Cevdet, Mufîd, Bedretîn, Eylem û savaş...
Nivîsa birêz Bedel Boselî ya çend roj berê di koma Diwanxaneyê de hat weşandin
ji serî heta dawî di cih de ye. Ma kul û kesera me Kurdan a herî mezin ne “bê
nasnametî” ye?
Çi umetparêz, çi marksîst, çi apolîtik, çi bajarî, çi gundî bi mîlyonan kurd,
wek kûsiyên bê qalik, xwe ji ziman û nasname kirî, rût û repal bi pêşa xelkê
ve zeliqî, vir de wê de kaş û berkaş nabin?
Heyfa min tê bi wê heyfê ku, gelek ji wan, zarokên vî gelî yên xwende ne ku
mezinên me yên berê yên nezan û ji dilan sax- ew ên ji alî dagirkeran ve per
û bask li wan şikestî, ji qudûman xistî, êdî ser çokan ketî, qedr û qîmetek
mezin didan wan.
Ew rehmetî bûn ku, li ber emedokekî bîst û bîst û du salî yê di şûna neviyê xwe
de ji tirs û saw û xofan diricifîn, heft selewatan danîn...
Ew serîberjêran, bi Tirkiyek qilo-pilo ji wan re palûpûsiyan dikirin, beran û
berindîran serjê dikirin, pirtîkî jî jê nedixwarin, dikirin biryan didan wan,
bo ku Cevdet û mufîd û Hesenîkên roniya çavên xwe ji wan gurên devbixwîn
biparêzin, bidin xwendin, bikin “ebûqat” û “muelim” û “toxtor”...
Û dê heyfa bav û kalan ew ên bistendina. Dê ew bibûna “hukumat”... jiber ku
mezinan bi dehan caran serî rakiribûn tertele û serhildan û raperînan
lidarxistibûn lê mala felekê xira bibe, tev têk çûbûn, neyaran qira wan anîbû.
Jiber ku mezin nexwendibûn nezan bûn, gundîbûn, “hukumatê nas nedikirin. Erê
bavo, “ji hukumatê re hukumat digot...” Gere zarok bixwînin, heta ku bibin
xwedî meqam û ritbe avê di bin kayê de biherikînin dengê xwe nekin. Kîngê ku
pişta wan girê girt (ew xwe bihêz dîtin) dê ew ên bibêjin; “em kurd in, dewa
heqê xwe dikin”
Belê... Mezinên me bi feraseteke naîf rêya çareseriyê wiha didan ber me. Bi
nîvî rast, bi nîvî jî henek hevokeke din jî dikirin: “ Lawo çêkirina zarokan li
me, heyfhilanîn li we...”
Bi rastî jî heta ku quweta wan, mêraniya wan gihîşt ew soz û peywira xwe anîn
cih; pir zarokan çêkirin, ew dan xwendinê jî... Ew vê yekê di dilê xwe de wek
serhildanek, wek şoreşek “sipî û nermik” hesibandin û vê hêviyê bi salan di
dilê xwe de hewandin.
Lê pebûk ez im, hayê wan jî, wek mezinan ji bayê felekê tune bû! Tirko yê ji
doxîna Osmaniyan,
perwerdebûyî li ber destê Farisan,
belaxat sitendî ji Ereban, bi hezaran xefik û dafik danîbû ber zarokên wan...
çi bikin rebenên nezan, tênegihîştin, têdernexistin...
Ji bela nezaniyê, ji bela tirs û xofê, yek caran jî Xwedê giravî bo xêr û
silamet û qenciyê, ew wana ji kurdayetiyê dûr hîştin.
Di guhê wan de zilm û zordarî û konektiya dijmin nexwendin.
Bo parastina ziman ew wana şiyar û serwxt nekirin.
Jixwe neyar jî dafika xwe li ser ziman û nasnameya kurd danîbû.
Çi olperest, çi Kemalîst, çi çepgir, çi rastgir desthilatdarên vê komara bêyom
di warê kurda de gotina xwe dikirin yek û ew wana “tune” dihesiband.
***
Mejîşûştina zarokên kurda wek karekî bingehîn dan ber xwe. Ew wana wek
cenedekên bênasname, bêserûber didan dest; mejiyê hinekan bi umetparêziyek
qelp, ên hinekan bi Kemalîzmê, ên hinekan jî bi cûreyek sosret a sosyalîzmê
tije kirin. Lê bi piranî jî tirkiyek tiroviro xistin devan, pê kar û barên xwe
yên herî giran bi bihayek erzan dan kirin; di dêvla vê tirkiya nîvco de Kurdiya
wan an nîvco û yekalî kirin; an jî ji binî ve tune kirin, mejiyê wan jî pê de
pê de vala kirin...
Belê di sedsala 20’an de di vê erdnîgariyê de tiştek kesnedîtî qewimî: Tirkan
netewek bê ziman û bê nasname afirand; bi mîlyonan mirov ên bi dirûvkî Kurd, bi
zimankî tu tişt...
Bi bîrdozî an umetparêz, an Kemalîst, an sosyalîst, an dîsa tu tişt...
Ew, bûn Cevdetên Amerîkî yên AKPhez,
bûn Mufîd Yukselên misilmanên Osmanîperest,
bûn Bedretîn Dalanên Kemalîstên ergenekonîst,
bûn Eylem û Savaş ên Komînîst û sosyalîst,
bûn qirixên Amedê, sûtalên Edene û Îzmîr û Stenbolê,
lê nebûn Kurd...
Heta bîst, sih sal berê, zarokên Kurda, yên - çi ji bo xwendinê, çi ji bo
xebatê - bi tirka re têkilî danîbûn hema bibêje bi tevahî di vî halê perîşan de
bûn.
Ew ne bi tenê ji kurdayetiya xwe, ji dê û bav û xizmên xwe jî şerm dikirin...
Kesekî di nav heval û hogirên wan de bi wan re bi Kurdî biaxiviya ew dixwestin
erd biqelişe û tê re herin xwarê...
Dê û bavên wan ên gundî, dîtin ku zarokên wan ên xwende; “toxtor” û “ebûqat” û
“muelim” ji kurdayetiyê şerm dikin, ji wan dûr dikevin ew jî dev ji quretiya
xwe ya feodal, ji kurdayetiya xwe ya bi zorî li ser piyan mayî û bi dehan
caran li hemberî dijmin têkçûyî berdan...
Ew êdî xwe ew qas biçûk û bê biha û bê qîmet dihesibandin ku bi destên zarokên
xwe yên keçîn ên 12-13 saliyan digirtin, gelek caran bê qelend, bê sual û bê
pirs, didan mêrên tirk ên 50 salî yên nexweş û kotî û heram...
Ew wek beranan bi qiloçan zikên hevûdu diqelişandin, ji hev bi dehan kesan
dikuştin. Ew qas ku digot qey bi dijmin re şêwra xwe kiribûn yek; ji bo qira vê
netewa “naletkirî” alîkariya hevûdu dikirin...
Hal û mesele ev bû: Gelê Kurd li ber sekeratê bû ku Tevgera Azadiya Kurd gihîşt
hewarê...
Ew vî gelî ji mirinê, rizgar kir...
Kir xwedî kesayet.
Neheqiya herî mezin a ku li wî dihat kirin raxist ber çavan.
Wehşet û hovîtiya dagirkeran rût û repal derxist holê.
Ji wan jî bi hezaran mirovên xwedî wîjdan afirand û ji xwe re kir şirîk...
Lê hezar mixabin Cevdet û Mufîd û Bedretînû û Eylem û Savaş hêj hene.
Heta ew jî şiyar nebin em ê jî wiha bindest bin...
Mamoste Marûf
--
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ:
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane