Makazagona nû dibêje ci?

*Dî nava Makazagonê de, yek ji xususîyetên devletê bi navê,'' dewleta sosyal '' 
tê dest nîşankirin. Ji ber hindê di nava pakêta ku wê were ber xelkê, tê de ji 
bona refek kesên ku bi dezavantaj in, hinek taybetmendî têne revakirin û pêşîya 
wan vedibe. Bi van guhertina, Pîrek,zarok, kal, qop,şehîden herb û wezîfeyan û 
sêvî û bêkes malul û kesan seqetmayî, ji bona van teva, hinek tedbîrên nû û 
cudatiya pozîtiîf, wê ne li hamberî berjevandiyê Makazaonê bê hesibandin. 




* Ji wê û pê de wê herkes karibê daxwaza parastina veşartina mafên xwe yên 
taybet bike.Bi gotineke dinê, di nava derfetên rewşa dijîtal de, weke ku tê 
zanîn, nav, temen, navnîşan, rewşa medenî, nimra telefonê, nimra pasaportê, 
rabirdûya taybet, wêne, deng û şopa pêçîka ji her alî ve ji bona istismarê 
vekirîye. Wê herkes ji bona van xususîyetên xwe yên taybet karîbê daxwaza 
qedeqekirinê bike. Wê herkes karîbe daxwaza veşartina van agahiyên taybet bike. 
An, wê karibê daxwaza zanînên bikemasî an zêdekirî bike û van zanînên ku 
heqîqetê temsîl nakin, rastkirina wan talep bike. 




* Azadîya derketina derveyî Welat encax, di merhela pirsandina tawanbariyê de, 
ew jî bi biryara dadger tê sinorkirin.Di Makazagona ku vêga de, qedexekirina 
azadîya derketîna dervayi Welat, ji xwe heye. Bo nimune, ku karsazek, ji malîyê 
re deyndarbûya di heman demî de, derketîna wî ya derva dihate qedexekirin. AIHM 
di sala 2006 an de ji ber deynê Bacê, qedexekirina azadîya derketîna dervayî 
Welat li dijî mafên mirovan dît.Di amadekirina nû de, naveroka azadîya seyahatê 
hê betir fireh dibe. Mafê azadîya derketina derveyî Welat encax, di merheleye 
pirsandina tawanbari, ew jî bi biryara dadger tête sinorkirin. 




Ji bona hemwelatîya serdana tekakes, dibe mafekî makazagonî; Serdana takakes; 
Di dozên maf û azadîya de ku dadgeh bîryara xwe dabû be û hemwelatî ji wî 
biryarî netatmîn bin, di karîn serdanê li dadgeha makazagonî bikin. Dadgeha 
Makazagonî, dibe du şax û lijneya rayagiştî. Her du şax ji wê serlêdana 
takakesî misoger bikin. Di binya wê biryarê de, ji sedûbîsthezar dozî,sêzdeh 
hezar doz yên hemwelatîyê Tirkîya yê ne. Ji alî mahkumkirinê ve Tirkîya di nava 
Welatên Evropa de serî dikişîne. Û Tirkîya bi milyona tazmînat dide kesen 
maxdûr. Ji nû de avakirina dadgeha zagonî, wê vê dadgehê bike '' Dadegeha mafen 
mirovan ya Tirkîya yê "




*Berê karkerek encax, karîbû bibe endamê sendikayekê, ji vêga û pê de her 
karker karê bibe endamê gelek sendîkayan. 




* Ew cara yekê ye ku mamur wê bibin xwedî mafen peymana giştî. Ji wê derfete wê 
memurên teqawût ji mafdar bin.




* Tawanbarîya mamurên rayagîştî, êdî wê di bin hewldarîya dadgehande bin.




* Ji wê û pê de wê hemwelatîyên me ji ber mekanîzma hewldarîya rayagiştî, êdî 
li ber derîyê dadgehan tomar nebîn. Wê paketa nû mekanîzama ombussmanî ye bi 
xwe re bîne. Bi guhertinên Makazagona nû re, hemwelatîyên ku ji ber niheqîya 
desthilatgirîyê magdur bûne, edî vê karibin serî li wê sazîyê bidin. Karin 
gilîyê xwe li ba vê sazîyê bikin. Êdî vê hemwelatî astengê xwe nebin dadgeha, 
raste rast vê karibîn astengê xwe bi alîkarîya wan sazîya çareser bikin. Wê 
mafê xwe hê zûtirin bdest bixin. Ew, gîlîyê ku ''kesên ku mudaxele bikin ma 
nînin, ''ka, devlet li qûye?'' wê ji binî ve bêne çareserkirin û ji holê rabin. 




* ji biryarên lijneya leşkerî ya bilind (YAŞ) rêya dadgehê vedibe. Li gorî, 
daringa 125 ya Makazagonî, her cure çalakîyên desthilatdarîyê giredayî hewldana 
dadgehê ye; Lê ji nava wan daringa du daring weke îstîsna hatinê qebulkirin, 
yek, karûbarê Serokkomer, dido biryarên Lijneya bilind ya leşkerî. Ji ber 
hindê, gelek personelên leşkerî bêxweparastin û bê azadîya serdana mafê xwe,bi 
bahaneyên nihaq, ji karên xwe hatin dûrxistin. Ji darbeya 27 Gulanê û vir de 
230 general û bi hezaran serleşker ji artêşe hatin îxraçkirin. Pakêt, êdî ji 
bona van biryara,mafê hewldana dadgehê misoger dike. 




* Kesen sivil ji vê û pê de wê ne di dadgehên leşkerînde verîn darizandin. Ji 
bilî, mercên herbê pê ve tu kes wê di dadgehên leşkerî de neyê darizandin. Li 
Welatên pêşveçûyî, axilbê sistema darizandina leşkerî nîne. Kesen leşker jî di 
dadgehên sivil de têne darizandin. Li hinek welatan jî, dadgehên leşkerî tenê 
li tawanbarîyên disiplînî dinêrin.Bi guhertina daringa 145 an wê vazîfeyên 
dadgehên leşkerî, bi tawanbarîya çalakîyên leşkerî û kesen ku leşkerîn betê 
sinorkirin. Tawanbarîyên li hamberî yekîtîya devlete û tawanbarîyên 
hilweşandîna dûzena Makazagonî, wê edî di dadgehên sivil de bêne darizandin. 
Her wusa, dozên weke Ergenekonê wê li dadgehên sivil de bimînin û di qetî suret 
de, ve biryara van dozan dadgehên sivil bidin. Darizandina sivilan bilî mercên 
herbê, ji vê û pê de li dadgehên leşkerî vê bi dawî bibe. Ji bona dadgehên 
leşkerî jî di vê pakêtê de pêşnîyarên azadîyê hene. Di çareserkirina nû de ,ji 
bona ku dadgerê leşkerî, dibin bandora emîr-komuta yê de nemînin, bi xweserî 
biryara bidin, darizandina azadtir tê pêşniyarkirin. 




*Darizandina di cî de wê karibê hewldana xwe pêk bîne? Heya îro hêzên 
darizandinê, li hamberî biryarên desthilatdariyê, gelek caran bi asayîyên şikli 
asteng derxistin holê û dest û pîyên desthilatgiriyê badan.Mafên teqdirê ji 
binî rakirin. Her wusa gelek mafên taqdirî yên desthilatdariyê van bi xwe pê 
anî. Bi guhertina benda 4 a yan daringa 125 a êdî tu sazî nikarê mafê 
desthilatdariyê bisînor bike û biryarên desthilatdarîyê bi bahaneyên '' 
''darizandina di cî de'' bi guherîn e.







* Dadgeha Makazagonî wê weke dadgehên makazagonên Evropayê bibe xwedî şêweyeke 
demokratîk. Heyeta dadgeha Makazagonê ji 11 kesan pêk dihat. Bi avakirna nû wê 
hejmara heyetê derê 17 kesan. Bi guherînên pakête, êdî wê weke rojhilatîya, 
Meclîs jî endama bişîne dadgehê. 14 endam ji alîyê Serokkomar wê verîn 
hilbijartin. 




Endamtîya dadgehê wê heya mirinê be? Endamtîya dadgehe, berê, heya ku temenê 
endaman bigahata 65 û tekawût bibona didomîya. Bi şikildana nû wê endamê 
dadgehê 12 e sala vezîfe bikin. Ew terh wê cudatîya civak û dadgehê ji holê 
rake. Endamên halîhazir jî heya ku temenê van were 65 a wê vezîfa xwe berdewam 
bikin.




*HSYK(şandeya Bilind ya Dadwer û Dozkeran) wê weke muadillê xwe yên li Evropa 
azad bibe û wê normên demokratîk,rêberê wê bin. Bi guherînên wê pakêtê wê 
temsîla HSYK yê,betîr ber fireh bibe û camîaya darizandinê wê bi tevayî 
mudaxilî pevajovê bibe..Heyeta hazir ya HSYK li gorî rewşê, endamê Yargitay û 
Daniştay di hilbijart. Bi guherîna nû, Vezirê Adeletê û cigirê wî daxil 7 esil 
û 5 cîgir bûn lê wê ew hejmar di guherîna nû de bibe 22 esîl û 12 cîgir. 10 ên 
van wê ji Daniştay û yargitayê ji raste rast bêne hilbijartin û yên mayî de 16 
kes jî ji alî dadger û dozgeran û du kes ji alî akademîya adalete û 4 kes jî ji 
alî Serokkomar wê verîn hilbijartin. 




*Wê rola Vezîrên adaletê çawa bibe.? Li gorî sazîya kevn Vezirê adaletê jî 
alîkî serok û ji alîyên din jî rojeva heyetê destnîşan dikir. Bi guherînan re 
ew bandor û hêza Vezirê Adaletê bêhêz dibe. HSYK bi guherînan û pê de wê bi 
şiklê 3 daîra xebata xwe bike. Di civînên disîplîn, berpisyarî, terfî û bi cî 
kirinê de HSYK wê bê Vezir û xweser be. Vezir ne bêşdar û ne jî dengdayînê van 
civîna ye. Bi guherînên Makazagonê wê teftîşkirina hemû dozger û dadgira 
giredayî HSKY be. Ji bona lêpirsîna û lekolina wê pêşniyar ji Vezir vere, lê 
mûfettîşên ku wê vê lepirsinê amade bikin, ji alîyê HSKY verîn tayin kirin. Ji 
bili van guherînan, guherina herî giring, ji vê û pê de encamen HSYK yê wê ji 
nerazîkîrîna darizandinê re vekirîbin. 




*Wê berpirsîyarîya Vezirê Adaletê çawa bê sinorkirin? Personelên ku dibîn saya 
Vezirê Adaletê de dixebitin dozger û dadgir daxîl, lêpirsîna wan giredayî 
mûfettîşê vezirê adaletê bûn. Bi guherîna daringa 144 î ji bilî xizmetên 
dozgerî û dadgirî(girtîgeh, noter, faalîyetên icra yê) wê ne girêdayî Vezirê 
Adaletê bin. Lêpirsîna wan xizmeta wê giredayî heyeteke teftîşê be. 144. Di wê 
mijarê de berpisyarîya Vezirê Adaletê, berpisyarîyeke birêvebirîyê be. Di 
daringa 159. De hinek guherîn wê pêk bên û dozger û dadgir wê disa giredayî 
heyeta teftîşên HSYK yê bin.




*Bi guhertina daringa 15 da (maddeya muweqet ya 15.) wê darbecîyên neyarên 
rayagiştî, êdî werîn darizandin.Bi guherînan wê darîngê, mebest, '' min kir û 
ji min re ma'' ji holê rakirina wan kiretên neyarê rayagiştî ye. Partîya Ak, 
dixwaze bi vê guherînê peşê roja rayagiştî azad bike. Riya darizandina 
darbecîyê 12 e îlonê vedîbe.







*Ji bona cihana xebatê tîştên nû ci ne gelo? Li gorî Makazagona kevn, karkerek, 
ji bîlî sektore xwe nikare bibe endamên sendikaya sektoreke dinê. Bi guherînên 
pakêta nu ew qedexekirin ji holê radibe. Ji bona mamura jî mafê, peymana hevbeş 
tunebû. Yanî ku hukumet ci zam bidana wan mecbur,qebul dikirin., Bi guherînên 
nû re dibin xwedî mafê peyanek hevbeş. Bi guhertîna daringa 54. a her cure Grev 
serbest în.




*Konseya aborî û sosyol wê bikêrî çi bê? Berî her tîştî Konseya aborî û sosyal 
dikeve bin çavdarîya Makazagonê. Êdî wê însîyatîf ne di destê hukumetê de be, 
însîyafît bi tevayî dikeve destê, sendîka, esnaf û senayîcîya û sazîyên wan. Vê 
Konseya aborî û sosyal di heman demî de bi her hukumetê re karîbê bi xebite.

Li gel silavên germ.

Alî Fikri Işik.

www.netkurd.com


-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap