Kampanyayeke Kurdî ji bo piştgiriya Hokman Cuma
July 29, 2010 by Zinar Ala 
Ji bo îmzekirinê li ser wêneyê bitikîne
Di dawî de Kurd ji bêdengiya xwe  derketin û derbarê biryara  dadgeha Spanî bo 
zindankirina Hokman Cuma   kampnayayeke îmzekirinê destpê kirin. Kampanya bi 
navê “KURDISH SOLIDARITY CAMPAIGN FOR HOCMAN JOMA” di 27ê vê mehê despê kir.
Belavoka kampanyayê a ku bi zimanê  îngîlzî hatiye wşandin behsa tundiya 
biryara 
 dadgeha Spanî derbarê  cezakirina Hokman Cuma  dike ji ber avêtina pêlava xwe 
li dijî Erdogan,  her wiha  bi kurtî  li ser pirsa Kurd û Kurdistanê piştî 
peymana Lozanê  diaxive.
Di dawiya belavokê de kesên îmzevan bala wezareta dadê ya Spanî  dikşînin ta ku 
li ser doza Hokman Cuma  rawste.
Tê zanîn ku berê dadgehkirina Hokman Cuma di meha bihorî de  gelek siyasetvan, 
hunermend û nivîskarên Spanî belavokekê weşandibûn ku têde azadî ji Hokman Cuma 
 xwestibûn.
Hokman Cuma Kurdekî ji herêma Kobanî ye,  di sibata bihorî de  pêlava xwe 
avêtibû serokwezîrê Tirkiyê Erdogan  dema  serdana xwe ji bajarê Sevilla re û 
bi 
sê sal zindan û dayîna  408  euro hate cezakirin.
Hêjayî gotinê ye ku berpirsê vê kampanyayê birêz  Solîn Hacador e.
- Ji bo îmzekirinê bitikîne
- Ji bo agahiyên berferh derbarê Hokman Cuma bitikîne.
Posted in Mafê mirovan, Spanya | Tagged Hokman Cuma | Leave a Comment »
Li Suriyê beranekî “har” jineke 45 salî kuşt
July 29, 2010 by Zinar Ala 
Beranekî Sûrî / Foto: Carlos Sieiro del Ni
Li gorî nûçeya malpera Aksalser pêr roja  sêşemê baranekî “har” bi qoçin xwe li 
jinike 45 salî  xist li gundekî  ji navçeya Tedmorê ya girêdayî parêsgeha Homsê 
û dawî li jiyana wê anî.
Aksalser radigihîne ku dema jinekê mêyên  xwe se dikirin û dît ku ew beran  dev 
li ser mêyekê dina, jinekê xwest  ku bi miya xwe bigre lê mî derbakî lê 
xist. Cîranekî jinekê ji aksalser  got: “Di dema şerê  jinekê û miyê de, beran 
hîn har bû û berê xwe da jinekê û derbakî xurt lê xist û di cih de kuşt”.
Jinekê rakirin nexweşxaneya Homê lê ji ber herikandina xwînê  bi awakî tund ew 
dest ji jiyana dabû.
Posted in Cîhana Erebî | Tagged Beran | Leave a Comment »
“Heywan Qezenc Kirin”
July 29, 2010 by Zinar Ala 
Foto: heraldodeoregon.wordpress.com
Îro rojnameya El Mundo sernivîseke balkêş weşandibû di bin wêneya serokê 
Katalunya Josep Montilla û cîgirê wî Josep Lluis Carod-Rovira, yê ku serxwebûna 
Katlunya destek dike.
El Mundo sernivîsa  “Heywan Qezenc Kirin” di serrûpela xwe de weşandibû Nûçe jî 
behsa qedexekirina parlaman Kataunî ji lîska gamêşan di herêma Katlunyayê de.
Tê zanîn ku serokê Katalunyayê li dijî qedexekirinê  deng dabû şû cîgirê wî 
Josep Garod  ji qedexekirinê gor erê.
Gelo mebesta El Mundo  ji vê sernivîsê çi bû?
Posted in Katalunya, Medya Spanî | Leave a Comment »
Êrîşa li dijî dîkanên Kurdan li Dörtyolê  /Îskenderon (Vîdyo)
July 28, 2010 by Zinar Ala 
Posted in Turkiyê | Tagged Dörtyol | Leave a Comment »
Katalunya “Lîska Gamêşan” qedexe kir
July 28, 2010 by Zinar Ala 
Li pêşiya parlamana Katalunya protesto dike
Bo cara duyemîn di dîroka Spanya de herêmeke otonomî lîska gamêşan  qedexwe 
dike, îro parlamana Katalunya  lîska herî tradîsyonal li Spanya   qedexe kir.
Li ser dawaxza însiyatîvek ji xelkê Katalunyayê ku daxwaza qedexekirina lîska 
gamêşan kiribû, îro parlamana Katalunya yasaya qedexekirina vê lîskê pesend kir.
Encama dengdanê di parlamana Katalunyayê de (Foto: epa)
Ji nav 135 parlamanter  55 kes li dijî qedexekirinê bûn, 9 jî  ji wan   dengên 
xwe nedan, belam  68 parlamanter daxwaza însiyatîva xelkê  Katalunya bi cih 
kirin û gotin “Na”  ji lîska gamêşan re. Yasaya nû wê di despêka sala 2012 wê 
bê 
tetbîqkirin.
Tê zanîn ku herêma Gravên Kanaryayê yekemîn herêm di Spanya de ev lîsk 
qedexekiribû, parlamana Gravên Kanaryayê lîska gamêşan di 1991 de qedexe kiribû.
Posted in Katalunya, Spanya | Tagged Lîska Gamêşan | Leave a Comment »
Kurdish Culture and Dengbêj Music (Belgefîlm)
July 27, 2010 by Zinar Ala 
Ji bo temaşekirina vîdyo li ser wêneyên bitikîne
Posted in Mûzîka kurdî | Tagged Amed, Diyarbekir, Kurdish Culture, kurdish 
muzik, Mûzîka kurdî | Leave a Comment »
Civata Dengbêjan li Diyarbekirê (Vîdyo)
July 26, 2010 by Zinar Ala 
Posted in Mûzîka kurdî | Tagged Civata dengbêjan, Diyarbekir | Leave a Comment »
Şêweya çêkirina sabûna Efrînê (Vîdyo)
July 25, 2010 by Zinar Ala 
Posted in Çiyayê Kurmênc | Tagged sabûna Efrînê | 1 Comment »
“Ser le ser Rani” bi dengê Kanî (Vîdyo)
July 24, 2010 by Zinar Ala 
Hunermend Kanî (Foto: Youtube /Kurdsat)
Stranbêja deng   şîrîn Kanî strana “Ser le ser Ranî” bi awakî pir xweş 
gotiye. Kanî ji xelkê Silêmaniyê ye, navê wê yê  rastîn Şamêrane, lê ew navê 
Kanî ji xwe re hibijartiye  bo cîhana  hunerî.
Stran ji programa Soz ya televîzyona Kurdsat hatiye wergirtin.
Tê zanîn ku ev stran berê bi dengê hunermendê mezin Muhemed Mamlê  hatiye 
xwendin.
Posted in Mûzîka Cîhanê | Tagged Kanî, Mamlê, Ser Le Ser Ranî | 2 Comments »
“Min biriya te kiriye” ji Fogueira das Rosas (Vîdyo)
July 23, 2010 by Zinar Ala 
Foto: Ji malpera fermî ya "Fogueira das Rosas"  hatiye girtin
Berî çend rojan me vîdyoya bazada grûpeke Brasîlî li ber strana  “Hey Şêxanî” , 
îro jî em rastî  grûpeke Brasîlî bi navê “Fogueira das Rosa”  hatin,  
hunermendên Brasîlî strana hunermend Şivan Perwer “Min biriya te kiriye”  
dibêjin.
Grûp ji dengbêj Angélica  Leutwiller û daholvan  Valéria Zeidan pêk tê.
Brasîlî li ber strana “Hey Şêxanî” direqisin (Vîdyo)
Posted in Brasîl, Mûzîka kurdî | Tagged Fogueira das Rosas | 2 Comments »
Chávez: Bijî Beşar El-Esed! (Vîdyo)
July 22, 2010 by Zinar Ala 
Foto: Ji malpera serokê Venezuela Hugo Chávez hatiye girtin
Di zarokatiya xwe de min weke hemû zarokên dibistanan li Suriyê bang dikir “Ta 
ebed Ta ebed serokê me Hafêz El-Esed”, her wiha solganên weke “Bi can bi xwîn 
em 
goriyê tene Hafêz”.
Piştî wê J di nûciwaniya xwe de, li şûna serok Hafêz El-Esed serok Apo şûnê 
girt, û me slogana “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey serok” digot, lê dema 
hinek 
aqil kete serê me û me fam kir ku “çanda bijîkirinê” çandeke paşvemayî û tenê 
kesên kole peyda dike, êdî me dev ji van sloganên vale berda.
Di sala 2000an dîktatorê berê Hafêz  El-Esed mir û kurê wî Beşar şûnê girt, baş 
tê bîramin carekê dema me  dersên amadekirina leşkerî distand, generalekî  
serdana fakulteya me  kiribû,  dema ew kete hundirê hola mezin min rabû beşekî 
ji helbestekê  li ser Beşar xwend, piştî wê jî hemû kesên di salonê de li 
çepikan  xistin. Lê gelek hevalan dizanî ku min ne ji dilê xwe de vê helbestê  
digot û min xwestibû ku hinekî Show di hundirê holê de bikim.
Berî çend rojan min axaftineke serokê  Venezuela Hugo Chávez  derbarê giringiya 
serokatiya Beşar El-Esed  di  rojhilata navîn de dît  û  çawa kesên “çepikvan” 
piştgiriya   axaftina  wî dikirin, wan rojên bijîkirinê hatin bîramin, min 
digot 
qey tenê li  rojhilata navîn ev çand heye.
Yekî ji kesên hazir di salonê de rabû ser piya xwe û ji serokê Venzuela re got: 
“Rihê min, gewdê min û xwîna min ji bo vî welatî,  ji bo şoreşê, hûn her bijîn 
 û bijî Beşar El-Esed, bijî Suriyê…”
Chávez jî got “Viva Beşar El-Esed” ango “Bijî Beşar El-Esed” û ser kesayetiya 
wî 
û yê bavê  wî  bi awakî xweş axivî, li hêlê din jî  ez li Beşar û Esmaa 
dinêrim, 
li rûkeniya wan mêze dikim, nizanim ji ber  dîtina ev şanoya Venezuelî  yan jî  
 
ji ber axaftina Chávez li kêfa wan  dihat.
Tê zanîn ku serokê Suriyê di heyva  bihorî de serdana Kuba, Venezuela, Arjantîn 
û Brazîlê kiribû ji bo  îmzekirina peymanên aborî û ji bo şikandina zincîra 
tenhatiyê ku li dor  deshilata Suriyê hatiye gerandin.
Têbînî: Di vîdyoya duyemîn de Chávez nîşana “Têkoşerê Azadiyê” dide serokê 
Suriyê û wî weke “yek ji têkoşerên azadiyê ya cîhana nû” dibîne.
Posted in Jiyan û nivîsên min, Venezuela | Tagged Beşar El-Esed | Leave a 
Comment »
Keçeke Kurd dixwaze biçe ser heyvê
July 21, 2010 by Zinar Ala 
Ûle El-Osman li gel Asmaa El Essed / Foto: afrin4dev.sy
Ûle El-Osman şagirteke Kurd ji herêma Çiyayê Kurmênc / Gundê Cindrêsê  , ew yek 
ji xwendevanên serkeftî di zanînîa matamatîkê de  li Suriyê.
Ûle rêza sêyemîn di olimbiyada zanistî di beşê matamatîkê de  wergirtibû û bi 
fermana serokê Suriyê Beşar El-Esed hatibû xelat kirin.  Keçeke Kurd Ûle nîşan, 
sertîfîka û xelatek bi bihaya 100.000 ji lîreyên  Sûrî (nêzîkî 1750 euro) 
wergirtibûn.
Ûle di  mehê gulanê de jî ji aliyê Asmaa El-Esed, jina serokê Suriyê,  hatibû 
pêşwazîkirin û di serê vê mehê de jî çûbû Kazaxistanê ta ku  beşdarî Olimbiyada 
navnetwî di beşê matamatîkê de.
Ûle ji portala Efrînî re axivî û got :“Daxwaza min a mezin  ez bibim ezmanger 
(astronot) û ala welêt deynim ser heyvê”.
Posted in Çiyayê Kurmênc | 2 Comments »
 
Li gel silavan / Grüsse / BESTS/ Salamat
Cankurd
http://peyam.eu
http://cankurd.wordpress.com
http://ar.netlog.com/keloshk
http://en.netlog.com/kurdax
Têldest: (+49) 163 869 81 59
Navnîshan: DUSK, P.O.Box: 410 120, 53023 Bonn, Germany

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap