqê PKK’yê de çi difikirin?”. Bersîva wî: “Ger PKK ne
li wan çiyayan be dê îrhabiyên (terorîstên) Ereban û Tirkiyeyê li wir
binecih bin. Her roj bajarekê wê biteqînin. Ger ew li wir bin
Kurdistan di ewlehiyê de ye”.  Lê heke Barzanî destûrê bide rêveberên
li Başûr bi milyar dolarên T.C.’yê ve girêdayî dixwazin şerekê li gel
PKK’yê bikin. Mesûd Barzanî sond xwariye: “PKK’yî bên û bizanim ku dê
min kujin jî ez berê sîlehê xwe nadim wan. Bila min bikujin lê ez şerê
wan nakim. Êdî divê kurd şerê hev nekin”.

Gelek xeletî û kêmasiyên PKK’yê hebûn û hene jî. Lê ew kurdên li dijî
PKK’yê diaxivin pir derewan dikin. Heya niha min rexneyeke mantiqî li
dijî PKK’yê nexwendiye. Hemî derew in. Ez pir dixwazim nivîsarên ku
rexne bikin hebin lê nînin. Şûna rexne bikin dibêjin: “PKK xayîn e,
terorîst e, kurdfiroş  “û hwd. Dema yekê got çima te wûsa nivêsî
dibêjin: “Ma em nikarin rexne bikin”.

Par kesekê bi navê B... J... di Dîwanxanxaneyê de dinivîsî. MÎT’a
tirrkan ew şandibû di nav PKK’yê de. Piştî demekê îxanet li hevalên
xwe kir. Hevalên xwe teslîmî atêşa tirk kir. Bû îtîrafçî... Niha li
Ewropa ye. Û par li Diwanxaneyê de dinivîsî. Min li hemberî wî
bersîvên hişk dabûn.

Weke din dîsa kesekê li Dîwanxaneyê nivîsadibû ji bo PKK’yiyan. Kengê?
Dema ku artêşa tirk daketiye ZAPê...
Herkes baldar li ser piya bû. Me bi kelecanî û tirs digot “ya Xwedê!
Alîkarî me be” . Di wan rojan de wiha nivîsandibû: “Ew PKK’yiyên gawir
ên ne sûnetkirî, qetlê wan helal e”. Min dîsa bersîveke hişk dabûyê.

Ez ne li dijî rexnekirinê me. Lê li dijî dijminatiyê û vexwendina
dijminatiyê me. Ji bo Başûr jî ez dilsoz im û her amademe ku xwe
canfeda bikim. Ne dijminim. Lê divê Başûr sîstema xwe veguhere.

Li Başûr gelek caran xelkê şerê min kiribû. Çima? Ji ber ku min
gotibû: “Kurdistan baş e, azadî ye. Lê xwedî derbikevin...”

Li Bakur gelek derewker hene û bi navê Başûr we dixapînin. Bo mînak,
www.nefel.com û Arîf Zirevan. 2005’ê ez li gel komekê çûm Barzanê.
Rehma Xwedê lê be Ordîxanê Celîl jî li gel me bû. Ez û hevala F. S. Bi
hev re bûn. Gul anîbûn wir xanimên Kurdistanî ew gul danîn li ser gora
Mela Mistefayî. Hevala F. S. jî ew gul danîn ser gorê. Bi girînokî
gotibû min: “Ez pir xemgîn im ku lîderekî me kurdan ji bo Kurdistanê
canê xwe feda kiriye û li derveyî welatê xwe, li xerîbiyê miriye”.
Piştî ez vegerîm Bakur ketim girtigehê. Lê piştî derketim  min dît ku
www.nefel.com’ê wiha nivîsandiye: “Keça PKK’yî  F. C.’yê gul nedanîn
ser gora Mela Mistefayî. Gul kirin destê wê de û gotin deyne ser gorê
lê wê qebûl nekir... Bêedebî kir...”. Nivîsarên wan %90 bi vî rengî
ne. Lê belê niha kesên din jî hene di Dîwanxaneyê de dinivîsin.
Derewan dikin Kurdên welatparêz dixapînin. Ji dilsoziya wan îstîfade
dikin. Ez ê li ser wan kesan lêkolînên xwe xelas bikim û binivîsim.
Bila herkes bizane ku dew ji mastî ye.

Beriya çend salan min gelek caran PKK û DTP jî rexnekirine lê ji ber
ku tenê rexne bû ne dijminatî. Ji min re gelek sipasî hatibûn û li gor
wê rexneyê berpirsyareke DTP’yê çû û ew mijar lêkolîn kir. Û carekê jî
ji ber rexneya min rêvebertiya navçeyekê guherîn...




--------------------------------------------------------------------------------


--
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap