Piştî şeş salan: Welatê Bindest -1- Polîsên sîvîl ên rewşenbîr(!)
Piştî şeş salan bi bêrîkirineke ku ez ê hemû nas û dost û hevalan, û hemû xwelî û kevirên Kurdistanê dabalînim nava rihê xwe û têhna xeyalên xwe pê bişkênim, berê xwe didim bakurê welêt. Bi mebesta 14’ê Sibatê roja çîrokan ya dinyayê dîsa dibim mêvanê Mêrdî...na delal. Hêj ku panela me dest pê nekiriye, di bin siya dîroka Mêrdînê re bi Ronî War, Rojîn Zarg, Sîdar Jîr û bi çend nivîskarên tirk û hevalan re em çaya xwe vedixwin û rewşa hev dipirsin. Çeqçeqa wênekêş û kamerayên wekî yên TRT’ê her li ser rûyê nivîskarên tirk e; kes fikreke me ya nivîskarên kurd napirse ka xwedê ji me standiye ku em li vir pêlava xwe diqetînin. Axir, hêdî hêdî em berê xwe didin hêwana ku wê panel lê bê çêkirin. Di rê de ez û Ronî War, Rojîn Zarg û Sîdar Jîr bêyî ku haya me ji bayê felekê hebe ji xwe re sohbetê dikin. Ji nişka ve hermetek wekî polîseka sîvîl bi ser me de diqîre, “Yabanci dil konuşmayin!”.(Bi zimanê biyanî nepeyîvin!) Ez dibêjim qey yekî henekeke beredayî kir. Lê, na! Belê ev gotinên tirkî “Yabanci dil konuşmayin!” yên nivîskara navdar(!) Furûzan wekî copeke polîsên sîvîl bi ser rihê min de daweriyan. Ez û Sîdar em li rûyê hev dinêrin, em bi hev re lal dibin, zimanê me nagere ku em tiştekî jê re bibêjin. Piştî çar pênç saniyên din ez wiha lê vedigerînim, “Ji bo min jî zimanê tirkî biyanî ye!” û em dikevin qirika hev. Ji aliyekî ve ez naxwazim ku bi gotineke nexweş ve dilê wê hermeta(Furûzan) 75 salî bişkênim, ji aliyê din ve jî ez zorê didim wê tirkiya xwe ya ku li Almanyayê ev şeş sal e ko bûye û bi ser hev de tînim... Ez nizanim ji ber çi lê hema ji xwe de ew polîsên sîvîl ên ku do(13’ê Sibatê) bi operasyona xwedêgiravî KCKê avêtin ser mala me hatin bîra min. Min hingê ji hevalan re jî behs kir ku Furûzan jî bi vê ‘operasyon’a xwe ve avêt ser rihê min. Xwedê heye, belkî rehma polîsên sîvîl di derbarê kurdî de ji ya Furûzan çêtir bû. Qet nebe hingê polîsên sîvîl rê didan ku ez gotinên diya xwe yên kurdî li wan wergerînim. Ez serê xwe û we neêşînim, heta ku panela me qediya jî bû pitpita Furûzan Xanimê; bi rengekî ‘edebî’ û dîplomatîk sîvîl-polîstiya rihê xwe nîşanî me hemûyan kir. Min got qey ev qedera me bi dorê ye: rojekî polîsên sîvîl davêjin ser mala te, roja din jî polîsa sîvîl a rewşenbîr(!) davêje ser rihê. Piştî wê serdegirtina mala me diya min wisa got, “Ez ne li ber binçavkirina birayê te dikevim, lê ez li ber vê zilma li ser serê me dikevim ku her û her dewam dike…” Piştî ku panela me qediya, min jî ji hevalekî re wisa got, “Ez ne li ber Furûzan dikevim, lê ez li ber vî hişê rewşenbîrên tirk dikevim ku wekî polîsên sîvîl li ser rih û hebûna me her û her hikûmdariyê dikin…” Axxx welatooo! Axxx welatê bindest! Nîşe: Wê çend dîmen û koçernotên min ên li ser ‘welatê bindest’ berdewam bike! Evdile Koçer - [email protected] http://www.welat.org/yazi_detay.php?id=1218&yazar=20 Ligel silavên rengîn... ________________________________ Evdile Koçer [email protected] ________________________________ www.facebook.com/evdile.kocer www.pen-kurd.org/kurdi/evdile-kocer/evdile-kocer.html www.youtube.com/Gulanbihar __________________________________________________ Do You Yahoo!? Sie sind Spam leid? Yahoo! Mail verfügt über einen herausragenden Schutz gegen Massenmails. http://mail.yahoo.com -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
