[www.mamostemaruf.blogspot.com]
bêj Deng+bêj Ev her du peyv bi hev ve tê wateya “ragihînerê dengan “ an
“ragihînerê bi riya dengan”
Wek têgeh jî mirov peyva “dengbêj”dikare wiha terîf bike: Mûzîsyenên
jêderka mûzîka kurd; merivên bibîr ku bûyerên civakî yên şahedî kirine
an çîrok û serpêhatiyên ku bihîstine bi meqamkî, jiber vedibêjin.

Dengbêj, bi gelemperî helbestvan û mûzîsyenên bi taybetmendî û nirxên
çanda devkî perwerdebûyî ne. Hunermendên bê xwendin û bê nivîsandin ên
bibîr, xwedî qabilîyeteke pir bi hêz a teswîrkirinê ne û dikarin şêwe
bidin gotin û dengan û ew estetîze bikin; her wiha ew çi ziman çi
kevneşopî çi şert û mercên civakî û aborî dibe taybetmendiyên civaka
xwe baş dinasin. Bi awakî din, mirov dikare bibêje ku dengbêj ew vebêj
in ku serpêhatî û destanên gelêrî yên Kurdan bi newayan(melodî) dihonin
û di demeke diyarkirî de pêşkêşî guhdaran dikin.
Dengbêj, hunera xwe li li van hawiran pêşkrşî guhdaran kirine:


1. Dîwan: Di Kurdî de tê wateya odeya mirovên birûmet, civata
rûsipiyan, civat, ode. Di çanda dengbêjiyê de wek cihê ku lê tê
rûniştandin tê zanîn. Di odekê de, ji cihê ku lê çend dengbêj rûdinên û
bi civatkî kilaman dibêjên re “ dîwana dengbêjan” tê gotin. Ev dîwan
berê di malên mîr, paşa, axa û began de an jî di yên mezinên gundan de
dihatin li darxistin.
2. Şevbêrk(şevbuhêrk) : ji peyva şev û buhêrk a ji lêkera “buhêrandin”ê
çêbûye. Wateya wê “derbaskirina demê”ye. Mirov dikare “buhêrk”ê wek
karê bi dawî dibe lê, careke din dîsa tê kirin an wek “seans” jî bi nav
bike. Bi têgehkî maneya wî civatên şevînî, şahiyên şevînî ye. Berê di
malên malmezinan de, bi taybetî di şevên dûvdirêj ên zivistanan de
şevbêrk dihatin sazkirin û dengbêj beşdarî wan dibûn û bi saetan kilam
û çîrok û destanan digotin. Di van şahiyan de ji cihê ku dengbêj tevlî
rûsipiyan lê rûdiniştin û hunerên xwe pêşkêşî gel dikirin re “ dîwan”
dihat gotin.

Rê û rêzikên dîwana dengbêjan.
Dengbêjî, yek ji hunerên herî kevnare yên mirovahiyê ye. Wek hemî
hunermendan dengbêj jî hunera xwe bi şêwe û rewşek taybet, di hawirekî
resen de pêşkêşî civateke dilxwaz dike. Ev peyva dawî pir girîng e.
Dengbêj tu car bi zorî xwe nade guhdarîkirin. Di vî warî de ji
stranbêjî û ji mûzîka enstrûmantal gelek cuda ye. Wek mînak di dema
ziyafeteke de alîkî ve mêvan dikarin bixwin vexwin, ji aliyê din ve jî
hunermend dikarin stranan bibêjin, an li tembûrê bixin; lê dengbêj na.
Divê civat bi tenê bona guhdariyê li wir be û bi awakî beşdarî ruhiyet
û hestên dengbêj bibe. Dengbêj wek navê ku lê ye, bi dengê xwe bûyeran,
hest û nêrînên xwe dibêje. Loma dengbêj e. Di vî warî de hunera
dengbejî ji şanoyê jî cudatir e. Şanoger heke bi taybetî daxwaz neke,
temaşevan tu car bi kêfa xwe nikare hestên xwe bide der.

Gav bi gav taybetmendiyên dengbêjiyê û civata dengbêjan
1- Vexwendin : Dengbêj mirovên pir hestiyar in. Divê ew heta dibêjî bi
hurmet bi siyanet bên pêşwazî kirin û vexwendin. Ew, vê hunera xwe wek
endezyar û bijîşk û dadger û parêzeran ne bi tenê bi mejiyên xwe û bona
pere; bi hestiyarî û bi dilşewatî û bi diltenikiya xwe, bona navûdeng û
bona rêz li wan bê girtin bi dest xistine û didomînin. Dengbêjî ne pîşe
ye; huner e. Wek li hosteyek li derahanê tê kirin; bazara xwe bike û pê
karê xwe bide kirin nabe. Dengbêj her çi qas bi hunera xwe debara xwe
bike jî hurmet û rêzgirtin ji bo wî/wê ji pere girîngtir e. Ew digel
pereyek bikêr û kafî, li hêviya rêzgirtina vexwîner û xwediyê malê û
guhdaran e jî. Gelek dengbêjên me ji şerman, ji rûnermiyê daxwaziya
pere nakin, lê ger mebesta vexwendina wan ne xizmeteke bê pere ya ji bo
gel be, divê teqez heqê deng û ked û xwîdana wan heta ji dest tê zêde
zêde bê dayîn. Ji ber ku divê mirov wan layîqê jiyaneke serfiraz û bi
rûmet bibîne û rê nede şerpezetî û perîşaniya wan.Jixwe berdewamî û
ragihandina dengbêjiyê “ji nifşek a nifşa din” bi vê yekê ve têkildar e.

2-Hawir: Çawa ku ji bo şanoger dik û şano pêwîst be, ji dengbêjan re jî
hawirekî taybet divê. Heke dengbêj li maleke hatibe vexwendin, divê
cihê wê/wî li jorî odeyê, li kêleka xwediyê malê, an mezinê malê be.
Ew, car heye bi saetan rûniştî kilam û çîrokan dibêje. Loma divê cihê
wî/ê pir rehet be. heke çend dengbêj bi hev re hatibin vexwendin û dê
bavêjin ber hev, divê li nêzî hev bên rûniştandin. Ew rêza rûniştandina
xwe ya li dîwanê, di nav xwe de, li gorî mezinatî û biçûkatiyê bi xwe
xwe destnîşan dikin.

Dengbêjî bê tizbî nabe. Dibe ku di destê yê li serî rûniştî de tizbî
tunebe, xwediyê malê, rûsipiyê civatê an vexwîner yeka mezin dide
destan û bi gotina “ de kerem ke ...” rê li ber gotinê vedike. Ew dev
bi kilama xwe dike, diqedîne, hahî dike û tizbiyê dide yê li tenişta
xwe. Bi vî hawî ev tizbî heta dawiya dîwanê di destê dengbêjan de
digere.

Li ku dibe bila bibe divê mirov mîkrofonê nede destê dengbêjan. Her du
destên dengbêj gere jê re bêne hîştin; ew bi wan tizbiya xwe digerîne,
ax û wax dike, yekî dide ber guhê xwe, yê din dihejîne, xwîdana xwe
paxiş dike... Cih pir mezin be û hewcedarî bi mîkrofonê hebe wê gavê
him bona ew têkilî bi guhdaran re deynin û nekevin bin tesîra
mîkrofonê, him jî bona dagirtina hemî dengên hawirê mîkrofonên dorhêlê
“yên li jorî dikê bicihkirî” gelek baş in. Ew jî nebû, ji wan ên
sikuran (berstûk) an ên piştan ên bê qablo; ew jî nebû yên “bi pî yên
kin” bidin ber wan dibe. Heke mîkrofoneke tenê be; divê kesekî bona
girtin û gerandina mîkrofonê bê peywirdarkirin.
Bi ya pîsporan gelek caran mîkrofon dibe amûrek biçûk a desthilatdariyê
û xeynî kesê ku mîkrofonê digire û dibêje yên din tev pasîf dimînin.
Bêçalakiya guhdaran li dijî çanda civata dengbêjiyê ye. A din jî,
dengbêjên me bi piranî xerîbê mîkrofonê ne. Ew hîn bûne destên xwe
davêjin ber guhekî an herdûkan û rê didin dengê xwe da ku deng bêhtir
ber bi guh ve biçe û bikaribin dengê xwe akord bikin û xwe ji
detonebûyînê biparêzin. Lewma ew çiqas ji mîkrofonê dûr bisekinin çêtir
e.
Gava dengbêj kilaman dibêjin, divê mirov xeynî ava şerbetê an jî ava
xalî ya hênik, tu tişt nede ber wan. Çay, qehwe, fêkî û çerez di dema
bêhnvedanê de bên pêşkêş kirin çêtir e.
Xwarina dengbêjan divê çend saet beriya kilambêjiyê bê dayîn û ji zadên
sivik pêk bê. Xwarina zêde şor û bi rûn, sawar, tiştên vexwarinê yên bi
gaz(Kola, gazoz ) ên dibin sedema qulpikan; li dengbêjan nayê. Ew bi
zikê birçî jî bi zikê werimî jî nikarin li gorî dilê xwe kilamên xwe
bibêjin.

Dengbêj gava dibêjin hemû bêhn û bal û hiş û mejiyê xwe didin ser ziman
û deng û naverok û hestên kilaman. Ji ber vê yekê divê gava kesek ji
derve hat, bêdeng, hêdîka bikeve hundir; bi çavan civatê silav bike û
li cihê herî nêzîkî derî rûnê. Ên di civatê de -ê jiderve hatî kî dibe
bila bibe- divê bi dengê bilind merhebatiya wî nekin û heta bêhnvedanê
li dengbêj guhdarî bikin.

Heke dengbêj li saloneke bên vexwendin beriya destpêka kilambêjiyê, wek
li şanoyan dibe, derî bên girtin baş dibe. Gere li ser dikê
dîwanxaneyek bê sazkirin. Ev dîwan di malên berê de sewkiyek bi xalîçe,
bi balgî û bi doşek bû. Divê mirov dîwanên niha dîsa bişibîne ya dema
zêrîn a dengbêjiyê; dîwana Evdalê Zeynikê. Heke li dîwaran xaliyên
kurdî, tivingeke çaqmaqlî an modolî, şeşagirek (demançe), Quranek di
qilfê xwe de, nîgarek şahmeran a destneqişkirî û wêneyên mezinên Kurd û
Kurdistanê, çira an lambeyek kevnare, sênîyek neqişkirî ya dîrokî; li
erdê kulavek rengîn, li quncekî misînek destavê hebe, li ser derûniyeta
guhdaran tesîrek baş çêdibe. Ev dîwan ya elewiyan be, bê wêneyên Elî,
Hesen û Husên û Muslimê Xoresanî nabe.
Li ser kincên dengbêjan ên li diwanan, nêrînên cûr be cûr hene. Bi ya
hinekan divê ew teqez bi kincên herêmî beşdarî van bernameyan bibin û
di warê dîtbarî de jî bibin parçeyek xweş a dîmenek diwanê û
pirremgîniya çanadî nîşanî temaşevanan bidin. Lê, etnomûzîkolog Dr.
Robert REIGLE di vî warî de cuda difikire û dibêje: “ Heke ev çand
zindî be, divê kincên dengbêjan ji yên di jiyana rojane de li xwe dikin
pêk bê û xwezayî be. Divê yên her dem kincên neteweyî li xwe dikin di
dîwana dengbêjan de jî bi heman girêdana xwe cih bigirin. ” Bi ya min
dengbêjî hêj zindî ye û ez jî dibêjim ew bi kincên ku di nav gel de li
xwe dikin derkevin pêşberî civakê. Ev yek dike temaşevan û guhdarên
ciwan, ew bi hunerkî û bi kesayetî ji xwe re bikin modeleke rasteqîn.
Hêvî ew e ku bi vî awayî hinek ji wan bibin şopînerên wan û vê
kevneşopiyê bigirin, ragihînin nifşên paşerojê.

Gava dengbêj li dîwanê rûnişt; balgiyek nerm li palê, yeka din jî li
kêlekê be ku dema destê xwe davêje ber guhê xwe milê wî neqerime. Heke
yê vexwendî sazbendek elewî be, wê carê divê dora wî vala bê hîştin, da
ku bikaribe tembûra xwe virde wêde bi hêsanî bibe bîne, bihejîne. Divê
dengbêj û sazbend li ser sandalyeyên hişk neyên rûniştandin, bi xwe
nexwestibin li ser piyan neyên sekinandin.

3- Guhdarî kirin: Guhdarî kirina dengbêjan edebek mezin e. Rê û rêzikên
wî bi hezaran salan e neguherîne, heta roja îro hatine. Gava dengbêj li
dîvanê rûnişt, xwediyê malê an rûsipiyê civatê dengbêj pêşkêşî civatê
dike. Di serî de dengbêj, bi dilê xwe li gorî rewşa derûnî ya civatê
kilamên xwe dibêjere û dibêje. Xwestekên guhdaran dûre ye. Piştî çend
kilaman ew bihna xwe dide û li benda xwestekan disekine.

Di warê xwestekan de helwestên dengbêjan ji berê de ji hev cudatir in.
Ferzê yê şagirtê Evdalê Zeynikê, xwedî repertûwarek ewqas mezin bûye ku
gelê Kurd navê kîjan kilamî zanîbe û jê xwestibe teqez tevahiyan
gotiye. Şagirtê wî Reso’yê gorbihûşt “Şahê Dengbêjan” jî wisa bû ye, lê
wî xwestekan li dawiyê hiştiye. Şakiro’yê “Kewê Ribat” kilamek ne bi
dilê wî be negotiye. Huseyno yê me yê rehmetî yê “dengbêjê dil û
mirazan” ji xwestekan re pir û pir jêhatî bû. Zahiro yê me yê Mûşî jî
ji xwestekan re jêhatî ye. Salihê me yê Qubînê, gava nexwaze bibêje
gotina wî ev e: “ Ez ji heqê vê kilamê dernayêm” Xeniyê me û Mihemedê
Beyro çi kilameke di bîra wan de be dibêjin. Zulkîfê Qado, kilaman di
mejiyê xwe de dike rêzê; heke kilama ku tê xwstin di rêzê de be bi
çavan îşretek tebatkirinê dide kilamxwaz û dora kilama wî hat dibêje.
Ne di rêzê de be eger wext bimîne, bizanibe dibêje.

Gava ew dev bi kilaman dikin, çi di serî de, çi di nav kilamê de, çi di
dawiyê de tu car li çepikan nayê xistin. Tu tişt nayê xwarin û
vexwarin. Li Herêma Serhedê ji ber ku şekirê kirtleme tê bikaranîn û
şingîniya kevçiyan tune ye, hin caran çay tê vexwarin, lê ev yek jî ne
di cih de ye. Berê, kesên ku bi kuxikê diketin û zêde dikuxyan jî di
civata dengbêjan de rûnediniştin. Divê civat bi baldariyek mezin li
dengbêjan guhdarî bike û bi deng û çav û bedena xwe beşdarî “cihana ku
dengbêj teswîr dike” bibe û hestên wî pê re parve bike. Gava dengbêj
dengê xwe bilind û dirêj kir; kaliya û gihişt asta bilind a hestiyarî û
coş û kelecana kilamê û bi xwe dilzîz bû û civatê jî xist bin tesîra
xwe; divê guhdar ji dil biqîrin û ji van gotinan yekê an çendan
bibêjin: “ Can, can, can! Her bijî! Tu nemirî, nemirî! Dikale, dikale!
Bilbilê Kurdistanê! Te dil û cengên me anîn xwarê! Te me li çiya û
zozanan gerand! Wey can, can! Şahê dengbêjan! Her bijî (nav) her bijî!
Hwd. Gava di kilameke de bûyerke balkêş tê vegotin bona ku bi dengbêj
bidin zanîn ku lê tê guhdarîkirin, li gorî wateyê bi dengekî bilind ji
van gotinan yek tê gotin: “Weyla mala te xirab bûyo! Te mêr dît! Xwedê
sebrê bide. Hwd.”

Dema esdanê (rawestin, bêhnvedan) dengbêj “hahî” dikin; divê guhdar jî
tevlî dengbêj ji dil dirêj bikin bibêjin “ hahîîî ” û dûvre jî “sihet
xweş...”

Di nav kurdên elewî de ji bo dengbêj û sazbendan bêhtir rêz tê girtin;
ji ber ku ew wan wek mirovên pîroz, guhdrkirina wan jî îbadet
dihesibînin.. Di demê de ( semah) gava sazbend lêdixe û dibêje, kesên
di civatê de, serê xwe dikin ber xwe û him digirîn û him guhdarî dikin.
Gava hestiyar dibin û kela wan radibe dibêjin: “ Erêêê erê lawo!
Nemirîîî, nemirîîî! Eeerê (navê sazbend) erê! De bes e lawo, de bes e,
te me heland! ”
Guhdar, gelek caran- çi heval, çi dê û bav û bira û keç û kur - kî û kê
bibîr bînin; ji kê hez bikin “dikin şûna pîr” û dibêjin: “ Pîrê min tu
li kuyî were; de zû were; kekê min were!” Yek caran jî, miriyên xwe
tînin bîra xwe û deng li wan dikin: “ Xalo, de min bibhîze ha!” Digel
bibîranina mirî û zindiyan ev hurmet û tewînek bo pîr û sazbend e jî.

Dema çend dengbêj di civateke de digihîjin hevûdu, davêjin ber hev.
Heke guhdar bala xwe baş bidinê, hinek jî bi zanetî li wan guhdarî
bikin, rastî taybetmendiyên balkêş tên û kêfa wan zêdetir dibe. Gava yê
dora pêşî dev bi kilama xwe dike, di ewka pêşî de beşavendeke(qafiye)
bikartîne. Hostatî ew e ku di dawiya kilamê de jî heman beşavendê li
hev bîne û bi wê beşawendê bidawî bike. Heke ji bîr bike, an jî
nikaribe li hev bîne, ew kilama ku gotiye ji hêla dengbêjên din ve tê
betalkirin û heman kilam ji serî de ji aliyê dengbêjê di rêzê de careke
din tê gotin. Wek mînak;
“Diharê Xîtikê ketime berê bayê”
...
Kilamek bi beşavenda “berê bayê” destpêkirî, wek di şewaneyên li jêr,
di peyvên “vê ebayê“ de tê dîtin bi beşawendeke çiqas dewlemend biqede
ew qas serkeftî ye.
...
“Guleke berî Egîdê min dane, xwîna sor û gewez
Niqutî ser biskê vê ebayê.”


Di dîwana dengbêj û sazbendan de divê guhdar van taybetmendiyan
bizanibin, hestên xwe qet veneşêrin û bi awakî aşkere bidin der. Ev
xelata herî mezin a bo dengbêjan e û dikeve şûna çepikan.

4- Dawiya dîwanê: Gava dengbêj an sazbend biweste, an bibîne ku civat
westiyaye û êdî bala xwe nadê, an êdî wext dereng be, destûr dixwaze û
kilamên xwe diqedîne. Dengbêj û Xwediyê malê an vexwîner, heke berê
bazara xwe nekiribin xelata (xelat bi gelemperî êdî wek pere tê dayîn)
dengbêj tesbît dike û didê. Ev pere divê bi dilê dengbêj/sazbend be û
bi dizîka bê dayîn. Huner bi pere nayê pîvandin; jiber vê yekê divê
mirov nebêje heqê te ev qas e û pê re bazareke bi xirecir bike. Gotina
“ ne hêcayê te ye, lê ez ev qas diqedînim” di cih de ye.

Dawiya gotinê:
Îro kurd hê têdernexistibin jî, çanda dengbêjiyê ew qas xweser û resen
e ku ger bi dorfirehî bê nasandin di paşerojê de dê ew bibe hebûn û
hêjahîya herî balkêş a Cihanê; jiber ku ew dayika wêje û tevahiya
zanistên civakî ye û bi rewş û şêweya xwe ya bi hezaran salan berê hê
jî li Kurdistanê dijî. Her çiqas ev çand heta niha bêkes û bê xwedî
hatibe hîştin û bi awakî bê pergal, çawa lê hatibe wisan hatibe
pêşkêşkirin dîsa jî ji ber bingeha xwe ya bi hêz, taybetmendiya hunerî
ya xwe ya resen bala hemî zanyar û kesên evîndarên çand û hunerê
dikişîne ser xwe. Bi ya Dr.Robert REIGLE, Etnîmûzîkolog, Peywirdarê
Perwerdehiyê yê Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê, di gel ku heta niha tu
car di hawirek otantîk de li dengbêjan guhdarî nekiribe jî, “şêwaza
bikaranîna deng” ên dengbêjan pir û pir balkêş û resen e. Ew dibêje;
“heke ev huner di warê dekor û estromanan de bê dewlemendkirin, di
paşerojê de dê ew di qada navneteweyî de bê naskirin û bibe yek ji
hêjayîyên girîng ên mîrovahiyê”
Ji ber vê yekê divê ew neyê dejenerekirin û bi heman reng û
dewlemendiya xwe bê parastin û jiyandin.


Çavkanî;
· Dengbêj Salihê Qubînê( hevpeyvîn 14.11.2009, li NÇM-Stenbol)
· Dengbêj Zulkîfê Qado (07.11.2009, Goma Qilî, Tatos,Erzirom)
· Dengbêj Xeniyê Beyro ( hevpeyvîn 14.11.2009)
· Naci Korkmaz (kurê Eliyê Cûne yê sazbend ê Kurdên Elewî yên
Qizilcûkê, Hevpeyvîn: 25.10.2009)
· Dr.Ehmed Kaya, Hunermend û sazkarê Koma Amed û Koma çarnewa(
Hevpeyvîn: 21.11.2009)
· Dr.Robert REIGLE, Etnîmûzîkolog, Peywirdarê Perwerdehiyê yê Zanîngeha
Teknîkî ya Stenbolê(Hevpeyvîn 06.12.2009 Stenbol)
· Özlem Aktaş, Lêkolîna li ser “Dengbêjan û Kevneşopiya Dengbêjtiyê,
Siparteka qedandina beşa Perwerdehiya deng a Konservatûara Dewletê ya
Mûsîkiya Tirk a Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê, 2009

--
1/31/2010 10:58:00 AM tarihinde mamoste maruf tarafından umrê çûyî
cardin nayê adresine gönderildi

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap