*Sertilî wê ve û paşpehnî vir ve *        *>> Denîz Baykal*CIZÎRA BOTAN,
12/5 2010 -- Ev biwêja meşhûr ko di nav Kurdan de tê bikaranîn, ji aliyê
vegotin û wateya xwe ve gelik biqîmet e. Cihê bikaranîna wê jî dema yek di
der barê çûna yekî ko jê eciz be de hestê xwe tîne ziman e. Wateya wê jê ev
e: Bila her û her sertiliyên te wê ve be, ango çûna te herûher berdewam be;
pehnîya te jî vî alîyî ve be ango şûnde hatina te nebe.

Bab û bapîrên me çiqas qencî li me kirine ko biwêjên bi vî rengî ji me re
mîrate hiştine. Bi hevokeke kurt çiqas maneyan vedibêje.

Min ev biwêj bo Denîz Baykalê ko di rojên dawî de navê wî bi kaseta seksê
ketiye rojevê û raya giştî bi xwe meşxûl kiriye, bi kar anîye.

Erê. Ewî ji roja ko dest bi sîyasetê kiriye û hetanî roja îro gelo îmzaya
xwe avêtiyê binê kîjan qencîyê ko heta em bi çûna wî xemgîn bibîn. Erê, ne
wî, ne zîhnîyeta wî ne jî seydayên wî yên ko wî nûnertiya wan dikir ji mirov
û mirovahiyê re tu qencî nekirine. Hela ji gelê me re ji bilî xwîn, girîn,
înkar... tu tişt neanîye.

Kirinên çepel yên seydayê wî yê yekemîn ko weke Kerro dihate nasîn rûpelê
dîrokê ji xwînê sor kirine.

Seydayê wî yê duwemîn yê esil-kurd jî di bin navê mirovperwerî û çepîtiya
sexte de dehan salan xortên vî welatî yên saf li pey xwe gerandine, ji doza
wan ya rasteqîn bi dûr hiştine. Ta ko rojekê di dema axaftina wî de wan
safan dirûşmeya "ji gelan re azadî" avêtin. Wê demê wî jehra xwe vereşiya û
got ko di vî welatî de "gelan" nînin, gelek bi tenê heye, ew jî gelê tirk e.


Ancax wê hingê serê hinekan li hedê ket û ew jî bû sedem ko ew ji serxweşiya
hezjêkirina wî hişyar bûbin. Ya hişyariyê hişyar bûn, bes be'de xerabil
Besra. Enerjiya xortaniyê ya deh salan "hebaen mensûr" çû.

Jehra wê zîhnîyetê bû sedem ko zariyên vî welatî biqasî deh-panzdeh salan ji
dêl ko li ser pisgirêkên gelê xwe rawestin, li ser pisgirêkên Vîetmanê ,
Erîtreyê, Angolayê, Filistînê... rawestiyan. Şevan hetanî sibehan qirik li xwe
diqetandin ji bo wan welatên navborî. Demên xwe yên herî hêja bi nîqaşên
weke gelo Rûsya emperyalîst e, yan jî sosyalemperyalîst e derbas kirin..
Nûnerên wê zîhnîyetê jî dema ko xortên me di vê rewşa kambax de didîtin di
bin lêva xwe de dikeniyan, kena xwe li wan dikirin, li me dikirin.

Bi vê bûyera wî rastiyeke din jî derkete holê; ew jî ev e: Gotineke ereban
heye, dibêje "El-cezaû mîn cînsîl-emel". Ango siza li gorî kirinên mirovî
ne. Mirov kîjan neqenciyê bike, teqez dê duçarî heman neqenciyê were.

Wî jî bi hemû hêza xwe ve arîkarî da ergenekonê. Kirinên wan yên hovane, yên
ji aliyê dadgehên serbixwe ve hatine eseyîkirin nedît, yan jî xwe li
nedîtinê qewimand. Ev arîkariya xwe ewqas bi pêş de bir heta ko xwe wekî
parêzerê wê hêza tarî îlan kir.

Îca em binêrin cîlweya qederê. Tişta ko xuya dike hêzeke tarî kemîn li ber
wî danîye û di rewşeke ko wî hay ji xwe neyî de ew xistiye kemîna xwe. Ew bi
xwe bû arîkarê hin kesên neqenc, Xwedê jî hin neqencên din lê kirin bela.
Wek çawa tê gotin. "menêrin yê dibêje, binêre yê lê dide gotin" welê jî
menêrin yê dike, binêrin yê lê dide kirin.

Ma em jê re çi bibêjin. Gotina me ya dawî dîsa ew e: Sertilî wê ve, paşpehnî
vir ve.
----------------------------------- Nivîskar: *QADIRÊ CIZÎRÎ*<[email protected]>
Weşandin: 2010-05-12
Xwendin: 95

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap