RÛSPÎTÎ
Rûspî maldare, nandare. Rûspî rewşenbîre, zanaye û rêbaze.
Rûspî bi xîrete, bi bexte. Rûspî rastgoye, derewan nake. Rûspî bi
tevgera xwe mînaka civatê ye. Rûspî nûnêrê civatê ye, ji civatê re
pêşeng e. Rûspî berjewendîya civatê di ser ya xwe re dibîne û digire.
Rûspî civatê di her şert û mercî de di parêze. Rûspî wêrek e, li dij
qeda û bela helwesta xwe digire; ji bo xweşî ya civatê ji tiştekî
natirse.
Di kevneşopîya Kurda de cîyê rûspîtîyê pir girînge. Rûspîtî
wek mezringehek bû, nakokî û pevçûnên civatê li wir dihat çareser
kirin. Rûspîtî kelha demokrasîyê bû. Bîryarên rûspîyan wek zagonan bû,
tu kes nikaribû li hevhatin betal bikira. Rûspî jî bîryarên xwe bi
dadmendî dida, bawerîya civakê pê re bû. Civatê hemî problemên nav
xwe û yên giştî li ba rûspîyên pispor çareser dikirin. Ji ber wîye di
wêje, stran û çanda Kurda de navê gelek rûspîyan cî girtî ye.
Rûspîtî ne axatî bû û ne jî şêxtî bû. Dewlemendî, xwedî mal û
milk bi serê xwe tenê ne şertê rûspîtîyê bû. Wek dîtina hineka ne
feodalî bû jî. Belê gelek rûspîyên axa û şêx hebûn lê ne hemû bûn. Ji
rûspîtîyê re rewiştek pak û zelal hewce bû. Civatê gor pratîka
(kirdarî) wan bi wan bawer dikirin, rûspîtî giran biha bû. Di şahî û
şînê de cîyê rûspîyan her dem li pêşîya civatê bû.
Rûspî di çareserkirina problemên di nav civatê de bê teref bû.
Herdu alîyê probleman bi rêz guhdarî dikir, bi gelek kesan re di
şêwirî paşê bîryara dadmend dida. Li ba rûspî ciyawazîya dewlemend û
hejar tunebû. Ciyawazîya xurt û bêhêz tunebû.
Mixabin van salên dawî kevneşopîya gel serobin bû, mezringeha
rûspîtîyê jî hilweşîya. Valahîya rûspîtîyê kete destê rêxistinên
îdeolojîk, ew jî li her problemê bi çavê îdeolojîk mêze dikin. Ji ber
wî problemên civatê bi xweşî, bi pakî nayên çareser kirin. Rêxistinên
doza rûspîtîyê dikin, probleman bi zordestî didin dewisandin. Bi vî
awayî maf û dadmendî zerarê dibîne, bîr û bawerî jî namîne. Zorbazî tu
car nikare demokrasîyê saz bike. Çimkî di giyana zorbazîyê de bi qas
pirîskekî cîyê demokrasîyê tune. Berjewendîya rêxistinê di ser
berjewendîya gel re tê dîtin. Ev jî dibe sedema problemên nû.
Wijdana civakî ne rehet e, divê mafên mirovan ev qas neyê
gerisandin. Wekhevî tunebe yekitî ya gel jî çê nabe. Bê demokrasîyê
jîyaneke hevdemî bi dest nakeve û civat jî pêşve naçe…24 Îlon 11
Tevger Çekdar
--
- Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in.
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
- Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu.
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir.
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.