Endamên birêz yên Dîwanxaneyê! Ez dixwazim bi boneya "roja ziman" di der
barê zimanê Kurdî de tiştekî bikim. Lê gotineke me heye, dibêje "Her kes
tişta ku di dikana xwe de ye difroşe". Di dikana min de jî helbesteke li ser
zimanê Kurdî heye, ez wê dişînim. Ev helbesta, ji beşek pirtûka min ya
neçapkirî, ya menzûm, ya bi navê "Sîyamend" û Xecê" pêk tê.
Der barê helbestê de kêmasiyên pirr in, bibexşînin.
Dilkulê Cizîrî
*Sebeba Nivîsandina Pirtûkê*
Derd û kulê vî zimanê mader,
Zil da û di qelbê min de da der.
Herçendî Xwidayî bo me daye,
Emma îro ew bê xwedyî maye,
Ax ev çi zimankî qedr û şêrîn
Eslê wê qedîm û kevn û dêrîn.
Hînd-Ewrûpiya ji qismê Faris,
Emma îro em nebûn lê waris.
Mekteb hene bes ziman biyanî
Bandor kire lew li ser jiyanî.
Bo her kesî izmanê wî kafî,
Lê em tenê mehrûmê vî maf î
Nînin heqê han tenê ji bo min,
Sucdar 'Ereb û 'Ecem we Rom in.
Rom û Ereb we Ecem bibîne,
Çawa bûne gurgê devbixwîne.
Her ew li zimên dikin neyartî,
Hem jî bi hovîtî û bi hartî.
Daîm lêdixin şîran û tîran,
Armanc ewe da bikin wî wêran.
Asîmle bikin, ji holê rakin,
Da ew dilê xo vî şiklî şa kin.
Ev sûc e we hem sûcek mirovî,
Yek nav heye bo wê: Ew jî hovî.
Zana û edîbê û şairên me,
Seyda û mela û girgirên me,
Destê xwe dema didane xamê,
Her dem digotin b'zimanê amê.
İşq û evîna ewan ziman bû,
Ew xizmete tim ji qelb û can bû.
Xanî şewitî ji vê birînê,
Derdê xwe rijand bi Mem we Zînê.
Teyran û Herîrî hem jî Qadir,
Âlî kirin ev zimanê nadir.
Ger ku te bivêt bimînî heyran,
Wer guh bide tu Feqîhê Teyran.
Şahê Cizîrî Melayê Bohtî,
Wî Ehmedê dil ji işqê sohtî.
Dîwan nivîsand belê çi dîwan,
Tev da evîn û we tev de îman,
Emma bi zimanê daykê xet kir,
Yekcar wî zimanê xelkê ret kir.
Lew bû pêşewan bo xelkê Kurdî,
Xizmet bo zimanî Kurdî kirdî.
Dengek tête her ji kûr dinalî,
Ew derng yê Cegerêxwîn û yê Nalî.
Lehçên vî zimanî cur bi cur in,
Kurmancî birek, birek jî Lor in.
Yek wan jî goran û yek jî Kelhûr,
Kurmanciya jêr û hem jî ya jor.
Dayka me ya aşiqê vê çandê,
Gava ku pitik dixiste landê,
Landik dihejand, dikir xwe gorî,
Her pê vî zimanê xweş dilorî.
Pê wan loriyên wê em gihandin,
Ta ew di mejî de hate çandin.
Emma were tu binêr vî hal î,
Da tu ji vê rewşê ra binalî.
Her kes wekî yê xerîp lê nêre
Kes nagire qedr û rêzê jê re.
Wexta ku diçûm Cizîra Botan,
Guhdarî dibûm li qîz û xortan,
Sohbet dikirin, belê ne Kurdî,
Herwek ku zimanê daykê mirdî.
Her kes bi zimanê xelkê serdest,
Qisset dikirin bi şiklê serbest.
Çawa ku mi dît di nav jiyanî,
Ew maye bi şiklekî biyanî.
Fîlhal ji bo min jî çêbû xîret,
Rabûm ku bikim ji wan re şîret.
Min xwest ji ziman re kim xebatê,
Bona vejîna wê kim lebatê.
Rizgar bikim ez nebîte winda,
Da ew nemirit li şehr û gunda.
Min ev çîroka Xec û Sîmendî,
Bona vê mebestê xweş dîmen dî.
Tev da bi erûz û nezmê çêkir,
Navê Xecê û Sîmendî lê kir.
Armanc ne Xec'in ne jî Sîmend in,
Armanc ewe Kurdî bête xwendin.
Emma ne li gorî ilmê wêjê,
Lewra dibe seh nekî jê çêjê.
Belkî xeletê kitêbê gelk in,
Lewra ku muxatebê wê xelk in.
Destûr didim ez bo gênc û pîr î,
Rexnê bigirin li vî feqîr î.
Emma ne bi şiklê hişk û tundî,
Lazim bê gotin bi xweşk û rindî.
Bo Dilkulî hûn nekin îtabê,
Vê ra biedep bikin xitabê.
Lewra dibe ew jî bûbe şaş e,
Şaşî were holê gelkî baş e.
Qelbê wî ji işqê her birîne,
İşqa wî hemû welat û dîn e.
Herçend hunera wîya ne kafî,
Emma niyeta wî xas û safî.
Min xwest ku bo Xaniyê lehengî,
Pêşkêş kime pirtûkê b'vî rengî.
Da ew di gorê da rengî-geş bit,
Rûhê pîrozê wî keyfî-xweş bit.
Gava ku wî dît ziman bi ser ket,
Em Fatîhekê ji dil bixwînin,
Bo rûhê wî xweşmêrî bişînin.
Ya Reb tu rûhê wî babê Kurdan,
Her şa bikî nav hor'an û wildan.
--
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ:
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane