Rêz û rêçikên dengbêjiyê
Hûn jî baş pê dizanin ku di qada netewî de “dengbêjî bingeha wêje û dîroka Gelê 
Kurd e” û bi hezaran salan e wek kevneşopîyeke girîng di nav gel de dijî. Di 
qada navnetewî de jî wêjeya devkî,  wek dayika wêje ya nivîskî ya mirovahiyê tê 
zanîn û heta niha li ser gelek lêkolîn û nîqaş hatine kirin. 
 
Ev huner, dora pêşî ji ber di nav gel de belavbûna nivîsê, piştre bi derketina 
radyo û televîzyon û teyban hema bigire li tevahiya cihanê winda bûye. Lê belê 
li Kurdistanê bi awakî çalak hê jî berdewam e. Ev taybetî bala gelek 
lêkolînerên biyanî jî kişandiye, gelek caran  ew hatine welatê me û bi 
dengbêjan re hevditînan pêkanîne û berhemên wan berhev kirine, li ser şêweya 
bikaranîna deng û nefesê lêkolînan kirine. 
Di nav gel de jî dengbêj hêj xwedî rûmet in û kilamên wan xwedî bazareke teybet 
e. Lê digel van taybetmendiyên qenc, ev çand, roj bi roj ber bi windabûyînê ve 
diçe. Dengbêjên mayî jî, bi gelemperî vê hunerê bi awakî bê rêz û bê rêçik, 
eletewşik didomînin û roj bi roj ji esl û asasên wê bi dûr dixin, dirizînin. 
 Bona pêşî lê girtina vê dejenerasyonê divê ew li ser rehên xwe yên berê werê  
standardîzekirin.
 
Heke Kurd, di vî warî de biserkevin û cudakariyek pozîtîf bikin û piştgiriyek 
xurt bidin dengbêjiyê, bawer im ku ew wek “şeb-î Arûz”  li tevahiya Cihanê deng 
vede û bibe parçeyek jêneger a nasname û çanda Kurdî, her wiha  mîrateyek 
girîng a çanda hevbeş a mirovahiyê.
 
Bi vê mabestê ji vexwendinê heta bi rê kirinê  çi rê û rêzik, çi kevneşopîyên 
dengbêjiyê  hebin min bi tevahî berhev kir û tevlî nêrînên xwe û yên dengbêj û 
pisporan ên di warê paşeroja dengbêjiyê de nivîsand. 
 
Mabest û daxwaziya  min ew e ku,  ji vir pê de sazî, rêxistin, kes û 
kesayetiyên me yên dilsozên dengbêjiyê, dîwan û şahî û şevbêrkên  xwe bila li 
gorî van pîvanan li dar bixin, da ku ev huner ji nûv ve pel vede û dilê Evdalê 
Zeynikê jî pê re şad be.
 
Gotar di Kovara Zend’ê de hatiye weşandin. Li ser bloga xwe jî ez pêşkêşî we 
dikim.
 
Hûn vê gotarê ji Kovara “Zend”ê  dikarin bixwînin; her wiha min ew di bloga xwe 
de jî weşandiye. Bi tikandina lînka jêr hûn dikarin xwe bigihînin wê.  
  http://mamostemaruf.blogspot.com/2010/01/re-u-reciken-dengbejiye.html 


      

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap