Ku hûn nebin nanê me yê li ser sêlê naşewite hêjayan. Hebûn û nebûna me ne bi gerîn û geşbûna vê komê ye. Berjewendî û qezenceke me ku em ji peyam şandin an jî ji peyam girtinên we bi dest bixin tune ye. Tiştekî ku em bi mayina ku di dest de bigrin û bi derketina we ji dest berdin nîne.
Em çend mirovên kurd in ku hatine ba hev û dixwazin rewşa xwe guftûgo bikin. Ne hesabên me yên siyasî hene ku em navgîniya platformên wisa bigihên wan, ne jî derdekî me yê şexsî bi hinekan re heye ku bi saya peyaman wî bînin ziman. Ev der ne qada pêşbaziya hespan e. Jîrtî û zîrekiya siwariyan jî li vir nayê ceribandin. Ev der cihê ku herkes bîr û ramanan xwe bi azadî bîne ziman e. Qada bîrbir û zanayan e. Platforma kesên dilfirêh, tehemulkar û sebirkêşan e. Helbet pîrozî û hêjayiyên heryekî ji me hene, yeryekî ji me xwedî baweriyekê an jî îdeolojiyekê ye. Bê guman ev hemû ji bo me pirrengî û dewlemendî ne. Lê ma çi mafê me heye ku em rêya xwe li ser yên din ferz bikin û wan mecbûrî wê rêya xwe bikin? Daxwaza hevalên Amîdakurd.com'ê isbata bê tehemuliya nêrînên cuda ye. İsbata zihniyeta yekdengî û yekrengiyê ye. Gotina zêde pêwist nake. Ger ku azadî hebe hebûna me bi wate ye! Madem wê ji fikran re azadî tune be, em têkoşîna çi dikin? Em daxwaza çi ji tirkan dikin? Bi silavên dostaniyê Serger Barî -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
