Bi rêz û silavên xwe nivîsareki xwe bi we re parvedikim.

                       ÇIMA ERÊ ?

       Bi we diyare wê pakêta guhertina makezagonê di 12 Îlonê de biçe
dengdayînê, referandum dê bê çêkirin. Hişê Kurda tevlihev e, çimkî
beşek dibê ERÊ, beşek dibê NA, beşek  jî dibê ne erê ne jî na; hema
seranser BOYQOT. Bi rastî ji bo çi xwedi vê helwestêne ew jî ne zelal
e. Beşa ku dibê na an jî boyqot, bi vê guhertinê  demokratikbûneke
çawa dê bê çêkirin ewî jî baş nizanin. Ev pozber kirina BDP ê û
rêxistina PKK yê ye, Ji  ber wî nikarin li dij derkevin. Bi viyana xwe
ya azad nîne ev helwest girtin.

      Demên AP(Demirel) û CHP(Ecevit) di hilbijartinê de gel dibû du
enî.Bi zanatî an nezanî dengê xwe didan gelek caran.Cîraneki me hebû,
xulambû Hemo, min jê pirskir “ tuyê dengê xwe bidî kîjanî ? “ bersiva
wî wuhabû “ dengê min ê malbata hecî Mistefa ye, ew bidin kî, ezê jî
bidime wî “ Di guhertina makezagonê de dengdayîn jî wek Hemo dê biçe.
PKK û BDP dest daye ser dengê gel, ew çi bêjin gel mecbûr e wî bibêje
mixabin. Tê dîtin û bihîstin gel di bin bandorê de ye, ne azad e. Ji
ber wî nizane ev guhertina makezagonê pêşveçûyîneke, demokratikbûneke
bê guman. Her çiqwas gaveki biçûk be jî, ji bo pêşerojê ger piştevanî
bê kirin.

      Li dij derketina guhertina makezagona 12 Îlonê mirov helwesta
CHP, MHP û ê partîyên “ çep “ên Kemalist fêm dike ji buy çi dibên NA.
Ew AKP yê dikin hêncet ku sernekeve, lê armanca veşartî ne ew e.
Naxwazin “ statuko” biguhere, naxwazin  sazîyên sîstemê (AYM-HSYK) bên
hilweşandin. Naxwazin demokratikbûn û pêşveçûn çê bibe. Armancên xweyê
veşartî bi hinek tiştên din di xemilînin ku neyê dîtin. Lê mirov
nikare BDP û  ji Kurdên di vê enîyê de cîh girtine fêm bike ! Helwesta
wan ne gorî berjewendîyên gelê Kurd e. Bingeha vê makezagonê “ yek
dewlet, yek netew , yek ziman, yek al “ e. Ew netew jî Tirk e. Ev tê
zanîn , ka mirov çawa dibe cerdevanê vê makezagonê ?

     Madem ku hûn zagonên komara Tirkîyê  hilnadin balê, hûn çima di
parlamentoya wan da sîyasetê dikin? Hûn çima parlamentoyê boyqot
nakin ? Ev durûtî nîne çî ye gelo ? Ev tevgera we ne Kurdewarî ye û ne
jî dirûstî ye. Ji alîkî ve hûn dibên “ em dixwazin bibin partîyeki
Tirkîyê ”  li alîyê din pişta xwe didin pêşve çûnê! Heger hûn ji dil û
can di vê gotinê de dilsozin ger hûn di dengdayînê de erênî lê mêzekin
ne wisa ? Li dij serbestî û azadî yê helwest girtin çiqwas rast e ?
Hema rasterast bibêjin “ em naxwazin statuko bi guhere “, cîhê we
girtîye enîya kemalista ye bêguman…

     Madem ku ew hêz tune em makezagonê bi tevahî ji bingehê bi
guherin, divê em piştevanî bidin vê guhertinê di dengdayînê de bêjin
ERÊ. Bila bibe sedema derî vekirina demokratikbûnê û pêşve çûnê. Ji bo
çareser kirina pirsgirêka Kurd, çêtirdîtina Kurda gere ERÊ be, ne na û
boyqot be.Şoreşgerî ne li dij pêşve çûna ye.

-       Ji bo pirsgirêka  Kurd di nêvengeki azad de bê axivtin ERÊ
-
-       Ji bo mafê mirovan pêşve biçe ERÊ
-
-       Ji bo êdî darbe neyên kirin ERÊ
-
-       Ji bo bêdadî neyê kirin ERÊ
-
-       Ji bo zarokên bêguneh neyên daliqandin ERÊ
-
-       Ji bo rewşenbîr û rojnamevanên birûmet li kuçe û kolanan neyên
kuştin ERÊ
-
-       Ji bo kujarîyên “kiryarker kifş” nebin ERÊ
-
-       Ji bo cîhawazîya TSK bê şikandin ERÊ
-
-       Ji bo bê sedem binçav kirin nebin ERÊ
-
-       Ji bo bandora kemalistan bê lawaz kirin ERÊ
-
-       Ji bo kedkar, xebatkar û karmend bigihên mafên azad ERÊ
-
-       Ji bo pêşve çûnê ERÊ
-
-       Ji bo bêdadî yê ERÊ
-
-       Ji bo êdî kes îşkencê nebîne ERÊ

     -Ji bo partîyên sîyasî neyên qedexe kirin ERÊ

Bîr û bawerî ya mirov bi gelê mirov hebe ger tu partî û rêxistin
têkilî viyana gel nebe. Ku hûn vî gelî bikin bin bandorê wê gel bi çi
awayî demokrasi yê nas bike ? An hûnê kengê bibin demokrat ?...
23.07.10

Tevger ÇEKDAR

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap