îbrahım Guçlû di 5ê heyva 8an da bi VOA, pişka kurdî ra axatin kir û ramanên
xwe dîyar kirin.Guçlû şaş e.Çewan?

îbrahîm Guçlû di derkarê bûyer û şehîd kirina çar kurdewerên hêja li Batmanê
xwe him wek serdozger (savcî) hem dadger,hem çavdîn û hem jî wek pêzanek
dibîne û bûyerê hûr gilî kdike.Sendroma nesaxîya kû li Îbrahîm peyda bûye,
dîsa ji nûve lê esel da.

Bi vê şirovekirina xwe ya qirêj û gendel îbrahîm guçlû dixwaze şerê
birakujîyê ji nû ve geş û gurr bike.Çawan? Efendim li gorê guçlû, berîya
1980î PKK êrîş birîye ser mala RamanÎyan û ev şehîdên hanê jî temamî ji mala
Ramanîyan in, mada welê ye ev çalakî jî ji alîyê PKK ve hatîye bi
cihanîn.Koro koro! Tilîya min li çavê te! Bi vê dîtinê Îbrahîm Guçlû,
gêjlûtî dike.Ev çalakî bi her awayî kifş e ku ji alî dewleta kûr û alîgirên
wê yên taşeron ve hatîye bikaranîn, çimko hemû gorîyên çalakîyê kurdewer in,
lê kula gêjlû tevgera mîlletê kurd a neteweyî ye.Bi tirkî dibêjin  ''bana
yox, içine pox!'' gêjlû ji niha welê dike.Bira! Ma te di nav tevgerê de cih
girt ku cih nedane te?Gêjlû çiqasî pirr qise bike ewqasî xeletîyan
dike.Bira!'Kêm qise bike ku ji xelqê wetre tû alim î.Bi gevezetî û çamûr
avêtinan tû nikarî xwe bigihêjînî qadek.Ez jî wek te endamek PKK nîn im lê
dîvê mirov rastîyan bibîne û bi însaf qise bike.Bi van tevger û pêgirtinên
xwe birez gêjlû, tû ji ramanên DDKO re jî îxanet dikî.

Gêjlû didome:Boykotkirina BDP a di derkarê guhertina makzagonê de ne rast
e.Tamahî korahî! Gêjlû nabîne ku îsmet Înono kurd bû û li Lozanê mafê kurdan
pêpez û wan yexsîr û belengaz kir.Wê çaxê dînek kevîrek avête bîrê herştê
salê hemû aqilmend hatine ba hev nikarin wî kevirî ji bîrê derxin.Ma kor jî
kerr jî pepûk û qijik jî zanin ku ev guhertina makzagonê peymana Lozanê a
rojane ye. Neyênî û erênîya wê bihêlin di nav tirkan da.Kurd di çêkirina vê
makzagonê da teref nebûne ku di guhertina wê de bibin teref.Lê gêjlû xwe
teref dibîne.Bira, dewê te li gebola te! Neyênî jî serkeve, erênî jî serkeve
bo kurdan tiştek veguhestî çênabe.Aa, îro eger guhertina makzagonê bi temamî
bihata çêkirin,maf û azadîyên milletê kurd jî tê de bihata cih girtin û BDP
boykot bikira wê çaxê mafê te û dijderketinê hebû,ê me hûmyan dê
hebûya.Îsmet Paşa jî ''Plana Îsleheta Şerqê'' derxistibû, di rûqal da wek
''islehet''ek bû lê esasê wê komkujîya kurdan û şewata gundan bû.înkarî û
îmhayî ya Kurdan bû.Ev guhertina makzagonê jî eynî welê ye.

Çîye efendim! Darizandina Kenan Evren dê were çêkirin.Wey lolo wey lolo!
Kuro îro Kenan Evren were helawisînin jî çi jê derdikeve? Piştî ewqas qetl û
qîtalan ez çibkin ji helawistina Kenan Evren! 'Iqtîdara AKPyê xwe wek teyrê
tawis nîşan dide.Lê helbetvanê kurd çendî xweş gotîye:

Tawis bi wî şiklê melîh
Şermendeyê saqên di reş.
Ew qijika gûxwar binêr
Qijqij dikit elwan im ez.

Bira gêjlû, li rengê nexşo mexşo yê tawis menêre û mexape, lew re saqên wê
jî wek saqê mirîşkê ye reş û şermende ye.Tû jî di kuçeyên Amedê da wek
qijikê qij qij meke. Çimko em zanin ku tû ne elwan î.Hê negihiştî avê xwe
dişemirînî.Tu peya yî lê xwe suwar his dikî.

Kerikê ker ajo ew kî ye te dajo?

Seîdê Sîsî

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap