*

*
*

Duzimanî? !
*

Di ferhenga Saziya Zimanê Tirkî de wateya "duzimanî"yê wiha hatiye dayîn:
"Xwediyê du zimanên cihê bûyîn, xwediyê karîna xwendin û nivîsandina bi du
zimanên cihê bûyîn".*4* Helbet ev wate ji bo derbirina duzimaniya ku ji bo
vê pirtûkê bûye mijar têrê nake.

Li ser terîfa duzimaniyê lihevkirineke giştî tune ye. Cuma Çîçek jî di
nivîsa xwe ya navborî de vê rastiyê destnîşan dike û wiha pê de diçe, "... Her
çi qas peyva "duzimanî" zanîna du zimanan a kesek an jî komekê nîşanî mirov
dide jî li ser asta-kûrahiya, besbûna zanînê lihevkirinek tune ye. Li gorî
hin kesan, duzimanî bi giranî, li gorî faktorên wekî besbûnî û
bikêrhatîbûnê, di kategoriyên cihêreng de, wekî îdeal-qismî,
birêkûpêk-bihevketî dikare bê ravekirin, tarîfkirin."

mijara duzimaniyê hildaye dest de li bersiva van pirsan digere û li ser
duzimaniya kurdan dibêje, "...heta ku duzimaniya asîmetrîk a di hemû qadên
jiyanê de (mal, malbat, bazar, cîran, civak, dibistan, çapemenî, bazar,
xizmetên cemawerî (dewletê), xebatên çand, huner, ol û hwd.) hebe û berê wê
yê ber bi tirkî ve neyê berevajîkirin da ku berê xwe bide zimanê kurdî, ne
gengaz e ku zimanê kurdî hebûna xwe biparêze."

Bi nivîsa Cuma Çîçek re malpera Diyarnameyê mijar kire rojeva nivîskarên
kurd û nîqaşeke berfireh da destpêkirin. Di çarçoveya nîqaşa duzimaniyê de
26 nivîs di malperê de hatin weşandin. Nivîskarên kurd her yekî ji hêla xwe
ve mijar hilda dest û bîr û boçûnên xwe anîn zimên. Belkî jî cara yekem e ku
nivîskarên kurdînûs wiha mijarek bi berfirehî girtin rojeva xwe. Îcar me
xwest ku em wan nivîsan di pirtûkekê de bicivînin û pêşkêşî raya giştî ya
kurd bikin. Berî ku em derbasî nivîsên navborî bibin, em ê hewl bidin ku bi
kurtasî li ser terîfa duzimaniyê û sedemên wê hin agahiyan bidin.

Di Ansîklopedî û Ferhenga Larousseya Mezin de wateya duzimaniyê wiha hatiye
dayîn: Rewşa kesê ku karîna bi awayekî herikbar axaftina bi du zimanên cihê
bi dest xistiye (duzimaniya takekesî); rewşa civakekê, herêmekê yan jî
welatekî ku du ziman lê tê axaftin.

-ANSÎKL. Duzimanî, rewşeke ku pareke mezin a civakên li ser rûyê dinê
eleqedar dike ye; li ser rûyê erdê, di qadên neteweyî de hema hema li tu
derê dema ku mirov bi wateyeke teng lê mêze bike, rewşeke tekzimanî tune ye
(Li Ewropayê tenê du rewşên li derveyî vê pîvanê hatine diyarkirin: dewleta
Îzlanda û San Marîno) û gelek dewlet bi awayekî fermî pirzimanî ne (Swêd,
Belçîka, Yugoslavya, Fînlandiya, Yekitiya Sovyetan, gelek dewletên Afrîkayî
hwd.)*5
*

Wekî ku ji van her sê mînakan jî tê fêmkirin, ji bo kes an jî civakeke di
jiyana xwe ya rojane de du zimanan bi awayekî herikbar, bi rêk û pêk bi kar
tîne, mirov dikare têgiha duzimaniyê bi kar bîne. Ji ber ku mijara me ne
duzimaniya kesane ye, em bi terîfa Ansîklopedî û Ferhenga Larousseya Mezin a
der barê duzimaniya civakan de berdewam bikin; "Dema ku têgiha duzimaniyê ji
bo civakekê tê bikaranîn, li ser bingeheke wekhew (herî kêm di warê sazîtî
an jî hiqûqî de) bihevrebûna zimanên navborî di nava xwe de dihebîne. Di
rastiyê de rewşa ku herî zêde derdikeve pêşberî mirov, têkiliya di navbera
her du zimanan a li ser bingeheke newekhew de ye; sedemên dîrokî yên
duzimaniyê, sedemên sereke ne ku rê nadin bi temamî duzimanî di meriyetê de
pêk were.






Jîr Dilovan    - Evdile Koçer -   Zekî Ozmen   -   Helîm Yûsiv   -    Samî
Tan -    Arjen Arî  -    Fêrgîn Melîk Aykoç   -

Yaşar Eroglu -    Edîb Polat -    Amed Tîgrîs -    Husên Duzen -    Abdullah
Demirbaş -    Rizoyê Xerzî -     Qado Şêrîn

Murad Celalî -    Adar Jiyan -     A. Balî -    Medenî Ferho -    Arjen Arî
-    Cemîl Oguz -    Jîr Dilovan -   Ezîzê Cewo

Azad Zal -    Arjen Arî -    Mevlut Aykoç -    Medenî Ferho -









Hîvda İletişim

Büyük  Reşit Paşa  Cad:  Yümni İşmerkezi. ( İstanbul Kitap Kültür Sarayı )
No: 20 /   45      Vezneciler:
İstanbul

Tel:  0 212  519  59 44

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

<<attachment: du_zimani-pirtuk.jpg>>

Cevap