Silav birêz Serger Barî, ya rastî tu gotineke me ji kar û bar û armancên we re nebû û tunene jî. Eger we di vê bersiva xwe de em bi van gotinan "Daxwaza hevalên Amîdakurd.com'ê isbata bê tehemuliya nêrînên cuda ye. İsbata zihniyeta yekdengî û yekrengiyê ye." em tewanbar nekiribûna, me dê bersiv ji nedana. Le niha mafe me yê bersivê heye û em ê vê bikar bînin: Demek dirêj e ku em di vê komê de ne û heya niha ji bili ku me cend caran naveroka malpera Amîda Kurd ji we re şandiye, em tevli tu niqaşi nebûne, li gel ku gelek nîqaşên hêja ji bune, le êriş ji bune, sewiye ji daketiye di kesayetiya hinan de, me dengê xwe nekiriye û em têkil nebune. Em niha jî têkil nebûne u me derbare wê nîqaşa dawî de tu tişti negotiye. Me çi gotibe zelal e û em ê dubare nekin. Lê ew tewanbarkirina we bi xwe jî, ew gotinen we bi xwe ji di rastiyê de êriş in u bêtehammuli ew e ku di binê nave qaşo tehammulê de tê kirin. Lewra me negotiye bila kesek nêrînên xwe nebêje, her çendî em wan mina nerîn nabinin, mîna eriş û daketinekê dinirxinin jî, me ev negotiye. Pir normal e ku kefa mirov ji hinekan re neyê u nexwaze bi wan re di nav tiştekê de be, ev helwest tiştek din e û helwesta ku ew kes bila nêrinên xwe nebêje tiştek din e. Her wiha me bi tu gotinên xwe an helwesteke xwe diyar nekiriye ku bila yekdengî u yekrengi be ku hûn helwesta me mina isbata vê yekê dinirxinin. Lê em jî ve helwesta we herçendî hun aşkere nebêjin ji mîna isbata dijayeti u betehammuliya hin nêrinan dinirxînin u dibînin. Hun nepejirinin jî ev rastiyek e. Ya rastî, hun divê bihêlin, destûr bidin bila mirov helwestên xwe nişan bidin, her helwesti bi van gotinen nezan û erzan tewanbar nekin, bêtehammuli ev e, ne helwesta me. Em ji wî mirovî u ji gelek miroven ku di diwanxanê de dinivisin hez nakin, ma ev ne mafê herkesi ye, em dikarin ji keseki re bêjin ji me hez bikin? mantiqa vî tiştî heye gelo? Eger me gotibûna bila kesên wiha neaxivin filan u bêvan, wê demê ew gotina we ciyê xwe digirt, lê di vî rewşi de ji heqaret, bêtehammuli u êrise pê ve nayên tu wateyê, ew gotinen we.
Ji kerema xwe re eger dê derbare Amîda Kurd de bersivek an tistek bê nivisîn, ji me re bişînin, lê weki din em dubare dibejin, naxwazin bi hin kesan re di nav heman ciyi de bin. Cima? Lewra em dizanin ku ne ew û ne jî em ê bikaribin tistek bi sere hev bixin û kesek ji ya xwe nakeve. Ew bi heqaret u eris nezik dibin, dema bi heman helwesti bersiv digirin ji, ve mina betehammuliye dinirxinin, beyi ku li helwest u kiryaren xwe biniherin. Tu dikari ji Muhammed hez neki, le ew wi mafi nade te ku tu li ba musulmanan ceri Muhammed u islamiyete biki u dema musulman li hemberi ve nerazibun nisan bidin ji, tu wan bi betehammuli u daxwaza yekdengi u yekrengiye binirxini. Bila bejin heya zike wan diese, le em ne mecbur in li wan gohdar bikin, ev ji ne mafe herkesi ye gelo? Cewa ev maf dikare bi gotinen erzan be tewanbarkirin? Mantiqa vi tisti tune!. Li gel silavan. Rêveberiya Malpera Amida Kurd 2010/1/30 Serger Barî <[email protected]> > Ku hûn nebin nanê me yê li ser sêlê naşewite hêjayan. > > Hebûn û nebûna me ne bi gerîn û geşbûna vê komê ye. > Berjewendî û qezenceke me ku em ji peyam şandin > an jî ji peyam girtinên we bi dest bixin tune ye. > Tiştekî ku em bi mayina ku di dest de bigrin û > bi derketina we ji dest berdin nîne. > > Em çend mirovên kurd in ku hatine ba hev û dixwazin rewşa xwe guftûgo > bikin. > Ne hesabên me yên siyasî hene ku em navgîniya platformên wisa bigihên wan, > ne jî derdekî me yê şexsî bi hinekan re heye ku bi saya peyaman wî bînin > ziman. > > Ev der ne qada pêşbaziya hespan e. Jîrtî û zîrekiya siwariyan jî li vir > nayê ceribandin. > Ev der cihê ku herkes bîr û ramanan xwe bi azadî bîne ziman e. Qada bîrbir > û zanayan e. > Platforma kesên dilfirêh, tehemulkar û sebirkêşan e. > Helbet pîrozî û hêjayiyên heryekî ji me hene, yeryekî ji me xwedî > baweriyekê an jî îdeolojiyekê ye. > Bê guman ev hemû ji bo me pirrengî û dewlemendî ne. > Lê ma çi mafê me heye ku em rêya xwe li ser yên din ferz bikin û wan > mecbûrî wê rêya xwe bikin? > > Daxwaza hevalên Amîdakurd.com'ê isbata bê tehemuliya nêrînên cuda ye. > İsbata zihniyeta yekdengî û yekrengiyê ye. > > Gotina zêde pêwist nake. > Ger ku azadî hebe hebûna me bi wate ye! > Madem wê ji fikran re azadî tune be, em têkoşîna çi dikin? > Em daxwaza çi ji tirkan dikin? > > Bi silavên dostaniyê > Serger Barî > > -- > - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane > grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin > bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u > rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, > dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. > - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki > sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, > her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara > sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren > gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: > Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: > http://groups.google.com.tr/group/diwanxane > -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
