Neynika Welatparêziyê

Li min negirin, van du hefteyên dawî bêyî ku min xeberekê bida we, ez çûbûm 
tatîlê. Na na, bi serê we ne ji kêfê re, lê ji mecbûrî ezbenî. Heke hûn mereq 
bikin ez ê ji we re behs bikim; ji ber ku hin xwendevanan serê min xwarin, 
hindik mabû ku îlan bidan kovar û rojnameyên ku her sê salan carekê dertên.

Neyse, hal û mesela min wisa ye: Edîtorên rojnameya me piştî hezar û pêncsed 
civînan biryarekê derxistin ku divê ez ji bo du hefteyan biçim tahtîlê û bêhna 
xwe vedim. Lê li ser pêvanên rojnamegeriyê û pêvajoya nû jî sed pirtûk xistin 
bin çengê min û berê min dan feleka tatîlê.

Bi ser min de jî wiha qêriyan, “Heta du hefteyan divê tu xwe li gorî pêvajoya 
nû 
amade bikî koçero, divê tu xwe fêrî nivîsandina ‘xweseriya demokratîk’ bikî û 
bi 
paş ve vegerî.”

De vêca were û safî bike! Her çiqas ku min ji wan re got, “Heval pêvajo xesas 
e, 
dijmin di kozikê de ye, AKP hindik maye ku bi ser me de bigire, ez ji hemû 
pêvajoyan re hazir û amade me, hûn bawer nekin ez dikarim ji we re behsa 
modelên 
Bask, Belçîka, Swîsre û Koçerîstanê bikim û filan û bêvan…”, lê ji ya min 
nekirin, bêyî ku qurûşek bixin berîka min, bi darê zorê ez şandim tatîlê.

Ez li kereke şamî siwar bûm û min berê xwe da xopana tatîlê. Bêmane li ser 
pişta 
kerê min pirtûka rojnamegeriya da destê xwe (Dema meriv bêje ‘bêmane’ çima her 
kes meseleyê bimane dike heyran, bi rastî ez ji van kurdên me fêm nakim!) û min 
hêdî hêdî pîvanên rojnamegeriyê xwendin.

Di rê de ez li rastî Xalê Osman (Baydemîr) hatim, min jê dersên ‘Xweseriya 
Demokratîk’ wergirtin. Camêr xwe aciz kir, rabû li ser rûpeleke spî, rengên 
kesk 
û sor û zer neqişand û da min. Ji min re got, “Divê tu vê alaya kesk û sor û 
zer 
bi avahiya rojnameyê ve daliqînî…”

Min jê re got, “Osman heval, alaya Kurdistanê di dilê me de ye, ne hewce ye em 
bi rojnameyê ve daliqînin…” Got ku dev ji teoriyên koçerîk berde, “Rast e, ew 
di 
dilê her kesî de ye, lê divê em ber dilê xwe ve jî daliqînin...”

Dû re li Îdîrê ez li rastî rêveberên şaredariya Îdîrê hatim. Camêran li ser 
kolanekê navê “12 Eylûl” guhertin û kirin “Emek Mahallesî”, min ji wan re got, 
“Heval we pêvajoyê şaş fêm kiriye, divê her tiştê me bi kurdî be, dema bi tirkî 
be ji kurdan re ferq nake, ha “12 Eylûl” ha “Emek Mahallesî”.

Paşê min kurdekî me yê ‘spî’ dît, li ber neynikeke dewletê rûniştibû û dixwest 
xwe ‘spî’ bikira. Ji nişka ve rêveberekî dewletê rahişt wê neynikê û bir, kurdê 
me jî bi hêsirên xwe ve da dû. Çima neynik ji ber hildan, camêr çima giriya, bi 
rastî min tiştek ji vê meselê fêm nekir, jixwe aqilê min jî ji tiştek wisa 
nedibirî.

Dema ku ez vegeriyam, di rê de li Ofîsa Amedê ez li rastî kurdekî me yê 
‘welatparêz’ hatim. Li neynikek keskûsorûzer dinêriya û li gorî wê şîretên tûj 
li derdora xwe dikir. Lê camêrê me qet nedixwest ku ku kesên din jî li wê 
neynikê binêrin û ‘xwe’ tê de bibînin, tenê dixwest ku her kes ji ya wî bike, 
lê 
neynikê jî bi tu kesî re par ve nedikir.

Min ji kalepîrekî re got, “Xalo ev çi neynik e, camêr çima nîşanî kesên din 
nake, çima bi her kesî re par ve nake?”

Xalo wiha bersiv da, “Xaloxulam, ev neynika welatparêziyê ye, ev camêrê me vê 
neynikê her dem di destê xwe de digire û naxwaze ku bi tu kesî re par ve bike, 
li ser vê neynikê ranteke mezin dixwe. Mixabin welatparêziyê jî li gorî xwe 
dinirxîne…”

Piştî du hefteyan dema ku ez gihîştim rojnamê, min di dilê xwe de wisa got, “Bi 
şeref ji civaka me re neynikeke nû lazim e, da ku her kes xwe tê de bibîne û bi 
yên din re par ve bike. Heta ku ev neynika keskûsorûzer wekî keleşekê tenê di 
destê hin ‘egît’an de be, wê halê me jî bibe halê helewçiyan…”

http://www.welat.org/yazi_detay.php?id=1986&yazar=20

Ligel silavên rengîn...



________________________________
Evdile Koçer
[email protected]


________________________________
www.facebook.com/evdile.kocer2

www.pen-kurd.org/kurdi/evdile-kocer/evdile-kocer.html

www.youtube.com/Gulanbihar

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap