*LÊGERÎNA NIVÎSKAR MÎR QASIMLO * " Min pirtûkek xwend û jiyana min hat guhertin" Jiyana niviskar Mîr Qasimlo ji di 2004an de bi xwendina pirtûkek bi kurdî tê guhertin! Di encama vê guherandinê de ew bi genciniya zimanê kurdî ya ku di dil û mijêyê wî de ye dihise.Kelakela hevok û peyvan dibe sedem ku di sala 2006-ê de ji nav Weşanên Periyê Romana wî ya ji 400 rûpelî pêk tê ya bi navê WÊNEYÊN KESERÊ " derkeve. 3 sal şûn re jî di 2009an de romana duyem ya bi navê GIYANÊN BAHOZÎ ku ew jî 440 rûpel e derdikeve.
*WÊNEYÊN KESERÊ *Mîr, di vê romana xwe ya yekem de pirsgêrêkên civaka kurd û bi û taybetî jî pirsgirêkên kurdên li Ewrûpa bi rêya du lehengan radixîne berçavan. Di despêka romanê de lêgerîna nivîskar ya ji bo zimanek û tarzek taybet xwe di der. Sazkirina hevok û bikaranîna peyvên xweser baldariaê mirov dikişîne. Teybetiyek dinê jî ya nivîskar bi wêrekî serê xwe li hember diyarda kapîtalîzmê û paşverûtîyên civaka kurd radike. Lehengên Mîr yên ku bi vegotina serpêhatiyên xwe rewşa civakê ji Kurdîstanê heya Ewrûpayê ji me re vedibêjin, mijarên weka welatparêzî, evînî, xiyanet, koçî , rêxistinî, têkoşîn kurd, hesreta welat vedikolin û herwiha guherînên ku pergala ewrûpa li takekesiya kurd kiriye ji me re rave dikin. Lehenga Mîr, Narîn keçikek kurd e ku ketiya tora jinfroşên ewrûpayî û piştî ji destên wan direve rastî Mîrze tê, û roman ji wê der pê ve bi devê Narînê dixemile, piştî ku lehengê sêyem Cemşîd jî beşdarî wan herduyan dibe, êdî mirov denga romanê hinda dike û bala mirov dabeş dibe. Roman bi zewicandina wan herdû lehengan ber dawiyê ve diçe. Birêvebirê romanê Mîrze, tenê weka terapîsteke ku rê li vegotina Narînê û Cemşîd vedike xwe ya dibe. Li wisa xwe ya ku hişê lehengên Mîr tevlihevin, dî serî de hişê Mîrze û dû re jî ê Narîn. Mîrze ji sedî sed bi diyalogên hişk yên pornografîk atmosfera romanê serobino kiriye, di cihên ku qet dîyalogên bi vî rengê ne pêwistin bikaraniye. Narîn ji wek wî gava ku buyerên kirêj yên bi serê wê de hatine vedibêji zimanekî tahrîkar(kişkirîn) û teşîrî(pêşandî) bikartîne ji ber tevlihevbûna hişê wê hişê xwendevana jî tevlihev dibe. Ji romanê mînak;"Devê hezar mêran li serê memikên min geriyan, hezar mêr di ser cetsên min de derbasbûn." Zêdetir diyalogên ewa yên ku ji bo diyarkirina rewşeke xemgîn ne pêwistin hatine bikaranîn. Ketina Cemşîd a romanê bandor qels kiriye, çiqas ji herdû mijar girêdayê hev bin jî li gor min , wêneyê Narînê bes bû. Wêneyên keserê hişyariyeke ji bo dê û bavên kurdên li Ewrûpa. Yek beşa romanê ew beşe ku serê Mîrze bi endamên rêxistina kurd re dikeve belayê, divêr de Mîrze nexweşiya me ya şîzofrenî (şik-guman) rexne dike. Zêde derketina ji mijaran û zêde vegotinên wekî pêşniyar peyamdayîna ji bo xwandevanan qels kiriye tevliheviya serpêhetiya herdû lehengan pêşiya kûrbûna li ser romanê girtiye . *ROMANA JI BER DERÎYÊ DESTANÊ VEGERÎYA YE (GIYANÊN BAHOZÎ) Çile 2009 weşanxane Do 440 rûpel* Di Giyanên Bahozî de lêgerîna encamek stendiye û mirov kare bibêje ku êdî şêwaza nivîsandina Mîr rûdinê. Ji îro pê de dê mirov karibe bibêje ev ziman ango ev hevok yên Mîr Qasimlo ne. Xweseriya Mîr ya bi lîstika hevokan êdî taybetiyek wî ye. Giyanên Bahozî sentezek e, ku alternatîfek jiyanê pêşkêşî jin û mêrên kurd dike. Êdî nivîskarên kurd hewl didin ku dengê dilên takekesiyên kurd ji bin kolektivîzma ku dirûv û çanda xwe ji fedoalîzmê girtiye derxînin .Weke nivîskar Cîhan Roj, Mîr Qasimlo ji xwendevanan vedixwîne guhdarkirina dengê dilê xwe. Giyanên Bahozî hindik maye bibe destanek, li ji ber dêrûniya qarekterên modern ji ber deriyê destanê vegeriya ye. Diyalogon ku bi têgehên modern xemilandîne û dûrî rastiya karekterên ku di rewşe evînek gewredane de rê nade ku ev berhem bibe destenek. Ji romanê çend diyalog; *1.Zerî Dotmam "Dizanim dîno tu min bi şalê spî, bi derpîk û bersîngên hevreşimiyên rengemorî bi porê vekirî û bi lêv û hinarkên dermankirî dixwazî. 2. Artîn bangî mirinê dike:"Ka were min ramûse.......... .û ez ewqas ji te hez dikim ku ligel hemû wesleyên cestê xwe dikarim qûna xwe jî ji bo qamişê te hesayî bikim. De were mertal terikiyo!!!Bi rastî jî qûna min, ji bo karê tu divê tu pê rabibi amadeye." * Tevî ku Artîn, evînek weka Mem dijî jî û ew evîn wî weke Mem ber bi mirinê ve jî dibe li di diyalogên jor de xweya dike ku lehengên romana Gihayên Bahozî jî xwedî dêrûniyek tevlihev in. Artîn paqijiya evîna xwe ji Zerî dotmamê bi van gotina dibêje ;"* Divê tu zanibe ku ew û ev hemû hewlên min, ne tenê ji bo ramûsaneke ji lêvên te û zewq girtina ji pîroziyên te bû." * Lê di beşek din de jî lehengê sereke yê romanê evîndarê bêhempa Artîn gotinên li dijî wan diyalogên jor dibêje; *Erê ez li te mêze dikim. Lewra mêzekirina li qorinç, pişt, çîp, qûn û li babûna porên te yê gulgulî min har û dîn dike. * Van axaftinên jor wekî ku ne ji devê kesên ku evînek pîroz dijî derketine, ji ber ku hestîyarî û evînî pêwistî bi dîtina *qorinç, pişt, çîp, qûn, bersîngên sor, derpîkê mor *nîne. Sedemek dinê jî ewe ku lehengên mîr tevî birîna xwe ya evînê mecbûr mane ku rê û dirb nîşanê civakê bidin. Ev hewldan hetanî cîhekî weke felsefe di romanê de jî xuya dike. Lê bi taybetî lehengên romanê çiqas nêrînên serdestiya mêran rexne bikin jî bi bikaranîna têgeh û sembolên vê nêrînê ketine dehfikê. Wekî gotinin dawî, ji alî ziman û hûnandinê ve Mîr Qasimlo serkeftiye. Romana duyem ya Mîr Qasimlo gelek bi tehm û herîkbar e. Zimanekî wêrek e. Li ser felsefa evîn û jiyanek hevpar di nava jin û mêran de wê asoyê xwendevana fire bike, ne mimkune ku xwendevan di bin bandora wê de nemînin. Êdî piştî xwendina Gîyanên Bahozî wê mêr werin rê û wê bi van peyva bangî evîndarên xwe bikin. *"Gulgulî esmeran,,, Berfîna li dilan... Sitêrka li çavan...Kena li ser hinarkan...Rehwana li qadan...Pêşreva Firîştekan...Serhildêra bêpîvan..." "Ka were çav keskê...Awir yezdanê...De were lê...De were ceniya min a bedew...were çip goştê...Lêv ziravê min a hov...giyana min a kovî...Ka were min carek din bikuje." *Berfo BARÎ Adara 2010 -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
