Rewşa cîwanên Kurda derheqa ziman da ez êşandim min jî wek helbest gilû gazinê xwe anî ziman.Digel silav û rêz
ZEMAN Û ZIMAN Xwedêyooo ev çito mirov in û çawa dipeyivin ? Dijminê zimanê xwe, barkêşê asimilasyonê ne Kurdîya pîroz diherimînin, dilewutînin mixabin “etmişkir,gelmişkir,gitmişkir bendejî,sendejî ” Wey sed hezar car tifûûû li rûyê we, li sikûmê we Zimanê me paqij e, zelale wek we ne şîr heram e Hûn ji xwe fedî nakin ey rûreşno, bêhişno Ji Ehmedê Xanê, ji Elî Herîrî Ji Feqîyê Teyra, ji Melayê Batê Ji Bedirxanîyan fedî bikin, ji Xwedê bitirsin lo ! Ev ne Kurdîtî ye sosretbûna we ye ev Belengazno xwe nexapînin bê ziman hûn ne tiştek in Min nizanibû hûn ewqas bê xîret in Min nizabibû hûn ewqas bê rûmet in Min nizanibû hûn ewqas bê şexsîyet in Min nizanibû hûn ewqas beredayî ne Min nizanibû hûn ewqas bê armanc in Lê ez baş dizanim hûn ne rêzdar in û ne jî Kurd in Tewşo mewşo nebin, ne nezan bin Hûn ne Tirk in, ne Farisin, ne jî Erebin Em xwedî dîrok û zimaneki dewlemend in Em destana Dewrêşê Evdî, Serhildana şêx Seîdê Kal, Strana Evdalê Zeynikê ne bi Kurdî Hey malnexerabno şîyar bin Welat bindest e em bêkes in Em in zimanê me bi tenê maye Wî jî nelewitînin bi çar lib tirkîya xwe Ji dil û can fêr bibin zimanê xwe Paqij bikin tolaz û neçêya ji nav me Ez dizanim hûn jêhatî û jîr in Ez dizanim hûn egît û têkoşerin Ez dizanim hûn biaqil û bi huner in Ez dizanim hûn bi rûmet û bi xîret in Jîyana xwe bi Kurdî bixemilînin Herdem dilşa û bextewar bijîn 24 Hezîran 10 Tevger ÇEKDAR -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
