*Kek Evdile,* *Bi rastî tu bi rewşeke rengîn şandine tehtîlê, te bi 'neynika welatparêzi' ye yekcar xemilandî ye. Yabo çi karê te ji neynikvanan heye. Divê te behsa xwarin û vexwarinê bikira. Xûya ye te bi vê tehtîlê serê xwe êşandî ye, te tu xêrek jê nedîtî ye. Tuyê biçûya Gazî koşku û nizam kuderê te yê behsa pêxwasên Amedê bikira çêtir bû. Sed car wax ji te re, ku tu bi serîyeki tijî problem vegerîyayî. Kargerîya rojnameyê bi te re qencî nekirî ye, dijminatî kirî ye, heyfa te!* *Digel silavên biratî* 2010/8/20 Evdile Koçer <[email protected]>
> > Neynika Welatparêziyê > > Li min negirin, van du hefteyên dawî bêyî ku min xeberekê bida we, ez çûbûm > tatîlê. Na na, bi serê we ne ji kêfê re, lê ji mecbûrî ezbenî. Heke hûn > mereq bikin ez ê ji we re behs bikim; ji ber ku hin xwendevanan serê min > xwarin, hindik mabû ku îlan bidan kovar û rojnameyên ku her sê salan carekê > dertên. > > Neyse, hal û mesela min wisa ye: Edîtorên rojnameya me piştî hezar û > pêncsed civînan biryarekê derxistin ku divê ez ji bo du hefteyan biçim > tahtîlê û bêhna xwe vedim. Lê li ser pêvanên rojnamegeriyê û pêvajoya nû jî > sed pirtûk xistin bin çengê min û berê min dan feleka tatîlê. > > Bi ser min de jî wiha qêriyan, "Heta du hefteyan divê tu xwe li gorî > pêvajoya nû amade bikî koçero, divê tu xwe fêrî nivîsandina 'xweseriya > demokratîk' bikî û bi paş ve vegerî." > > De vêca were û safî bike! Her çiqas ku min ji wan re got, "Heval pêvajo > xesas e, dijmin di kozikê de ye, AKP hindik maye ku bi ser me de bigire, ez > ji hemû pêvajoyan re hazir û amade me, hûn bawer nekin ez dikarim ji we re > behsa modelên Bask, Belçîka, Swîsre û Koçerîstanê bikim û filan û bêvan...", > lê ji ya min nekirin, bêyî ku qurûşek bixin berîka min, bi darê zorê ez > şandim tatîlê. > > Ez li kereke şamî siwar bûm û min berê xwe da xopana tatîlê. Bêmane li ser > pişta kerê min pirtûka rojnamegeriya da destê xwe (Dema meriv bêje 'bêmane' > çima her kes meseleyê bimane dike heyran, bi rastî ez ji van kurdên me fêm > nakim!) û min hêdî hêdî pîvanên rojnamegeriyê xwendin. > > Di rê de ez li rastî Xalê Osman (Baydemîr) hatim, min jê dersên 'Xweseriya > Demokratîk' wergirtin. Camêr xwe aciz kir, rabû li ser rûpeleke spî, rengên > kesk û sor û zer neqişand û da min. Ji min re got, "Divê tu vê alaya kesk û > sor û zer bi avahiya rojnameyê ve daliqînî..." > > Min jê re got, "Osman heval, alaya Kurdistanê di dilê me de ye, ne hewce ye > em bi rojnameyê ve daliqînin..." Got ku dev ji teoriyên koçerîk berde, "Rast > e, ew di dilê her kesî de ye, lê divê em ber dilê xwe ve jî daliqînin..." > > Dû re li Îdîrê ez li rastî rêveberên şaredariya Îdîrê hatim. Camêran li ser > kolanekê navê "12 Eylûl" guhertin û kirin "Emek Mahallesî", min ji wan re > got, "Heval we pêvajoyê şaş fêm kiriye, divê her tiştê me bi kurdî be, dema > bi tirkî be ji kurdan re ferq nake, ha "12 Eylûl" ha "Emek Mahallesî". > > Paşê min kurdekî me yê 'spî' dît, li ber neynikeke dewletê rûniştibû û > dixwest xwe 'spî' bikira. Ji nişka ve rêveberekî dewletê rahişt wê neynikê û > bir, kurdê me jî bi hêsirên xwe ve da dû. Çima neynik ji ber hildan, camêr > çima giriya, bi rastî min tiştek ji vê meselê fêm nekir, jixwe aqilê min jî > ji tiştek wisa nedibirî. > > Dema ku ez vegeriyam, di rê de li Ofîsa Amedê ez li rastî kurdekî me yê > 'welatparêz' hatim. Li neynikek keskûsorûzer dinêriya û li gorî wê şîretên > tûj li derdora xwe dikir. Lê camêrê me qet nedixwest ku ku kesên din jî li > wê neynikê binêrin û 'xwe' tê de bibînin, tenê dixwest ku her kes ji ya wî > bike, lê neynikê jî bi tu kesî re par ve nedikir. > > Min ji kalepîrekî re got, "Xalo ev çi neynik e, camêr çima nîşanî kesên din > nake, çima bi her kesî re par ve nake?" > > Xalo wiha bersiv da, "Xaloxulam, ev neynika welatparêziyê ye, ev camêrê me > vê neynikê her dem di destê xwe de digire û naxwaze ku bi tu kesî re par ve > bike, li ser vê neynikê ranteke mezin dixwe. Mixabin welatparêziyê jî li > gorî xwe dinirxîne..." > > Piştî du hefteyan dema ku ez gihîştim rojnamê, min di dilê xwe de wisa got, > "Bi şeref ji civaka me re neynikeke nû lazim e, da ku her kes xwe tê de > bibîne û bi yên din re par ve bike. Heta ku ev neynika keskûsorûzer wekî > keleşekê tenê di destê hin 'egît'an de be, wê halê me jî bibe halê > helewçiyan..." > > http://www.welat.org/yazi_detay.php?id=1986&yazar=20 > > Ligel silavên rengîn... > > > ------------------------------ > Evdile Koçer > [email protected] > > ------------------------------ > www.facebook.com/evdile.kocer2 > > www.pen-kurd.org/kurdi/evdile-kocer/evdile-kocer.html > > www.youtube.com/Gulanbihar<http://youtube.com/results?search_query=Evdile+Ko%C3%A7er+&search=Search> > > > -- > - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane > grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin > bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u > rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, > dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. > - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki > sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, > her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara > sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren > gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: > Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: > http://groups.google.com.tr/group/diwanxane > -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
