Heyrana we bûmo; we vê kurdîtiyê ji ku anî?
Ev camêrê bi navê Cevdet, bi şêwaza "Emre Uslu’yê polês" ê nivîskarê Rojnameya 
Taraf’ê dinivîse. Mijarên ku ji xwe re kiriye benîşt jî ji ber ên wî girtine. 
Du meh berê ew jî bi heman naverokê, bi heman hevokan  gotarek bi vî rengî 
nivîsîbû.
 
Bi qewlê Tirkan, “ xweziya ê ku dijûnan li oala min dike misilman bûya”
 
Heke ev merivê ku xwe wek aqilmend dihesibîne û dike şaşitî û xeletiyên  me 
Kurda sererast bike piçek camêr, mêr û mêrxas bûya dê ew ê bi hevalên xwe yên 
din ên wek “Mufîd Yuksel, Mehmet Metîner û êdî nizam kî û kê yên “kûtxwurên 
dora tenûra AKPê”  bihatina cem hev, 
 
bila çek nedabûna destan,
bila di vê sermayê de derneneketina serê çiya,
bila qala neheqiya hezar salan nekirina û neketina qawîşên bi firehiya 10 M2'î,
bila tenê biwêrîbûna bigotina: “- Tayîb efendi, ev heşt sal e tu me kurda bi 
gotina demokrasî û mafên mirovan vir de wê de dibî tînî, ma te nizanîbû bi vê 
makeqanûnê tu tiştek nayê kirin; te çima heta niha wê neguherand?
 
Îja biketina nav nivînan û bifikiriyan; ma ev AKP û Tayîp û mezinên wan ên 30 
sal berê, çima rojek navê kurda neanîn ser ziman,gava li wan bi hezaran neheqî 
dihat  kirin çima  ew dengê xwe nekirin wek  kerr û lalan?
***
Kul û mereza dilê wan Ocalan...
Ocalan siyasetmedar û serokekî kurda ye.
Ev der ne cihê pesindayînê ye, lê 35 sal e ew di nav agir û tofanê de xwe û 
tevgera Azadiyê bi awakî parast û heta vê rojê anî. 
 
Cevdet û hinek kûtxwurên din bi vê yekê şad nabin. 
Di dilê xwe de dibêjin xweziya gava dîl ket biketa dilqê Hîtlerê ne rehmetî û  
biqîriya bigota: 
 
“- Ez neyarê Tirkan im; min ê we hemiyan qir bikira, em ne birayên hev in; dê û 
bavê min di emrê xwe de tirkan nas nekirine. Ez we jî, dewleta we jî nas nakim. 
Ez ji bo biratî, aşitî û çareseriyê be jî alîkariya Dewleta we  nakim”  
û bihata darvekirin... 
Wê demê dê ew li ser navê vî gelê” bê serî û bê xwedî” bazarek çi xweş 
bikirana! 
 
Bi pereyên oldarên Kurd ên li seranserê Tirkiye û li cihanê belav belav bûyî 
çend holdîng ava bikirana! 
Çendik û çend sitû qalind û zikzebeş û guhbelan wek parleman bişandina Enqereya 
rengîn!  
***
Ew di nav bi dehan partî û rêxistin û  tevgerên Kurdî, Kurdistanî û Kurdewarî 
yên li çar alyê Kurdistanê şax şaxî vekirî de,  partiya  xwe bilind kir û li 
asta herî jor bi cih kir. 
 
Ev yek jî li çavên mixenet û çavnebaran  bar nabe. 
Divê em kumê xwe bidin ber xwe û gotinên  rast û dirust bikin: 
Şêx Seîd Efendî bo kurda lehengekî mezin bû. 
Ew di nav gel de wek pêxemberek, zarok û nevî û xwarzî û biraziyên wî jî wek 
sehabiyan bûn. 
Heke bi qeydê berê bûya; kesî newêrîbûya ewî û şêwaza siyaseta wî rexne bikira, 
gelo  îro Tevgera Azadiya Kurd(bawer nakim ku  ku hebûya lê...) ji hêla kesekî 
ji vê malbatê, bi rê û rêbazên berê nedihat birêvebirin? 
 
Ev partî an rêxistina ku teqez duh di destê rehmetiyê Melîk Efendî de bûya,
 pêr di destê Şêx Elîriza Efendî de bûya ji bo me kurda bi ser û şo çi karî 
bikira? 
Kurd, di rewşek wiha ya AKP’ya misilman  li dijî CHP’ya kafir(!) de ( ku ev 60 
sal e ev şano tê leyistin) Kurdên Sunî li cem kê bûna? Ên elewî? Di vê cenga 
Yezîd û Elî de kî dikaribû qala Kurd û Kurdistanê bikira? Ew di cih de wek 
kafir û ajan û siyonîst dihat terîf û teyîn kirin û tecdîdî îman û nîkah jê 
dihat xwestin û kindir û kefenê murtedan lê dihat birîn...    
 
Di vir de konektiyek hûr û kûr heye:Wê çaxê Cevdet û Mufîd û Metîner û kul û 
kureder bûbûna  xwedî gotin. Hespê xwe di nav mêrgên me de bibezandina... Jiber 
ku tevgerek bi vî rengî li taybetmendiya çînî û exlaqî ya  wan pir xweş dihat: 
zêde zêde  bazirganî, piçek olî, piçek kurdî, ji sermayeya dagirkerên olperest 
re heyranî qurbanî, xulamî, bi ya Kemalîst re hevkarî, li ber ya navneteweyî 
jixwe çok danî... Heyrana we bûmo; we vê kurdayetiyêji ku anî?   
                                                                      Mamoste 
Marûf 
 
 
 
 
  
 
 


      
-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap