Birêz Barî,

 

Bawer bike te nas nakim!

 

Zêde bala xwe jî nadim van munaqeşê han. Lê hindek cara ber çavên min dikevin.

 

Birêz Barî, ya tiştekî bo cenabê te bêjim:

 

Min ji wê kurdiya te ya resen, paqij û bi zanabûn derxist ku tu mirovekî pirr 
têr û tije yî...ji naverokê jî xuya dike ku tu kamil î. 

 

Ê naxwe keko tu çima xwe tevli van tiştên wisa dikî. Heyfa wê zanabûn Û wê 
edebiyata te ku tu "vala" û "bi avê de" berdidî.

 

Keko neçe taxa kesên ku ji te bi'enitînin.

 

Cihê ku qedrê te li wir nebe, çarmêrkî venede.

 

Slav li dost û hevalan

 

 

Hasan KAYA

 

 

 

 


Date: Mon, 15 Feb 2010 04:13:44 +0200
Subject: Re: {Diwanxane} ANF, Serger û Diwanxane çi dike?
From: [email protected]
To: [email protected]


Birêz Mamoste Marûf!
Ne ji bo tiştekî din, tenê ji bo kurdbûn û kurdînivîsandina we rêzê ji cenabê 
we re digrim.
Ji ber wê yekê, heta ji min bê ezê hewl bidim ku bêhurmetiyê li hemberî we 
nekim.
 
1. "Heta niha min Serger Barî wek dijberekî zane û jidil dihesiband û nêrînên 
wî yên li dijî TEVGERA AZADİYÊ wek çêşîtdariyek Kurdistanî dihesibad. Lê ev 
nivîsa wî ya dawîn ez şaş û mat kirim û pir jî qehirandim... Min ji xwe jî şerm 
kir xwe sûcdar kir, ji ber ku heta niha çawa ez tênegîştime kesayetiya wî... "  
Ez ne dijber û alîgirê tu rexa me. Jidilbûn û zanebûna min jî li gorî min e. 
Nêrînên min yên li dijî PKKê ( "Tevgera Azadiya Kurd" binavkirineke çewt e) di 
çerçoveya berjewendiyên kurdan û doza neteweyî de ne. Min heta niha rexneyên 
belasebeb li vê rêxistina navborî negirtiye.. Ev hevoka we ya li ser kesayeta 
min "Min ji xwe jî şerm kir xwe sûcdar kir, ji ber ku heta niha çawa ez 
tênegîştime kesayetiya wî"  hîç li giranî û bejna we nayê.. Ev şerm û fediyeke 
mezin e ji bo we..
 
2. "Ewilî ez ji ziman destpê bikim: Ev nûçe bi tirkî ye. Tu bi Tirkî baş 
dizanî? Te heta kîjan astê dibistan xwendiye? Navbera te û pirtûk û rojnameyan 
çawa ye? Li min bibore lê, kî  ev  nûçeya bi tirkî wek te fêm kiribe û 
nîrxandibe teqez dibistana seretayî bi zorî bi dawî kiriye... " Dîploma û 
statuyên fermî yên Komara Kemalîst, çima ji bo we ewqasî girîng in, 
neteweperwer û têkoşerê azadiya kurd Mamoste Marûf? Unwanê min li gor pergala 
fermî Profesortî be çi ye, ummîbûn be çi ye? Ev çi pirs e wisa? Ma hûn ji xwe 
'eyb nakin ku pirseke wisa dikin?
 
3. "Heke te bi Kurdî baş bizanibûya te yê vê nûçeyê ji çapemeniya Kurd, bi 
kurdî bixwenda û  nêrînên xwe bi kurdî binivîsandina... Bi ya min tu jî wek bi 
mîlyonan kurdên reben, bê ziman î, lê ne ji wan ên helîm û selîm ên bi 
nezantiya xwe dizanin û bê ku quretî bikin, bê ku bikevin dilqê rewşenbîr û 
ronakbîr û alim û seydayan  ji yekî zana dipirsin ka çi çî ye... "  Rexneyên 
wisa sivik û erzan ji bo mirovekî ji xwe şermkirî kêmasî ne. Asta kurdiya min û 
hewldana min ya ji bo zimanê min li ber çavan e, ne hewce ye ez pesnê xwe bidim 
û bikevim pey behsa kurdînivîsandin û mijûlbûna xwe ya bi kurdî re. Ez rojê, ne 
carekê, sê-çar caran çapemeniya kurdî dişopînim û nûçeyên bala min dikşînin 
dixwînim, yên pir balkêş jî carina davêjim dîwanxanê. Min ev nûçe li malpera 
www.haberdiyarbakir.com ê xwend. Nûçe bi tirkî ye, lê dema ku min şande komê, 
min şîrova xwe bi kurdî kir (baş bala xwe bidinê). Ew şîrova bi tirkî ne aîdê 
min e. Min di şîroveyê de ev aniye ziman ji xwe. Diyar e ku we nêrîna min ya bi 
zimanê kurdî nexwediye û rasterast berê xwe daye şîroveya bi tirkî ya aîdê 
wwww.haberdiyarbakir.com ê (Piştî şîroveya we, ez cardin li çapemeniya kurdî 
geriyam û min xwest ku kurdiya vê nûçeyê bibînim, lê di yekê de jî tunebû. 
Welhasil, ev ne mesele ye..) Divê vê bêjim ku tesbîta we ya di vir de neheqî û 
bêbextî ye.. Helbet dibe ku carina bi tirkî binivîsim, bes min di vê nûçeyê de 
bi tirkî nenivîsandiye.. Wekî din min tu carî xwe wekî zane, rewşenbîr, 'alim û 
seyda nedîtiye û min xwe wisa nedaye nasîn. Her wiha, min bi tevgerên xwe jî 
wateyeke wisa li xwe barnekiriye. Pir heyf e ku nîqaş kete asteke wisa nizim û 
ma li ser galegalên beradayî..  Baş dizanim ku tu fêda vê nîqaşê ji tu kesî re 
tune ye.. Lê madem, we ya xwe got, gere ez jî ya xwe bêjim. Lewra, kî be jî li 
hemberî tawanbariyên wisa giran, bêdeng namîne.
 
4."Heke tu hostayê ziman bî, xwendin û nivîsandina te têkûz be wê çaxê tu û 
Cevdetê Amerîkî yê nasnameperest dibin yek... Wê çaxê pêxemberê axir zeman jî 
bê Qandîlê û ji wir li bang bike nikare iştek bike serê te û te sewext bike...  
Hewce nake ku ez pir dirêj bikim, heman tişt li ber çavan e... " Min tu wextî 
îdîa nekiriye ku ez hostayê ziman, yan tiştekî din im. Ez tenê nêrîna xwe 
dinivîsim, ewqas.. Hûn çima dubare dubare tawanên wisa bê peywend dikin û hûn 
asta xwe dixînin?  Çi peywendiya min û Cevdet Akbay bi hev re heye? Ev çawa 
rexne ye?  Ji bo ku min rê da ku şîroveyên nivîskarên Nasnamê bêne weşandin, ez 
bûme Nasnameperest? Ew çi cur gotin in ji bo Xwedê!
 
5. "Bi kurtasî ez ê bibêji ev platforma  navê “Diwanxane” li xwe daniye 
veguheriye bûye  “fîtnexane” " Hûn çawa gihîştin vê biryarê gelo? Em fitnê di 
nava kê de derdixînin? Em kê bi kê didine girtin û kuştin? Em giliyê kê ji kê 
re dikin? Kîjan kiryara me dijî Doza Azadiya Kurdan e? Fitnexwaziya xwe li gorî 
kîjan zagonê hate peyitandin û tescîlkirin?
 
6. "Hela li vê ecêbê li vê gosirmetê!  Hûn qe şerm nakin ku nûçeyek ev qas bi 
rêk û pêk, ev qas bi çavkaniyan têr û tijî, ev qas bi rê û rêzik  li dijî 
Tevgera Azadiya Kurd şîrove dikin? Xiloxarkirin û berovajîkirina  nûçeyan, 
reşkirin û tarîkirina rastiyan ne karê rêxistinên îstîxbaratî ye?  Hûn ji bo 
kîjan berjewendiyan vê yekê  li dijî yekîtiya neteweyiya  kurd bikar tînin" 
Binêrin birêz Mamoste Marûf, hûn çîrok û çîrvanokan ji zarokan re naxwînin û 
yên li pêşberî we jî ne ehmeq in!. Di roja îro de lîstikeke mezin di rojhilata 
navîn de tê lîstin û aktorên vê lîstikê yên herî mezin jî DYE û Îsraîl in. Zirt 
û fortên Tayyib Erdoğan yên li hemberî Îsraîlê, gera wî ya li dewletên 
erebîstanê û tevgerên Îsraîlê yên li dijî eql û mentiq yên li hemberî 
berpirsiyarên Tirkiyê, ev hemû perçakî vê lîstikê ne. DYE dixwaze Tirkiye di 
rojhilata navîn de bibe aktorek û bandora Îranê kêm bibe. Niha Tayyib Erdoğan 
li dewletên ereban wekî padîşahê Osmanî yê dawîn tête qebûlkirin (hê çendakî 
berê di çalakiyeke welatekî ereban de afîşa "Sultan Tayyib" hatibû 
bilindkirin.) Digel ku têkiliyên Tirkiyê û sraîlê gelekî baş in û tu pirsgirêk 
di navbera wan de tune ye jî, wekî ku pirsgirêkên pir mezin di navbera wan de 
hene destnîşan dikin û xelkên xwe wisa dixapînin. Rewşenbîrên tirkan, her tim 
dibêjin: "Madem hikûmet jidil e, bila îhala eskerî ya ku daye Îsraîlê betal 
bike." ev û bi sedan mînakên wekî vêna destnîşan dikin ku tirkiye dixwaze wekî 
dijminê Îsraîlê were dîtin û qebûlkirin, lê di binî de jî her cure têkiliyan pê 
re çêke..
Digel ku têkiliyên Tirkiyê yên bi Îsraîlê re digihê dîroka damezrandina dewleta 
Îsraîlê, sala 1948an jî, Tirkiye tu carî naxwaze ku li hundir û derve wekî 
dostê Îsraîlê were dîtin.
Baş e, tiştekî ku ji bo tirkan ewqasî girîng e, çima ji kurdan re ne girîng be!
Birêz Mesûd Berzanî, dubare dubare dibêje "Helbet gelekî normal e ku em 
têkiliyê digel Îsraîlê danin, lêbelê em bêyî Begdadê vî tiştî nakin. Vê gavê 
têkiliyeke me bi Îsraîlê re tune ye."
Têkiliya kurdan bi Îsraîlê heye, an jî tune ye.. Mesela me ev nîne..
Lê ji bo ku li kurdistanê siyaseteke baş û li gor menfîetên kurdan were 
meşandin, divê ku têkiliyên kurdan yên digel Îsraîlê ji ber sedemên polîtîk û 
stratejîk aqilane bêne nirxandin.
Niha li gor hemû xelkên ereb Îsraîl dijminê misilmana û ereba ye..
Baş e, dostê Îsraîlê û hevalbendê wê dê xwedî îmajeke çawa be?
Vêca ku dewletek, bi arîkarî û hevkariya Îsraîlê were damezrandin dê çawa be?
Di rewşeke wisa de, cihê Tirkiyê ku der e û cihê Kurdistanê ku der e?
Di çerçoveya van nirxandinan de, ev nûçe li ku disekine û ji kê re xizmetê dike?
 
7. "Êdî çavê min ji we ditirse... Hûn di riya xwe de bimeşin, em jî di riya xwe 
de... Le kum dînîkum weliyeddîn... " Min ji serî de û hetanî niha wekî prensîb, 
tu carî biryar nekirine dabaşa rexne û nîqaşan. Loma gotineke min ku ez ji vê 
biryara we re bêjim, tune ye.. Biryar ya we ye..
 
8. "Ji vir pê de ez jî nanivîsim. Baweriya min bi we nema... Hûn ne dijber in, 
ez tu car ji dijberan aciz nebûme lê, di bin we de  tiştek din heye... Hûn ne 
jidil in... Rojek bê, wek malpera Cevdet  fêlên we jî derkeve holê... 
Xwedê rihmê  bike dilê we  ku gunehê we bi gelê we bê... "  Ma îja ev rexne ye! 
Hûn çawa nêtan dixwînin wisa? Baş bizanibin ku ev tiştên hûn dibêjin bêbextî 
ye, ne tiştekî din. Ez ferdekî vî gelî me û gava ku ez çavgirtî bidim pey 
rêxistinekê an jî kesekî, bi rastî gunehê min bi min tê. Ez ji ber vê rewşê 
gelekî xemgîn dibim û ji Yezdanê dilovan dikime lavelav da ku rehmê li vî gelê 
belengaz bike. Ez vi şev û roj hêstiran dibarînim û li çirûskeke ronahiyê 
digerim. Ez baweriya xwe, hêviya xwe û evîna xwe ya li ser Kurdistanê bi hemû 
perçên canê xwe dijîm û bendewarê deriyekî xelasiyê dimînim. Hû ji evîn û 
baweriya Kurdistanê çi zanin birêz Mamoste Marûf?
 Tiştekî din ku ez li ser van gotinên we bibêjim tune ye, hûn û wîjdanê xwe..
 
Ku azadî hebe, jiyan xweş e. Jiyaneke bê azadî ne hêjayî domandinê ye.
Ma derdê kurdan jî ne azadî bû/ye ?
 
Bi hêviya serkeftina hemû kurdên dilsoz....
Silav
Serger Barî.
 
 
 
 
 

-- 
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
- Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane                                     
    
_________________________________________________________________
Hotmail: Trusted email with Microsoft’s powerful SPAM protection.
http://clk.atdmt.com/GBL/go/201469226/direct/01/

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap