Birez Işık,

Spas ji bo ragihandina ve lı ser guhurandina makezagona Tırk. 

Di vê referandumêda emê yan ERÊ bejin. Rîya demokrasîyê vekin. An jî na bejin û 
boykot bikin. Herdujî rêya hovîtîya Ergenekon'ê xwerttir bike u qirkirina gelê 
Kurd,alevî u bawermendan bine. 

Silav u evin.

Dr.Sacit Güneş

From: [email protected]
To: [email protected]
Subject: {Diwanxane} Makazagona nû di bêje ci?
Date: Thu, 19 Aug 2010 20:38:48 +0300









 
Makazagona nû dibêje 
ci?
*Dî nava Makazagonê de, yek ji xususîyetên devletê 
bi navê,’’ dewleta sosyal ‘’ tê dest nîşankirin. Ji ber hindê di nava pakêta ku 
wê were ber xelkê, tê de ji bona refek kesên ku bi dezavantaj in, hinek 
taybetmendî têne revakirin û pêşîya wan vedibe. Bi van guhertina, Pîrek,zarok, 
kal, qop,şehîden herb û wezîfeyan û sêvî û bêkes malul û kesan seqetmayî, ji 
bona van teva, hinek tedbîrên nû û cudatiya pozîtiîf, wê ne li hamberî 
berjevandiyê Makazaonê bê hesibandin. 


* Ji wê û pê de wê herkes karibê daxwaza parastina 
veşartina mafên xwe yên taybet bike.Bi gotineke dinê, di nava derfetên rewşa 
dijîtal de, weke ku tê zanîn, nav, temen, navnîşan, rewşa medenî, nimra 
telefonê, nimra pasaportê, rabirdûya taybet, wêne, deng û şopa pêçîka ji her 
alî 
ve ji bona istismarê vekirîye. Wê herkes ji bona van xususîyetên xwe yên taybet 
karîbê daxwaza qedeqekirinê bike. Wê herkes karîbe daxwaza veşartina van 
agahiyên taybet bike. An, wê karibê daxwaza zanînên bikemasî an zêdekirî bike û 
van zanînên ku heqîqetê temsîl nakin, rastkirina wan talep bike. 


* Azadîya derketina derveyî Welat encax, di 
merhela pirsandina tawanbariyê de, ew jî bi biryara dadger tê sinorkirin.Di 
Makazagona ku vêga de, qedexekirina azadîya derketîna dervayi Welat, ji xwe 
heye. Bo nimune, ku karsazek, ji malîyê re deyndarbûya di heman demî de, 
derketîna wî ya derva dihate qedexekirin. AIHM di sala 2006 an de ji ber deynê 
Bacê, qedexekirina azadîya derketîna dervayî Welat li dijî mafên mirovan dît.Di 
amadekirina nû de, naveroka azadîya seyahatê hê betir fireh dibe. Mafê azadîya 
derketina derveyî Welat encax, di merheleye pirsandina tawanbari, ew jî bi 
biryara dadger tête sinorkirin. 


Ji bona hemwelatîya serdana tekakes, dibe mafekî 
makazagonî; Serdana takakes; Di dozên maf û azadîya de ku dadgeh bîryara xwe 
dabû be û hemwelatî ji wî biryarî netatmîn bin, di karîn serdanê li dadgeha 
makazagonî bikin. Dadgeha Makazagonî, dibe du şax û lijneya rayagiştî. Her du 
şax ji wê serlêdana takakesî misoger bikin. Di binya wê biryarê de, ji 
sedûbîsthezar dozî,sêzdeh hezar doz yên hemwelatîyê Tirkîya yê ne. Ji alî 
mahkumkirinê ve Tirkîya di nava Welatên Evropa de serî dikişîne. Û Tirkîya bi 
milyona tazmînat dide kesen maxdûr. Ji nû de avakirina dadgeha zagonî, wê vê 
dadgehê bike ‘’ Dadegeha mafen mirovan ya Tirkîya yê "


*Berê karkerek encax, karîbû bibe endamê 
sendikayekê, ji vêga û pê de her karker karê bibe endamê gelek sendîkayan. 


* Ew cara yekê ye ku mamur wê bibin xwedî mafen 
peymana giştî. Ji wê derfete wê memurên teqawût ji mafdar bin.


* Tawanbarîya mamurên rayagîştî, êdî wê di bin 
hewldarîya dadgehande bin.


* Ji wê û pê de wê hemwelatîyên me ji ber 
mekanîzma hewldarîya rayagiştî, êdî li ber derîyê dadgehan tomar nebîn. Wê 
paketa nû mekanîzama ombussmanî ye bi xwe re bîne. Bi guhertinên Makazagona nû 
re, hemwelatîyên ku ji ber niheqîya desthilatgirîyê magdur bûne, edî vê karibin 
serî li wê sazîyê bidin. Karin gilîyê xwe li ba vê sazîyê bikin. Êdî vê 
hemwelatî astengê xwe nebin dadgeha, raste rast vê karibîn astengê xwe bi 
alîkarîya wan sazîya çareser bikin. Wê mafê xwe hê zûtirin bdest bixin. Ew, 
gîlîyê ku ‘’kesên ku mudaxele bikin ma nînin, ‘’ka, devlet li qûye?’’ wê ji 
binî 
ve bêne çareserkirin û ji holê rabin. 


* ji biryarên lijneya leşkerî ya bilind (YAŞ) rêya 
dadgehê vedibe. Li gorî, daringa 125 ya Makazagonî, her cure çalakîyên 
desthilatdarîyê giredayî hewldana dadgehê ye; Lê ji nava wan daringa du daring 
weke îstîsna hatinê qebulkirin, yek, karûbarê Serokkomer, dido biryarên Lijneya 
bilind ya leşkerî… Ji ber hindê, gelek personelên leşkerî bêxweparastin û bê 
azadîya serdana mafê xwe,bi bahaneyên nihaq, ji karên xwe hatin dûrxistin. Ji 
darbeya 27 Gulanê û vir de 230 general û bi hezaran serleşker ji artêşe hatin 
îxraçkirin. Pakêt, êdî ji bona van biryara,mafê hewldana dadgehê misoger dike. 



* Kesen sivil ji vê û pê de wê ne di dadgehên 
leşkerînde verîn darizandin. Ji bilî, mercên herbê pê ve tu kes wê di dadgehên 
leşkerî de neyê darizandin. Li Welatên pêşveçûyî, axilbê sistema darizandina 
leşkerî nîne. Kesen leşker jî di dadgehên sivil de têne darizandin. Li hinek 
welatan jî, dadgehên leşkerî tenê li tawanbarîyên disiplînî dinêrin.Bi 
guhertina 
daringa 145 an wê vazîfeyên dadgehên leşkerî, bi tawanbarîya çalakîyên leşkerî 
û 
kesen ku leşkerîn betê sinorkirin. Tawanbarîyên li hamberî yekîtîya devlete û 
tawanbarîyên hilweşandîna dûzena Makazagonî, wê edî di dadgehên sivil de bêne 
darizandin. Her wusa, dozên weke Ergenekonê wê li dadgehên sivil de bimînin û 
di 
qetî suret de, ve biryara van dozan dadgehên sivil bidin. Darizandina sivilan 
bilî mercên herbê, ji vê û pê de li dadgehên leşkerî vê bi dawî bibe. Ji bona 
dadgehên leşkerî jî di vê pakêtê de pêşnîyarên azadîyê hene. Di çareserkirina 
nû 
de ,ji bona ku dadgerê leşkerî, dibin bandora emîr-komuta yê de nemînin, bi 
xweserî biryara bidin, darizandina azadtir tê pêşniyarkirin. 


*Darizandina di cî de wê karibê hewldana xwe pêk 
bîne? Heya îro hêzên darizandinê, li hamberî biryarên desthilatdariyê, gelek 
caran bi asayîyên şikli asteng derxistin holê û dest û pîyên desthilatgiriyê 
badan.Mafên teqdirê ji binî rakirin. Her wusa gelek mafên taqdirî yên 
desthilatdariyê van bi xwe pê anî. Bi guhertina benda 4 a yan daringa 125 a êdî 
tu sazî nikarê mafê desthilatdariyê bisînor bike û biryarên desthilatdarîyê bi 
bahaneyên ‘’ ‘’darizandina di cî de’’ bi guherîn e.




* Dadgeha Makazagonî wê weke dadgehên makazagonên 
Evropayê bibe xwedî şêweyeke demokratîk. Heyeta dadgeha Makazagonê ji 11 kesan 
pêk dihat. Bi avakirna nû wê hejmara heyetê derê 17 kesan. Bi guherînên pakête, 
êdî wê weke rojhilatîya, Meclîs jî endama bişîne dadgehê. 14 endam ji alîyê 
Serokkomar wê verîn hilbijartin. 


Endamtîya dadgehê wê heya mirinê be? Endamtîya 
dadgehe, berê, heya ku temenê endaman bigahata 65 û tekawût bibona didomîya. Bi 
şikildana nû wê endamê dadgehê 12 e sala vezîfe bikin. Ew terh wê cudatîya 
civak 
û dadgehê ji holê rake. Endamên halîhazir jî heya ku temenê van were 65 a wê 
vezîfa xwe berdewam bikin.


*HSYK(şandeya Bilind ya Dadwer û Dozkeran) wê weke 
muadillê xwe yên li Evropa azad bibe û wê normên demokratîk,rêberê wê bin. Bi 
guherînên wê pakêtê wê temsîla HSYK yê,betîr ber fireh bibe û camîaya 
darizandinê wê bi tevayî mudaxilî pevajovê bibe..Heyeta hazir ya HSYK li gorî 
rewşê, endamê Yargitay û Daniştay di hilbijart. Bi guherîna nû, Vezirê Adeletê 
û 
cigirê wî daxil 7 esil û 5 cîgir bûn lê wê ew hejmar di guherîna nû de bibe 22 
esîl û 12 cîgir. 10 ên van wê ji Daniştay û yargitayê ji raste rast bêne 
hilbijartin û yên mayî de 16 kes jî ji alî dadger û dozgeran û du kes ji alî 
akademîya adalete û 4 kes jî ji alî Serokkomar wê verîn hilbijartin. 


*Wê rola Vezîrên adaletê çawa bibe.? Li gorî 
sazîya kevn Vezirê adaletê jî alîkî serok û ji alîyên din jî rojeva heyetê 
destnîşan dikir. Bi guherînan re ew bandor û hêza Vezirê Adaletê bêhêz dibe. 
HSYK bi guherînan û pê de wê bi şiklê 3 daîra xebata xwe bike. Di civînên 
disîplîn, berpisyarî, terfî û bi cî kirinê de HSYK wê bê Vezir û xweser be. 
Vezir ne bêşdar û ne jî dengdayînê van civîna ye. Bi guherînên Makazagonê wê 
teftîşkirina hemû dozger û dadgira giredayî HSKY be. Ji bona lêpirsîna û 
lekolina wê pêşniyar ji Vezir vere, lê mûfettîşên ku wê vê lepirsinê amade 
bikin, ji alîyê HSKY verîn tayin kirin. Ji bili van guherînan, guherina herî 
giring, ji vê û pê de encamen HSYK yê wê ji nerazîkîrîna darizandinê re 
vekirîbin. 


*Wê berpirsîyarîya Vezirê Adaletê çawa bê 
sinorkirin? Personelên ku dibîn saya Vezirê Adaletê de dixebitin dozger û 
dadgir 
daxîl, lêpirsîna wan giredayî mûfettîşê vezirê adaletê bûn. Bi guherîna daringa 
144 î ji bilî xizmetên dozgerî û dadgirî(girtîgeh, noter, faalîyetên icra yê) 
wê 
ne girêdayî Vezirê Adaletê bin. Lêpirsîna wan xizmeta wê giredayî heyeteke 
teftîşê be. 144. Di wê mijarê de berpisyarîya Vezirê Adaletê, berpisyarîyeke 
birêvebirîyê be. Di daringa 159. De hinek guherîn wê pêk bên û dozger û dadgir 
wê disa giredayî heyeta teftîşên HSYK yê bin.


*Bi guhertina daringa 15 da (maddeya muweqet ya 
15.) wê darbecîyên neyarên rayagiştî, êdî werîn darizandin.Bi guherînan wê 
darîngê, mebest, ‘’ min kir û ji min re ma’’ ji holê rakirina wan kiretên 
neyarê 
rayagiştî ye. Partîya Ak, dixwaze bi vê guherînê peşê roja rayagiştî azad bike. 
Riya darizandina darbecîyê 12 e îlonê vedîbe.




*Ji bona cihana xebatê tîştên nû ci ne gelo? Li 
gorî Makazagona kevn, karkerek, ji bîlî sektore xwe nikare bibe endamên 
sendikaya sektoreke dinê. Bi guherînên pakêta nu ew qedexekirin ji holê radibe. 
Ji bona mamura jî mafê, peymana hevbeş tunebû. Yanî ku hukumet ci zam bidana 
wan 
mecbur,qebul dikirin., Bi guherînên nû re dibin xwedî mafê peyanek hevbeş. Bi 
guhertîna daringa 54. a her cure Grev serbest în.


*Konseya aborî û sosyol wê bikêrî çi bê? Berî her 
tîştî Konseya aborî û sosyal dikeve bin çavdarîya Makazagonê. Êdî wê însîyatîf 
ne di destê hukumetê de be, însîyafît bi tevayî dikeve destê, sendîka, esnaf û 
senayîcîya û sazîyên wan. Vê Konseya aborî û sosyal di heman demî de bi her 
hukumetê re karîbê bi xebite.
Li gel silavên germ.
Alî Fikri Işik.
www.netkurd.com
 




-- 

-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 

 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
                                          

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap