ŞERÊ ÇANDÎ Û QIRÊTKIRINA TÊGEHÊN KURDÎ Dêrûniya kes û koma encama şeran diyar dike. Vîneke xurt dêrûniyek xurt dibêje. Ji ber vê sedemê alîgirên şeran pêşiyê êrîş dibin ser dêrûniya kes û komên li hemberê xwe. Dewleta Tirkîye jî li hember gelan bi salan e vê azîneya bi kar tîne.
Em ê îro li ser beşek van êrişan bisekinin. Komara Tirkiyeyê saziyên xwe xistiye xizmeta van kirinên qirêj, ev jî qirêtkirina têgehên kurdî ne. Ji ber ku kesayetî û civak bi têgehan ve tên sembolîzekirin û civaka kurdî jî bi têgehê kurdî tê sembolîzekirin bûye hedefa van êrîşa ,ji xwe êrîşa giştî yê li ser çanda kurdî tên zanîn di vê mijarê de jî dewlet tu rêgez tu sinc û tu pîvanê mirovatiyê li ber çavan, ji xwe êrîşa giştî yê li ser çanda kurdî tên zanîn di vê mijarê de jî dewlet tu rêgez tu sinc û tu pîvanê mirovatiyê li ber çavan nagire. Yek ji amûrê êriş a li ser çanda me sînameya Tirkîyeyê bi taybetê sînemaya "Yeşîlçamê "ye gava mirov li berhemên ji vê sînamayê derketine dinere di van filîman de karakterên herî xerab, bêkir xeşîm, cahil ,kurd in. Gelo tercîhek tesadufiye ku di flîmê "Kerîz, Kîbar Bîlo, Feyzo, Salako, Davaro, Sefîl Bîlo ku karakterê wan kesên herî nezanin kurd in? Van filîma di nava civaka serdest de dibe sedemê zimanêkî êrîşkar li hember gelên dinê. Îro li Tirkîyeyê wisa bûye ku di derheqê gelê ermen, romen û kurd de bi dehan gotinên biçûkxistinê digere û tên gotin. Birêhnên têgehên herê paqij yên zimanê me çawa tên kirêtkirin . Û îro di civakê Tirkîye yê de wekî gotinên xirab tên bi karanîn; Kuro, miho, gundî, ha, şelvar û Bîlo ev têgehên me di şûn re dijû ye de di şûna heqaretê de ji hev re tên gotin .Mixabin di nava civaka kurd de jî kesên ku bi van êrîşan vîn û dêrûniya wan şikestiye van têgehen weka ku dewlet dixwaze bikartînin. Ev jî rê li ber ji dûrketina nasnama kurdî vedike.. Di vê mijarê de ez ê serpihatiyek xwe bi we re parve bikim;Rojek di civake de xortekî kurd ji keçikek tirk re gote keçê ma tu gundiyî? Keçik hema rabû û xwe li erdê xist "ma tu çawa ji bo min peyva gundî bikartînê. Ji min re bi tirkî Koylû bêje li bi kurdî gundî nebê je" gava min vê bersiva wê bihîst û min xwe negirt jê pirsî çi ma koylû û ne gundî ? Bersiv:"wexte ku ez peyva gundî dibîhîzim kesek paşde mayî, kesek nezan û cahîl tê hişê min, lê wextê peyva koylu dibîhîzim qet tiştek wisa nayê hişê min"û min jê pirsî te ji kê sehkir vê peyvê bi vî ewayî , Gote:" hevalên min yên kurd ji bo hev vê peyvê bikartanîn". Di vê şerî de ne tenê ristê(rol) sînemaya Tirkîyeyê herweha kirinên saziyên perwerda Tirkî yê li ser takekesî û civaka kurd bandorek neyî hiştiye ji xwe pergal di serî de bi saziyên xwe yên perwerdê(dibistan) êrîşê dêrûniya kurdan kiriye. Di serî de zimanê dê û bavê zarokên kurdan li hemberî zarokan reşkirine û biçûk xistine. Dû re weka sînemayê saziyên Tirkîye yên din jî erka xwe pêk anîne .Yekî ji wan peyvên kurdî diziyê, yekî din bi cil û bergên kurdan henek kiriye, yekî kilamên kurdî deforme kiriye û wergerandiye yekî din tiştekî dinê kiriye. Gav bi gav û bi pergal ev kar meşandine. Encamê van kirinan jî îro gelek kesên ereb, romen, laz û çend jî kurd xwe wek tirk dihesibînin. Li gelê kurd têkoşînek bi hempa li hember van êrîşan dide. Di encama vê têkoşînê de xeyal û armancên pergalê têk çûne û îro mecbûr maye ku yeko yeko bi kes û komên din re rûnê û hebûna wan qebûl bike. Elbet ev baweriyekê jî bide me divê em birîna xwe ya xedar ji bîr nekin. Hêjî rewşa me ya çandî gelek nebaş e. Û hêjî kes, kom û saziyên me xwe ji bandora çand û zimanê serdest rizgar nekirine. Saziyên me yên ku bi gelek bedelê mezin hatine avakirin îro di vî warî de gelek qels mane, tevî hemû hewldanan jî xebatên wan ji sedî 70 bi zimanê tirkî tên kirin. Berhemên (şano fîlm muzîk wkdn.)ku tê afirandin dîsa bi vî zimanî ye. Helbet pêngavê ku gelê kurd di qada ziman de di salên du hezarî de avêt û hêjî dimeşîne, gelek watedar e û bandora wê jî lê ser civakê tê dîtîn. Lê li gor min ji bi civaka me ji sedî sed ji bandora çanda tirkî derkeve divê di serî de razemeniyên teknîkê û perwerdê bê kirin, Projeyên ku perwerdê teknîkê û teknolojiyê bigihînin hev werin amadekirin. De ka em bifikirin ku di warê înternetê de an go di warê teknolojiyê de saziyek kurd, kesek kurd tiştek nû afirandiya wê bandorek çiqas erênî li ser cîwanê kurd bike wê baweriyeke çiqas mezin bide civakê û ji bo ziman bibe dopîng. Bi hêviya mizgînên weha. Berfo BARÎ -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
