Ne "We Vê kurdiyê", we ev kurdî ji ku anî? Erebên mêrdînî yên kurmancî nuh fêr dibin wisa dipeyivin.
Ez qebûl nakim kurdekî weke Mamoste Marûf vê şaşiyê bike. Zinarê Xamo Date: Tue, 19 Jan 2010 00:32:34 +0000 From: [email protected] Subject: {Diwanxane} Heyrana we bûmo; we vê kurdîtiyê ji ku anî? To: [email protected] Heyrana we bûmo; we vê kurdîtiyê ji ku anî? Ev camêrê bi navê Cevdet, bi şêwaza "Emre Uslu’yê polês" ê nivîskarê Rojnameya Taraf’ê dinivîse. Mijarên ku ji xwe re kiriye benîşt jî ji ber ên wî girtine. Du meh berê ew jî bi heman naverokê, bi heman hevokan gotarek bi vî rengî nivîsîbû. Bi qewlê Tirkan, “ xweziya ê ku dijûnan li oala min dike misilman bûya” Heke ev merivê ku xwe wek aqilmend dihesibîne û dike şaşitî û xeletiyên me Kurda sererast bike piçek camêr, mêr û mêrxas bûya dê ew ê bi hevalên xwe yên din ên wek “Mufîd Yuksel, Mehmet Metîner û êdî nizam kî û kê yên “kûtxwurên dora tenûra AKPê” bihatina cem hev, bila çek nedabûna destan, bila di vê sermayê de derneneketina serê çiya, bila qala neheqiya hezar salan nekirina û neketina qawîşên bi firehiya 10 M2'î, bila tenê biwêrîbûna bigotina: “- Tayîb efendi, ev heşt sal e tu me kurda bi gotina demokrasî û mafên mirovan vir de wê de dibî tînî, ma te nizanîbû bi vê makeqanûnê tu tiştek nayê kirin; te çima heta niha wê neguherand? Îja biketina nav nivînan û bifikiriyan; ma ev AKP û Tayîp û mezinên wan ên 30 sal berê, çima rojek navê kurda neanîn ser ziman,gava li wan bi hezaran neheqî dihat kirin çima ew dengê xwe nekirin wek kerr û lalan? *** Kul û mereza dilê wan Ocalan... Ocalan siyasetmedar û serokekî kurda ye. Ev der ne cihê pesindayînê ye, lê 35 sal e ew di nav agir û tofanê de xwe û tevgera Azadiyê bi awakî parast û heta vê rojê anî. Cevdet û hinek kûtxwurên din bi vê yekê şad nabin. Di dilê xwe de dibêjin xweziya gava dîl ket biketa dilqê Hîtlerê ne rehmetî û biqîriya bigota: “- Ez neyarê Tirkan im; min ê we hemiyan qir bikira, em ne birayên hev in; dê û bavê min di emrê xwe de tirkan nas nekirine. Ez we jî, dewleta we jî nas nakim. Ez ji bo biratî, aşitî û çareseriyê be jî alîkariya Dewleta we nakim” û bihata darvekirin... Wê demê dê ew li ser navê vî gelê” bê serî û bê xwedî” bazarek çi xweş bikirana! Bi pereyên oldarên Kurd ên li seranserê Tirkiye û li cihanê belav belav bûyî çend holdîng ava bikirana! Çendik û çend sitû qalind û zikzebeş û guhbelan wek parleman bişandina Enqereya rengîn! *** Ew di nav bi dehan partî û rêxistin û tevgerên Kurdî, Kurdistanî û Kurdewarî yên li çar alyê Kurdistanê şax şaxî vekirî de, partiya xwe bilind kir û li asta herî jor bi cih kir. Ev yek jî li çavên mixenet û çavnebaran bar nabe. Divê em kumê xwe bidin ber xwe û gotinên rast û dirust bikin: Şêx Seîd Efendî bo kurda lehengekî mezin bû. Ew di nav gel de wek pêxemberek, zarok û nevî û xwarzî û biraziyên wî jî wek sehabiyan bûn. Heke bi qeydê berê bûya; kesî newêrîbûya ewî û şêwaza siyaseta wî rexne bikira, gelo îro Tevgera Azadiya Kurd(bawer nakim ku ku hebûya lê...) ji hêla kesekî ji vê malbatê, bi rê û rêbazên berê nedihat birêvebirin? Ev partî an rêxistina ku teqez duh di destê rehmetiyê Melîk Efendî de bûya, pêr di destê Şêx Elîriza Efendî de bûya ji bo me kurda bi ser û şo çi karî bikira? Kurd, di rewşek wiha ya AKP’ya misilman li dijî CHP’ya kafir(!) de ( ku ev 60 sal e ev şano tê leyistin) Kurdên Sunî li cem kê bûna? Ên elewî? Di vê cenga Yezîd û Elî de kî dikaribû qala Kurd û Kurdistanê bikira? Ew di cih de wek kafir û ajan û siyonîst dihat terîf û teyîn kirin û tecdîdî îman û nîkah jê dihat xwestin û kindir û kefenê murtedan lê dihat birîn... Di vir de konektiyek hûr û kûr heye:Wê çaxê Cevdet û Mufîd û Metîner û kul û kureder bûbûna xwedî gotin. Hespê xwe di nav mêrgên me de bibezandina... Jiber ku tevgerek bi vî rengî li taybetmendiya çînî û exlaqî ya wan pir xweş dihat: zêde zêde bazirganî, piçek olî, piçek kurdî, ji sermayeya dagirkerên olperest re heyranî qurbanî, xulamî, bi ya Kemalîst re hevkarî, li ber ya navneteweyî jixwe çok danî... Heyrana we bûmo; we vê kurdayetiyêji ku anî? Mamoste Marûf _________________________________________________________________ Lagra alla dina foton på Skydrive. Det är enkelt och säkert! http://www.skydrive.live.com -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
