[www.mamostemaruf.blogspot.com]
Bala xwe bidinê, desthilatdariya tirk û -çi îslamparêz, çi demokratên
lîberal, çi çepgir û rastgir û Kemalîst, çi kurdên ji refên xwe veqetî
û li dû qwîna xelkê ketî- hemî hevkar û piştevan û şirîkên wê, bi yek
dengî radibin rûdinin dibêjin “bila Çekdarên Tevgera Azadiya Kurd; hêvî
û parêzvanên dawiya dawîn ên Gelê Kurd, bê deng, bê qal û qir bê teq û
req xwe ji çek û rext bikin bên”

Ecêb û gosirmeta mezin ev e ku; ew heta niha tu car, ji bo çareseriya
tu pirsgirêkekê nehatine cem hev, li ser hev necivîne , li hev
nekirine, lê çawa dibe kes pê nizane, di warê çek berdana kurda de
teqez tifaqa xwe dikin yek, li hev dikin.

Wek mînak, ew li ser Ergenekonê bi hev nakin.
Li ser mafên mirovan bi hev nakin.
Li ser çareseriya pirsgirêka Qibris û Ermen û yewnan li hev nakin...
Li ser guherandina zagona bingehîn a leşkerî ya 82’ yan li hev nakin.
Di warê çareseriya pirsgirêka Kurd de jixwe li ser tu mijarî li hev
nakin...
Lê gava dor tê PKK’ê tev dibin yek, bi yek dengî û bi yek rengî dibêjin
bila ew dev û dest ji çek berdin û werin bikevin ber bextê dewletê.
Ez jî dibêjim belê, bila bên. De ka piştî hatina wan dê hûn ê çi bikin?
Dê hûn ê nasnameya Kurda bi awakî fermî bipejirînin?
Dê hûn ê zimanê Kurdî ji afat û tofan û lehiya asîmîlasyonê rizgar
bikin?
Dê hûn ê, zarokên kurdan ên xwendekarên dibistanên seretayî yên hêj
destekî goşt in, ji sonda nijadperest a “ tirk im, dirust im, ...ez bi
can û cendek qurbana hebûna tirkan bim” biparêzin an an?
Dê hûn ê Erdnîgariya talankirî, wêran û wêrtaskirî ya Kurda, ji nû ve
şên û ava û aram bikin?
Dê hûn ê Kurda, ji bêşixulî û ji xizanî û ji nezaniyê, bi kurtasî ji
“bêrûmetiya heştê salan a li ser wan ferz kirî” rizgar bikin?

Ji dewletê tu deng dernayê... Bersîv, ji berdevkên wê yên di dilqê
ronakbîr û rojnamevan û siyasetmedarên -Xwedê giravî sivîl in- tê:
“ wa ye Tayîp dixwaze pirsgirêkê çareser bike. Ew tûjika dewletê jî,
biniya dewletê jî dinase. Ma hûn ji wî çêtir dizanin ka rewş û hal û
ehwal çawa ye? Dê ew ê vê pirsgirekê bi awakî (?)çareser bike. lê, divê
dora pêşî aliyê kurd çek berde û bê...”

Bi gotina wan, bi saz kirina TV 6 a bi kurdî, bi lêvkirina guherandina
navên tirkî yên gund û bajaran, bi nîvcokî biryardayîna vekirina
enstîtûya zimanên- ku derheqê wan de di dilê xwe de dibêjin Xwedê qehra
xwe li wan bike, hêj nemirine mane- zindî, çend şertên çareseriyê
hatine cih. Ên din jî(?) piştî çekberdan û hatina gerîla dê bên cih...

Bi ya wan, li ser navê dewletê û hêzên mezin ên Cihanê Tayîp jî dîtiye
ku êdî ev pirsgirêk gere bê çareser kirin. Ew bi dilê xwe yê sax bang
li PKK’ê dike dibêje were...

Aliyê Kurd, di gel hemî bangewaziyan, dibêje Tayîp ne jidil e. Ew jî
yek ji hevkarên kujer û talanker û bişavkeran e lê, “ji wan ên konek û
pişt mistker û pişo pişoker...”

Mejiyê neteweyî yê gelê kurd, bi hezaran çîrok û metelok û pêkenokên li
ser kes û kesayetiyên “konek û bi fêl” têr û tijî ye. Wa ye ez yek ji
wan berhemên giranbiha yên hiş û mejiyê Gelê Kurd pêşkêşî we dikim.

Hûn ev du kesayetiyan, Tayîp û meleyê gund, bidin ber hev, ka kîjan ji
yê din baqiltir û jîrtir û jêhatîtir e?

***
Meleyê gund, her cara ku bo azandanê derdikeve ser banê mizgeftê , çavê
wî bi jinekê û mêrekî dikeve. Her du li ser xêniyê xwe tim û tim
rûniştî ne û bi hev re ken û henekan dikin.

Jinik pir xweşa mele diçe, gava çav pê dikeve agir bi serî dikeve, hiş
û aqil difûre meletî ji pê re...

Rojek, du roj, sê roj... Êdî hew xew dikeve çavan, sebr û tebat dimîne.
Şevekî şeytan dikeve qalikê wî, diçe xwe li koşeyê xêniyê wê ditelîne.
Hayê jinika reben ji bayê felekê tune. Bo destavê çawa ku derdikeve
derve, yek ji nişkave bi her du destê wê ve digire û ber bi xwe ve
dikişîne. Bala xwe didê ev meleyê gund e. Mele bê pirs û bê teklîf dike
fişefiş û jê re dibêje: “Porkurê ez bo te mirîme, xêra mezinên xwe ji
sing û berê xwe yê sipî û qerqaş, ji dev û lêvên xwe yên şirîn û
şekirîn ramûsanek kerem bike!”
Jinika reben bi dîtina mele şaş û mat dibe, ez bibêjim ji şerman, hûn
bibêjin ji tirsan, diricife û hêdîka jê re dibêje;
“- Mele, eyb e, şerm e tu van gotinan dikî! Heke mêrê min bi vê
bênamûsiyê bihise ew ê te jî bikuje, min jî...” Û direve dikeve malê.

Mele pol û poşman vedigere, lê ev tirsa jinikê ya ji mêrê xwe cesaretê
dide wî û dotira rojê dîsa diçe paş mala wê û heman daxwaziyê jê dike.
Jinik dîsa red dike.
Mele vê yekê ji xwe re dike edet û her şev, wek kundê kor, xwe li paş
diwarê mala jinikê vedişêre û bi derketina wê ya ji malê wek qirnî pê
ve dizeliqe û heman tiştî dixwaze. Jinik dike nake xwe ji mele xilas
nake...
***
Şevekê dîsa derdikeve derve, mele wek her carê dîsa qîra xw tê dide.
Jinik dibîne nikare xwe jê xilas bike, li ber rûyê wî disekine dibêje:
- Mele ser çavan; ez ê xewsteka te bînim cih; lê sê şertên min hene...
Mele pirî şad dibe baskên wî hebin ew ê bifire... Jinik şertên xwe yeko
yeko dijmêre:
-Mele dora pêşî divê tu di mizgeftê de qwîna xwe nîşanî Cemaetê bidî.
Mele dibêje, heşa heşa, qe tiştek wisan dibe!
Jinik: “- wele tu dizanî” û dike biçe malê. Mele bi milê wê ve digire,
dibêje; “Mele Qurbana te be canê! Ka şertên xwe yên din jî bibêje.”
- Tu yê roja înê ewkê xwe jî nîşanî Cemaetê bidî.
Mele dîsa soro moro dibe lê, dibîne ku dê jinik ji dest biçe, bi
dengekî ricifok dipirse; “êêê, ê sêyemîn?”
- Tu yê wî karî li ber çavê mêrê min bikî!
Mele dîn û har dibe. Jinik baz dide diçe malê.
Rojek mele nimêja xwe diqedîne. Wek her roj, gundî dixwazin bi mele re
hinek sohbet bikin; lê ew rûyê xwe tirş dike, bi mehde û mirûz xwe dide
quncikekî mizgeftê, bi tena serê xwe rûdinê. Cemaet li ser serê wî
dicive. Yek jê dipirse;
“ mele bi te xêr e, çima bihna te teng e?”
Ew biskek difikire, paşstûyê xwe dixurîne, axînek ji nav dil û kezeban
dikişîne û dibêje: “ Heyra, ez ji fesadiya gundiyan êdî ji canê xwe têr
bûme. Bêwîjdanan gotine, mele qwîna xwe naşo!”
Bi dengekî kelogirî dilorîne, xwe li dîntiyê datîne, şal û derpê dide
jêr û qwîna xwe dide ber gundiyan û ji wan dipirse : “ Bo xatirê Xwedê
lê binêrin, ew şûştî ye yan na?”

Çend roj bi ser de derbas dibe. Cemaet bo nimêja înê di mizgeftê de
civiyaye. Mele li ser kursî waez û nesihetan dide. Gotina xwe vir de wê
de dibe tîne, dîsa tê ser fesadî û şeytaniya gundiyan û dibêje: “
Gundîno, ev paşgoyî û fesdiya hin merivan êdî ez ji canê xwe bêzar
kirime. Xwedê mala wan xera bike, der heqê min de îja gotine mele ne
sinetkirî ye... Bo xatirê miriyên xwe, ka binêrin ez sinetkirî me yan
na?”
Bi vê yekê şertê duyem jî tîne cih...

Di ser de mawekê derbas dibe; rojek havînê dîsa bo azandanê derdikeve
ser banê mizgeftê; dibîne ku jinik û mêrê wê li ser xanî ne. Jinik
hiriyê dawdişîne, mêrê wê jî li kêlekê... mele ji nişka ve diqîre deng
li mêrê wê dike : “-Bê namûsê kurê bênamûsan, wa ye mêrê xelkê li ber
çavê te jina te avêtiye erdê, rezîl dike!”
Camêr bê hemdê xwe vediciniqe li jina xwe mêze dike , dibîne ku tiştek
wiha tune, bi dengekî bilind li mele vedigerîne; “ Mele te aqilê xwe
zayî kiriye? Jina min wa ye li ber çavê min e!”
Mele dîsa diqîre:
“- Lawo, bi sê telaqan ji vir wisan dixûyê. Heke ji min bawer nakî were
vir, bi her du çavên serê xwe bibîne.”
Zulam pirî meraq dike, bi ya mele dike. Ji ser xanî peya dibe ku
derkeve ser mizgeftê û mêze bike ka ji wir çawa dixûyê. Mele di cih de
xwe ji ser mizgeftê davêje xwarê û bi lez û bez tê cem jinikê, jê re
dibêje; “ wa ye mêrê te li me mêze dike” û nişa ve wê davêje erdê û
dikeve ser...
Mêrê jinkê li ser banê mizgeftê dibîne ku mele bi jina wî re karê
bênamûsiyê dike, dîn û har dibe, heta Xwdê dayê bi kerb diqîre: “-
Mele, mele! Xwedê te şaş kiriye; tu çi dikî?”
Mele berê xwe didê, dibersivîne:
“- Kurê kerê, ma min ji te re negotibû ji wir wisan dixûyê!”
[email protected] Mamoste Marûf


--
2/07/2010 04:39:00 PM tarihinde mamoste maruf tarafından umrê çûyî
cardin nayê adresine gönderildi

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap