Mamostê hêja, birêz Mamoste Marûf.
Dema ku ez nivîsên we, nirxandinên we, rexneyên we, tawanên we û nêrînên we
dixwînim, di gelek cihan de dixwazim ku îtirazê li tesbîtên we bikim û bi we
re bikebim nîqaşê. Lê piştre dilşewatî û semîmiyeta wê dibînim û ez ji
nivîsandinê bêmecal dikevim.
Rastiya min bi xwe ew e ku ez beşdarî nirxandinên we û tawanên we nabim, bes
li hemberî dilşewatiya we dilê min jî dişewite û ez ji ber halê gelê kurd yê
kambax hestiyar dibim, xemgîn dibim û di nava xwe de dişewitim.
Di rewşên wiha de, haya kesî ji yê din tune ye. Herkes bi derdê xwe re
dilebike û dikeve heyra xwe....
 Evder platformeke ku herkes fikrên xwe, nêrînên xwe û bîr û baweriyên xwe
tîne ziman.
Kî ji dil e, kî durû ye, kî noker e, kî xulam e, kî cerdevan û xayin e, kî
xwefiroş û tirşikçî ye qet ne diyar e...
Ji xwe karê me jî ne ew e ku em  her yekî ji xwe bi etîketekê diyar bikin..
Ez bawer im ku her hevalê li vir, li gorî xwe neteweperwer e, kurdewar e û
li bi derdê gelê xwe re derdnak e..
Bes herkes di pencera xwe de li meselê dinêre û tişta ku dibîne tîne ziman.
Ma ne wisa ye?
Dema ku tu di pencera Kak Cevdet re li meselê binêrî û hilsengînî, tu yê
bibînî ku PKK di rêyeke şaş de ye û çalakiyên ku dike jî ne di xizmeta gelê
kurd de ne...
Dîsa dema ku tu bi çavê Kak Mufîd li meselê binêrî û bixwazî şîrove bikî, tu
yê bibînî ku kurd ji dîn dûr dikevin, zimanê xwe xera dikin û modeleke mîna
modela kemalîstên 1930î derdixînin holê.. Digel vêna taybetmendiyeke rewşa
Mufîd beg heye, ew jî ew e ku êdî îtibar ji şêxan re nemaye û kurd hew bi
çavgirtî ji kirinên şêx efendiyan re dibêjin ehlen we sehlen!! Tiştekî din;
ji kerema xwe li ser Norşînê hinekî vekolînê bike û li ser awayê jiyana
civaka ya wêderê hinekî serê xwe biêşîne.. Tu yê bibînî ku sosreteke nedîtî
û ecêbeke giran li wir heye.. Ma li gor te qet şêxek an jî şêxzade dixwaze
ku ji Çîna jor dakeve û bi xelkê ji rêzê! re bibe wekhev!?
 Loma mesela kak Mufîd qet tevnede ezbenî. Yan jî ku te tev da, divê tu vê
rastiya civakî jî bînî ziman..
..
Ez bi xwe nikarim berdevkî û parêzgeriya tu kesî bikim, min qet jî
nexwestiye..
Lê ez naxwazim hinekan bi xwefiroşî, xayinî û nokeriyê jî tawanbar bikim..
Tenê divêm, hin rastî derkevin holê û xelk li gorî wê biryara xwe bide.

Dema ku kurdek rêxistinek kurdan rexne dike, çima mertalên ji pola
derdikevine pêşiya wan ezbenî?
Çima rexnekirin û tawanbariya Burkay erzan, lê ya Ocalan û Kalkan giran e
heyran?

Nokerî û xayiniya Burkay bi kîjan pîvanê hatiye peyitandin?
Pîvanê serokatiya Ocalan û Nirxdariya Kalkan ji ku tên ?

Çima hinek nikarin bêne rexnekirin û yên din jî hemû nirxên neyênî têne
tawanbar kirin?

Ma ev heq û edalet e?
Tişta ku hûn ji azadî û demokrasiyê fêhm dikin ev e?

Ger ku emê wekî kurdên xwedan rûmet û kesayetên bi xîret bijîn,
divêtin ku em bes li nirxên kurdayetiyê xwedî derkevin..
Nirxên kurdayetiyê jî ne di bêrîka hin kes û kesayetan de ne..
Heke emê aliyên hev û du yên neyênî bînin ser ziman û hevdî bi tiştna
tawanbar bikin, tu kes ji me bi qezenc dernayê bawer bike..
Belkî em hemû xayin derên û tew kesekî kurdewar nemîne!..

Dixwazim cardin nêrîna xwe ya destpêkê dubare bikim;
Ez dilşewatiya Mamoste Marûf di kûrahiya dilê xwe de hîs dikim û ev yek
gelekî bandorê li ser min dike.
Herçiqas dema min teng û wextê min tunebe jî, dixwazim rahêjim wan rêzikên
bi agirê kurdayetî û evîna Kurdistanê hatine honandin û bi ser kezeba xwe de
werbikim. Tevlî bibim jî tevlî nebim jî, gotinên ji dil derên dîsa digihîjin
dil..

Bi silavên dostaniyê.
Serger Barî.
-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap