Xwezî xûshk û birayên bakurê Kurdistanê jî ev pirtûk bi Kurdî an bi Turkî 
bixandana:
"Heft roj li gel rêber APO"  (Li Yûnanstanê derketiye, û hevpeyvîneke 
rojnamevanekî Ereb e - Nabîl Elmulh'êm- bi hêja Ocalan re ye)
Mixabin, ew tenê bi Erebî heye, û pash ku Apociyan (Ez nabêjim PKKiyan) bi xwe 
belav dikirin û gelek pare ji Kurdên Sûrî bo pirtûkê distandin, rabûn bi xwe li 
nav xelkê geriyan û ew pirtûk civandin...Pare jî wekî min bihîstî çûn, 
venegeriyan...

 
Li gel silavan / Grüsse / BESTS/ Salamat
Cankurd
 http://peyam.eu
http://en.netlog.com/kurdax
Têldest: (+49) 163 869 81 59





________________________________
Von: Abdurrahman Önen <[email protected]>
An: [email protected]
Gesendet: Sonntag, den 10. Januar 2010, 22:46:20 Uhr
Betreff: {Diwanxane} Ji kek Bedel Boselî re

Merheba,

Ji kek Bedel  re ezê çend tiştan bibêjim:

1- Kek Bedel, di nivîsa xwe de dibêje ku, Mesûd Barzanî sond xwariye: 'PKK’yî 
bên û bizanim ku dê min kujin jî ez berê sîlehê xwe nadim wan. Bila min bikujin 
lê ez şerê wan nakim. Êdî divê kurd şerê hev nekin.' Helwestek pir neteweyî, 
dilsoz û rasteqînî ye. Gelo çima Ocalan helwestek wisa nastîne û her car êrîşên 
tund li hember Kek Mesûd dîyar dike?

2- Kek Bedel, di nivîsa xwe de dibêje ku, "Heya niha min rexneyeke mantiqî li 
dijî PKK’yê nexwendiye. Hemî derew in. Ez pir dixwazim nivîsarên ku rexne bikin 
hebin lê nînin. Şûna rexne bikin dibêjin: 'PKK xayîn e,  terorîst e, kurdfiroş' 
û hwd." Erê, rast e ku gelek rexneyên wisa hene û ya herî xerîb ew e ku hin 
xwedîyên van rexneyan di hin deman de alîkarîya PKK kirine, bi PKK re îtifak 
çêkirine, bi PKK re xebitîne û hwd. Wek mînak; Kemal Burkay û PSK çend caran ji 
PKK û Ocalan re gotine "ajan" û çend caran bi wan re hevkarî çêkirîye? Di vê 
mijarê de divê ez vê pirsê jî bikim: Ocalan çend caran ji bo Ahmet Turk gotîye 
ku "zilamê dewletê ye". Lê her car jî Ahmet Turk serokê partîyê bû. Ev yek ji 
bo Ocalan jî û ji bo Ahmet Turk jî sosirmet û gosirmet e.

3- Kek Bedel, di derheq PKK, DTP û Ocalan de gelek rexneyên dilsoz jî hatin 
nivîsandin. Heta ez dikarim bibêjim ku ji wan zêdetir li wan xwedî derketin. Ez 
ê aniha tenê mînakekê li jêr binivîsînim, hek tu dil bikî ez dikarim hin 
mînakên din jî bidim ku gelek nivîs û rexne hene ku li PKK rexne kirine û lê 
xwedî derketine.

http://www.haberdiyarbakir.com/news_detail.php?id=28736&uniq_id=1265256868

Di xweşîyê de bimînin.

----- Original Message ----- From: "Bedel Boselî" <[email protected]>
To: "Diwanxane" <[email protected]>
Sent: Sunday, January 10, 2010 1:08 PM
Subject: {Diwanxane} ERGENAKONCÎ JI BAŞÛR MEAŞÎ DISTÎNIN LÊ MALBATÊN ŞEHÎDAN 
BIRÇÎ NE.


> BAŞÛRÎ KURDISTAN Û ERGENEKON
> 
> “Gelê Başûr %70-80 dibêjin ‘xwezî Seddam Hiseyn bana serokê me’ ”.
> 
> Li pêşiyê ez hinek mînak binivîsim û peyre ji we re bibêjim ka çima
> dinivîsim.
> 
> Sal 2006 e. Ez li mêhvantiya girgireyekî Başûrî me. Vexwendiyên wê
> xwarinê şarêdarê Zaxo û birayê wî ye jî. Lê belê ji birayê şaredarî re
> telefon tê. Diaxivin. Lê ji ber ku ez li kêlaka wî me deng tê guhê min
> jî. Dibêje ev e Bedel jî li vêrê ye. Min got ew deng biyanî nîne. Ez
> nas dikim. Got: “A. O. ye”. Min got: “Ma tu nizanî ew ji JÎTEM’ê ye.
> Berpirsyarê kuştinên li herêma Şirnex û Hekarî ye”. Kenî. Min got: “Wî
> gelek PKK’yî û Pêşmerge jî dane bi kuştin. Divê tu baş bizanî. Niha
> îhaleyên artêşa tirk di destê wî de ne... “. Lê belê ew şaredar ji ber
> sextekarî û diziyan ji şarevaniyê hat avêtin.
> 
> Bi tesadûfî lîsteya kesên ku meaşî ji Başûr distînin ket destê min.
> Kesek heye ku her mehê 15 meaşan distîne. Bi navê 15 mirovên cida. Ew
> kes jî ji JÎTEM’ê ye. Anko Ergenekoncî ye. Girgireyên Kurdistanê ew
> wekî mirovekî baş bi Serok Barzanî dane nasandin. Dema diçe Başûr mîna
> mirovekî pîroz e bo rêveberan. Ji ber ku zengîn e. Wî mamê min ê
> Kurdistanperwer li Bakur bi JÎTEM’ê dabû kuştin. Û peyre rêveberekî
> PDK’yî 2006’ê kiribû destê artêşa Tirkiye de.
> 
> Lêbelê gelek mirovên kurdperwer hatin girtin li bakurî Kurdistanê.
> Artêşa tirk gotibû ev îtîqbaratên Barzanî ne ku me girtine. Lê belê ew
> kesê ev mirov dane bi girtin li Başûr meaşî distîne ji PDK’yê. Bi
> gelek navên cida. Navekî wî jî AMED e di lîsta meaşî de. Beriya 2
> mehan ev mirov dike ku bi cerdevanên xwe min bide bi kuştin gulleyek
> li ber piyê min ket ya din jî ber zikê min re derbaz bû. Ji ber ku ez
> xebatên Kurdistanî dikim li Şernexê. Dîsa cerdevanên vî kesî li
> Şirnexê riya min birîn û gotin: “Ev dewlet (T.C.) mafê xwendinê da te,
> tu li nexweşxaneya dewletê dixebitî meaşê Tirkan dixwî lê îxanetê li
> wan dikî. Tu gelek zêde diçî û berê zarokên me didî kurdîniyê. Wûsa
> neke dê ji bo tee nebaş be”. Min got:  “Niha ger hûn bixwazin şerî
> bikin ev e ez amede me. Lê ger hûn gefan dixwin, hûn ji min bitirsin.
> Yê bitirse ne ez im, hûn in... Ez bawer dikim ku hûn nizanin li gel kê
> diaxivin. Bêjin mezinê xwe bila hay ji xwe hebe. Fersendê nede destê
> min...”.
> 
> Çi sosretiyeke ku mirovên Ergenekoncî dibin dîwana Serok Barzanî wekî
> kurdperwerekê pê didin nasandin. Û niha gelek Ergenekoncî hene ku ez
> nas dikim û dizanim ku ji Başûr meaşî distînin. Ez wan nav bi nav
> dizanim.
> Li ba rêveberên Başûr  welat, Kurdistan, çand giring nînin.
> Berjewendiyên kesane hene.
> 
> Ji xwe ‘stand-up’vanê Başûr yê navdar PILOyî bo rêveberên Kurdistanê
> gotibû: “Welatê wan berîka wan e; Dînê wan dolar û dînar in”. Lewma
> avêtin girtigehê. Piştî 3 mehan bi xwesteka gelî hat berdan.
> 
> Ez ji we re bibêjim. Ger li Başûr tiştek li Serok Mesud Barzanî bê.
> Yanî Xwedê neke bimire, dê Başûr hilweşe. Niha rêveberên Başûr pir
> dixwazin li gel PKK’yê şerî bikin lê ji ber 2 sedeman nikarin:
> 
> 1-) Nikarin PKK’yê. 2-) Serok Barzanî destûrê nade .
> 
> Piştî van nivîsên min keçeke Silêmanî ji min re nameyek şand. Gotibû:
> “Ez bijîjkeke bawermend im. Lewma serê xwe dipêçim (bi tûrban im). Ez
> li beşa xwe de bûm yekemîn. Ji ber ku serê min pêçayî bû rêveberên
> zankoyê ez wekî terorîstekê didîtim. Li dijî min bûn. Ez gelek rojan
> digiîm. Lewma ez ji Zankoya Silêmaniye çûm Bexdayê. Min nedixwest
> lê...”
> 
> Hevalekî arkeolog ji Loristanê heye. Yekane keseke ku li ser zimanê
> Lorî pirtûka rêziman nivîsandiye. Ji zimanên pehlewî; avestayî,
> farisiya kevin û ya nû baş fam dike. Dîrokê jî baş dizane. Ev camêr
> diçe Başûr. Ji cezayê îdamê reviye. Wiha got dinav axaftina xwe de:
> “Em 3 heval çûn Başûr. 2 hevalên min bawermend bûn. Ji ber ku şerab û
> ereq venedixwarin ji wan re hîç heznedikirin. Ez çend rojan birim
> xwarin û vexwarinê û pişta xwe dan min”. Li vî camêrî xedî derneketin.
> Ev camêr reviya û hat Bakur ji ber cezayê daleqandinê. Lê li Bakur jî
> kurd lê xwedî derneketin.  Beriya çend rojan got ez ê vegerim Îranê
> bila min daleqînin ji vê rewşê xweştir e. Bi rastî jî xwe amade dike
> bo vegera mirinê. Li Başûr zanîn û zanist, kêrhatin û weltaperwerî
> giring nînin. Pere,meşrûb û keçên delal.
> 
> ÇIMA EZ VAN TIŞTAN DINIVÎSIM?
> 
> --Niha kesine hene li Bakur bi navê Başûr dixwirin, diaxivin. Wir wekî
> ciyeke pîroz û bêçewtî  şanî me didin. Û xwe wekî berdevkê wir pêşkêş
> dikin û dijminatiya hinek rêxistinên kurdewar ên li vir dikin. Lê
> bizanin ku ev mirovên li Bakur xwe wekî berdevkê Başûr bi we didin
> nasandin ne cihê baweriyê ne. Serekaniya wan şolo ye, genî ye. Ew ne
> berdevkê gelê Başûr in, berdevkê rêveberên ku heyranê tirkiyeyê ne.
> 
> --Gelek kurdên kurdperwer hene ku ji dûr hemî rêveberên Başûr wekî
> Mela Mistefayê hêja dibînin û gotinên wan rast dihesibînin. Wan dilsoz
> dinirxînin. Lê ne wûsa ye. Ew milyar dolaran ji Tirkiye distînin û
> xwilamê wan pereyan in.
> 
> --Ji Başûr bêhêvî nebin. Lê niha çi feydeya wan li Bakur nabe. Ji
> xeynşî xizmeta T.C.’yê.  Nabe ku kurdên Bakur ji Başûr piştrast bin.
> Heya ku li Başûr şoreşeke din çêdibe.
> 
> --Ya giring mijara DTP/BDP’yê ye. Li Başûr li gel Barzaniyan zêdetir
> şehîd lêzimên min dane. Malbata min madalyaya Kurdistanê ji serok
> Barzanî standiye. Di şoreşa Gulanê de gulleya yekemîn bavê min
> teqandiye. Û bavê min û lêzimên min ên din agirê şoreşê xweş kirin. Li
> Bakur jî li gel PKK’yê jî zêdetir şehîd dîsa lêzimên min dane.
> (Şehîdên PKK’yê %40 lêzimên min in). Lewma ez çi di nav kîjan partiyê
> de ye çi heye çi tune baş dizanim. Ji herkesê ku li ser mijarê
> dinivîsin pir baştir dizanim. Kî li kîjan cihî berpirsyar e, şexsiyeta
> wî çî ye. Çi dixwe çi vedixwe pir dizanim.  Gava lêzimeke min li Roj
> TV’yê temaşa dike pir seyr e. Dibêjin: “Gerillaya he ya esmerîn ji
> Cizirê ye û çîroka wê ev e. Ew xortê he ji Amdê ye  û serpêhatiya wî
> ev e. Berpirsyarê heftenînê filan kes e û mirovekî wiha ye... Ez ê
> paşê li ser PKK’yê jî binivîsim. Lê divê her kurdê Bakurî bizane ku ji
> bo wan baştirîn partî niha DTP/BDP ye. Ji wan kesan bawer nekin ku yên
> dibêjin MÎT’a tirkan PKK’yê rêve dibe. Yên wûsa dibêjin berdevkiya ew
> dizên li Başûr dikin. Bi pereyên wan diaxivin. Ez  ê lîsteya wan û
> derewên wan jî pêşkêşî we bikim. Pir kêmasî û xeletiyên DTP/BDP’yê
> hene lê baştirîn e niha. Ev partî her ber bi başbûnê ve diçe.
> Şarezatir dibe... Hinek partiyên din hene li Bakur. Bila hebin û dê
> hebin. Lê şûna serê her axaftinê nebêjin PKK terorîst e. (Dema dibêjin
> MÎT’ê PKK avakiriye tê vê wateyê). Xeletiyên BDP û PKK’yê bila
> bibêjin. Lê dijminahiyê nekin. Bila endamên wan zêde bibin lê divê
> demên hilbijartinê li gel BDP’yê bin. Bila li gel DTP’yê hevrikiyê
> bikin lê ne li gel PKK’yê.
> 
> 2004’ê ez li rex Nîhad Barzanî ve bûm. Birayê Mesûd Barzanî ye. Pirs
> ev bû: “Hûn der heqê PKK’yê de çi difikirin?”. Bersîva wî: “Ger PKK ne
> li wan çiyayan be dê îrhabiyên (terorîstên) Ereban û Tirkiyeyê li wir
> binecih bin. Her roj bajarekê wê biteqînin. Ger ew li wir bin
> Kurdistan di ewlehiyê de ye”.  Lê heke Barzanî destûrê bide rêveberên
> li Başûr bi milyar dolarên T.C.’yê ve girêdayî dixwazin şerekê li gel
> PKK’yê bikin. Mesûd Barzanî sond xwariye: “PKK’yî bên û bizanim ku dê
> min kujin jî ez berê sîlehê xwe nadim wan. Bila min bikujin lê ez şerê
> wan nakim. Êdî divê kurd şerê hev nekin”.
> 
> Gelek xeletî û kêmasiyên PKK’yê hebûn û hene jî. Lê ew kurdên li dijî
> PKK’yê diaxivin pir derewan dikin. Heya niha min rexneyeke mantiqî li
> dijî PKK’yê nexwendiye. Hemî derew in. Ez pir dixwazim nivîsarên ku
> rexne bikin hebin lê nînin. Şûna rexne bikin dibêjin: “PKK xayîn e,
> terorîst e, kurdfiroş  “û hwd. Dema yekê got çima te wûsa nivêsî
> dibêjin: “Ma em nikarin rexne bikin”.
> 
> Par kesekê bi navê B... J... di Dîwanxanxaneyê de dinivîsî. MÎT’a
> tirrkan ew şandibû di nav PKK’yê de. Piştî demekê îxanet li hevalên
> xwe kir. Hevalên xwe teslîmî atêşa tirk kir. Bû îtîrafçî... Niha li
> Ewropa ye. Û par li Diwanxaneyê de dinivîsî. Min li hemberî wî
> bersîvên hişk dabûn.
> 
> Weke din dîsa kesekê li Dîwanxaneyê nivîsadibû ji bo PKK’yiyan. Kengê?
> Dema ku artêşa tirk daketiye ZAPê...
> Herkes baldar li ser piya bû. Me bi kelecanî û tirs digot “ya Xwedê!
> Alîkarî me be” . Di wan rojan de wiha nivîsandibû: “Ew PKK’yiyên gawir
> ên ne sûnetkirî, qetlê wan helal e”. Min dîsa bersîveke hişk dabûyê.
> 
> Ez ne li dijî rexnekirinê me. Lê li dijî dijminatiyê û vexwendina
> dijminatiyê me. Ji bo Başûr jî ez dilsoz im û her amademe ku xwe
> canfeda bikim. Ne dijminim. Lê divê Başûr sîstema xwe veguhere.
> 
> Li Başûr gelek caran xelkê şerê min kiribû. Çima? Ji ber ku min
> gotibû: “Kurdistan baş e, azadî ye. Lê xwedî derbikevin...”
> 
> Li Bakur gelek derewker hene û bi navê Başûr we dixapînin. Bo mînak,
> www.nefel.com û Arîf Zirevan. 2005’ê ez li gel komekê çûm Barzanê.
> Rehma Xwedê lê be Ordîxanê Celîl jî li gel me bû. Ez û hevala F. S. Bi
> hev re bûn. Gul anîbûn wir xanimên Kurdistanî ew gul danîn li ser gora
> Mela Mistefayî. Hevala F. S. jî ew gul danîn ser gorê. Bi girînokî
> gotibû min: “Ez pir xemgîn im ku lîderekî me kurdan ji bo Kurdistanê
> canê xwe feda kiriye û li derveyî welatê xwe, li xerîbiyê miriye”.
> Piştî ez vegerîm Bakur ketim girtigehê. Lê piştî derketim  min dît ku
> www.nefel.com’ê wiha nivîsandiye: “Keça PKK’yî  F. C.’yê gul nedanîn
> ser gora Mela Mistefayî. Gul kirin destê wê de û gotin deyne ser gorê
> lê wê qebûl nekir... Bêedebî kir...”. Nivîsarên wan %90 bi vî rengî
> ne. Lê belê niha kesên din jî hene di Dîwanxaneyê de dinivîsin.
> Derewan dikin Kurdên welatparêz dixapînin. Ji dilsoziya wan îstîfade
> dikin. Ez ê li ser wan kesan lêkolînên xwe xelas bikim û binivîsim.
> Bila herkes bizane ku dew ji mastî ye.
> 
> Beriya çend salan min gelek caran PKK û DTP jî rexnekirine lê ji ber
> ku tenê rexne bû ne dijminatî. Ji min re gelek sipasî hatibûn û li gor
> wê rexneyê berpirsyareke DTP’yê çû û ew mijar lêkolîn kir. Û carekê jî
> ji ber rexneya min rêvebertiya navçeyekê guherîn...
> 
> 


--------------------------------------------------------------------------------


-- -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
-  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
-  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

__________________________________________________
Do You Yahoo!?
Sie sind Spam leid? Yahoo! Mail verfügt über einen herausragenden Schutz gegen 
Massenmails. 
http://mail.yahoo.com 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap