Birêz Mamoste Marûf!
Ne ji bo tiştekî din, tenê ji bo kurdbûn û kurdînivîsandina we rêzê ji
cenabê we re digrim.
Ji ber wê yekê, heta ji min bê ezê hewl bidim ku bêhurmetiyê li hemberî we
nekim.

1. *"Heta niha min Serger Barî wek dijberekî zane û jidil dihesiband û
nêrînên wî yên li dijî TEVGERA AZADİYÊ wek çêşîtdariyek Kurdistanî
dihesibad. Lê ev nivîsa wî ya dawîn ez şaş û mat kirim û pir jî
qehirandim... Min ji xwe jî şerm kir xwe sûcdar kir, ji ber ku heta niha
çawa ez tênegîştime kesayetiya wî...* "  Ez ne dijber û alîgirê tu rexa me.
Jidilbûn û zanebûna min jî li gorî min e. Nêrînên min yên li dijî PKKê (
"Tevgera Azadiya Kurd" binavkirineke çewt e) di çerçoveya berjewendiyên
kurdan û doza neteweyî de ne. Min heta niha rexneyên belasebeb li vê
rêxistina navborî negirtiye.. Ev hevoka we ya li ser kesayeta min "*Min ji
xwe jî şerm kir xwe sûcdar kir, ji ber ku heta niha çawa ez tênegîştime
kesayetiya wî"  *hîç li giranî û bejna we nayê.. Ev şerm û fediyeke mezin e
ji bo we..

2.* "Ewilî ez ji ziman destpê bikim: Ev nûçe bi tirkî ye. Tu bi Tirkî baş
dizanî? Te heta kîjan astê dibistan xwendiye? Navbera te û pirtûk û
rojnameyan çawa ye? Li min bibore lê, kî  ev  nûçeya bi tirkî wek te fêm
kiribe û nîrxandibe teqez dibistana seretayî bi zorî bi dawî kiriye...* "
Dîploma û statuyên fermî yên Komara Kemalîst, çima ji bo we ewqasî girîng
in, neteweperwer û têkoşerê azadiya kurd Mamoste Marûf? Unwanê min li gor
pergala fermî Profesortî be çi ye, ummîbûn be çi ye? Ev çi pirs e wisa? Ma
hûn ji xwe 'eyb nakin ku pirseke wisa dikin?

3. *"Heke te bi Kurdî baş bizanibûya te yê vê nûçeyê ji çapemeniya Kurd, bi
kurdî bixwenda û  nêrînên xwe bi kurdî binivîsandina... Bi ya min tu jî wek
bi mîlyonan kurdên reben, bê ziman î, lê ne ji wan ên helîm û selîm ên bi
nezantiya xwe dizanin û bê ku quretî bikin, bê ku bikevin dilqê rewşenbîr û
ronakbîr û alim û seydayan  ji yekî zana dipirsin ka çi çî ye... "  *Rexneyên
wisa sivik û erzan ji bo mirovekî ji xwe şermkirî kêmasî ne. Asta kurdiya
min û hewldana min ya ji bo zimanê min li ber çavan e, ne hewce ye ez pesnê
xwe bidim û bikevim pey behsa kurdînivîsandin û mijûlbûna xwe ya bi kurdî
re. Ez rojê, ne carekê, sê-çar caran çapemeniya kurdî dişopînim û nûçeyên
bala min dikşînin dixwînim, yên pir balkêş jî carina davêjim dîwanxanê. Min
ev nûçe li malpera www.haberdiyarbakir.com ê xwend. Nûçe bi tirkî ye, lê
dema ku min şande komê, min şîrova xwe bi kurdî kir (baş bala xwe bidinê).
Ew şîrova bi tirkî ne aîdê min e. Min di şîroveyê de ev aniye ziman ji xwe.
Diyar e ku we nêrîna min ya bi zimanê kurdî nexwediye û rasterast berê xwe
daye şîroveya bi tirkî ya aîdê wwww.haberdiyarbakir.com ê (Piştî şîroveya
we, ez cardin li çapemeniya kurdî geriyam û min xwest ku kurdiya vê nûçeyê
bibînim, lê di yekê de jî tunebû. Welhasil, ev ne mesele ye..) Divê vê bêjim
ku tesbîta we ya di vir de neheqî û bêbextî ye.. Helbet dibe ku carina bi
tirkî binivîsim, bes min di vê nûçeyê de bi tirkî nenivîsandiye.. Wekî din
min tu carî xwe wekî zane, rewşenbîr, 'alim û seyda nedîtiye û min xwe wisa
nedaye nasîn. Her wiha, min bi tevgerên xwe jî wateyeke wisa li xwe
barnekiriye. Pir heyf e ku nîqaş kete asteke wisa nizim û ma li ser
galegalên beradayî..  Baş dizanim ku tu fêda vê nîqaşê ji tu kesî re tune
ye.. Lê madem, we ya xwe got, gere ez jî ya xwe bêjim. Lewra, kî be jî li
hemberî tawanbariyên wisa giran, bêdeng namîne.

4*."Heke tu hostayê ziman bî, xwendin û nivîsandina te têkûz be wê çaxê tu û
Cevdetê Amerîkî yê nasnameperest dibin yek... Wê çaxê pêxemberê axir zeman
jî bê Qandîlê û ji wir li bang bike nikare iştek bike serê te û te sewext
bike...  Hewce nake ku ez pir dirêj bikim, heman tişt li ber çavan
e... "*Min tu wextî îdîa nekiriye ku ez hostayê ziman, yan tiştekî din
im. Ez tenê
nêrîna xwe dinivîsim, ewqas.. Hûn çima dubare dubare tawanên wisa bê peywend
dikin û hûn asta xwe dixînin?  Çi peywendiya min û Cevdet Akbay bi hev re
heye? Ev çawa rexne ye?  Ji bo ku min rê da ku şîroveyên nivîskarên Nasnamê
bêne weşandin, ez bûme Nasnameperest? Ew çi cur gotin in ji bo Xwedê!

5. *"Bi kurtasî ez ê bibêji ev platforma  navê "Diwanxane" li xwe daniye
veguheriye bûye  "fîtnexane" "* Hûn çawa gihîştin vê biryarê gelo? Em fitnê
di nava kê de derdixînin? Em kê bi kê didine girtin û kuştin? Em giliyê kê
ji kê re dikin? Kîjan kiryara me dijî Doza Azadiya Kurdan e? Fitnexwaziya
xwe li gorî kîjan zagonê hate peyitandin û tescîlkirin?

6. *"Hela li vê ecêbê li vê gosirmetê!  Hûn qe şerm nakin ku nûçeyek ev qas
bi rêk û pêk, ev qas bi çavkaniyan têr û tijî, ev qas bi rê û rêzik  li dijî
Tevgera Azadiya Kurd şîrove dikin? Xiloxarkirin û berovajîkirina  nûçeyan,
reşkirin û tarîkirina rastiyan ne karê rêxistinên îstîxbaratî ye?  Hûn ji bo
kîjan berjewendiyan vê yekê  li dijî yekîtiya neteweyiya  kurd bikar
tînin"*Binêrin birêz Mamoste Marûf, hûn çîrok û çîrvanokan ji zarokan
re naxwînin û
yên li pêşberî we jî ne ehmeq in!. Di roja îro de lîstikeke mezin di
rojhilata navîn de tê lîstin û aktorên vê lîstikê yên herî mezin jî DYE û
Îsraîl in. Zirt û fortên Tayyib Erdoğan yên li hemberî Îsraîlê, gera wî ya
li dewletên erebîstanê û tevgerên Îsraîlê yên li dijî eql û mentiq yên li
hemberî berpirsiyarên Tirkiyê, ev hemû perçakî vê lîstikê ne. DYE dixwaze
Tirkiye di rojhilata navîn de bibe aktorek û bandora Îranê kêm bibe. Niha
Tayyib Erdoğan li dewletên ereban wekî padîşahê Osmanî yê dawîn tête
qebûlkirin (hê çendakî berê di çalakiyeke welatekî ereban de afîşa "Sultan
Tayyib" hatibû bilindkirin.) Digel ku têkiliyên Tirkiyê û sraîlê gelekî baş
in û tu pirsgirêk di navbera wan de tune ye jî, wekî ku pirsgirêkên pir
mezin di navbera wan de hene destnîşan dikin û xelkên xwe wisa dixapînin.
Rewşenbîrên tirkan, her tim dibêjin: "Madem hikûmet jidil e, bila îhala
eskerî ya ku daye Îsraîlê betal bike." ev û bi sedan mînakên wekî vêna
destnîşan dikin ku tirkiye dixwaze wekî dijminê Îsraîlê were dîtin û
qebûlkirin, lê di binî de jî her cure têkiliyan pê re çêke..
Digel ku têkiliyên Tirkiyê yên bi Îsraîlê re digihê dîroka damezrandina
dewleta Îsraîlê, sala 1948an jî, Tirkiye tu carî naxwaze ku li hundir û
derve wekî dostê Îsraîlê were dîtin.
Baş e, tiştekî ku ji bo tirkan ewqasî girîng e, çima ji kurdan re ne girîng
be!
Birêz Mesûd Berzanî, dubare dubare dibêje "Helbet gelekî normal e ku em
têkiliyê digel Îsraîlê danin, lêbelê em bêyî Begdadê vî tiştî nakin. Vê gavê
têkiliyeke me bi Îsraîlê re tune ye."
Têkiliya kurdan bi Îsraîlê heye, an jî tune ye.. Mesela me ev nîne..
Lê ji bo ku li kurdistanê siyaseteke baş û li gor menfîetên kurdan were
meşandin, divê ku têkiliyên kurdan yên digel Îsraîlê ji ber sedemên polîtîk
û stratejîk aqilane bêne nirxandin.
Niha li gor hemû xelkên ereb Îsraîl dijminê misilmana û ereba ye..
Baş e, dostê Îsraîlê û hevalbendê wê dê xwedî îmajeke çawa be?
Vêca ku dewletek, bi arîkarî û hevkariya Îsraîlê were damezrandin dê çawa
be?
Di rewşeke wisa de, cihê Tirkiyê ku der e û cihê Kurdistanê ku der e?
Di çerçoveya van nirxandinan de, ev nûçe li ku disekine û ji kê re xizmetê
dike?

7. "*Êdî çavê min ji we ditirse... Hûn di riya xwe de bimeşin, em jî di riya
xwe de... Le kum dînîkum weliyeddîn... "* Min ji serî de û hetanî niha wekî
prensîb, tu carî biryar nekirine dabaşa rexne û nîqaşan. Loma gotineke min
ku ez ji vê biryara we re bêjim, tune ye.. Biryar ya we ye..

8. "*Ji vir pê de ez jî nanivîsim. Baweriya min bi we nema... Hûn ne dijber
in, ez tu car ji dijberan aciz nebûme lê, di bin we de  tiştek din heye...
Hûn ne jidil in... Rojek bê, wek malpera Cevdet  fêlên we jî derkeve holê...

Xwedê rihmê  bike dilê we  ku gunehê we bi gelê we bê... "*  Ma îja ev rexne
ye! Hûn çawa nêtan dixwînin wisa? Baş bizanibin ku ev tiştên hûn dibêjin
bêbextî ye, ne tiştekî din. Ez ferdekî vî gelî me û gava ku ez
çavgirtî bidim pey rêxistinekê an jî kesekî, bi rastî gunehê min bi min tê.
Ez ji ber vê rewşê gelekî xemgîn dibim û ji Yezdanê dilovan dikime lavelav
da ku rehmê li vî gelê belengaz bike. Ez vi şev û roj hêstiran dibarînim û
li çirûskeke ronahiyê digerim. Ez baweriya xwe, hêviya xwe û evîna xwe ya li
ser Kurdistanê bi hemû perçên canê xwe dijîm û bendewarê deriyekî xelasiyê
dimînim. Hû ji evîn û baweriya Kurdistanê çi zanin birêz Mamoste Marûf?
 Tiştekî din ku ez li ser van gotinên we bibêjim tune ye, hûn û wîjdanê
xwe..

Ku azadî hebe, jiyan xweş e. Jiyaneke bê azadî ne hêjayî domandinê ye.
Ma derdê kurdan jî ne azadî bû/ye ?

Bi hêviya serkeftina hemû kurdên dilsoz....
Silav
Serger Barî.

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap