BERSÎV
Merheba hevala Rojda;
Serî de ji xebatkarên komê û tevayiya xwendevanan re silav û rêz, bi bersîva
heval Rojda dest bi nivîsê bikim, hevala hêja gotibû qey em koma diwanxanê
bigrin, ji ber nivîsên hin kesan 30 kes ji komê qetiyan, a duyemîn jî gelekî jê
nikarin bi kurdî binivîsin, lewra em dixwazin diwanxane xurt bibe û xebatên xwe
pêşxîne.
Belê raste divê tehamula me ji rexneyan re hebe, divê kesên ku nikarin bi kurdî
binivîsin bila bi zimanê tirkî fikr û remanên xwe vebêjin, nêrîna min ji van
tuştan ne cudatire, gelekî tuştan em wek hev difikirin û gelekî nêrînan jî em
parvedikin, lê em mecbûrin ku ji hev re pêşniyarên rastî û esasî bînin ziman.
Daxwaza min ne girtina koma diwanxanêye, û ne jî lawazkirina wî ye, daxwaza min
ewe ku koma diwanxanê xurt be, bi rêk û pêk be, serkeftî û pêşketî be, vêga
hûnê bêjin ma qey em ji te pirtir naxwazin, belê bawerim hûn çar carî li min
dixwazin ku koma diwanxanê xurt û pêşketî be, hûn hewl jî didin ku xebatên komê
pêşkevin.
Lê rastiyekî heye dema mirov karekî bike divê mirov ji xesar û kêmasiyên xwe
agahdar be, a duyemîn jî dema ku rexneyên ji endam û xwendevanan werin divê li
ser wan were fikirîn, carna mirov kêmasiyên xwe nabîne, an li gorî hestên xwe
bi rê ve diçe ew bi serê xwe malkambaxîkî ye.
Daxwaza minê ku min gotibû bila nivîs bi kurdî bin ew pêşniyarek bû, ber wî
qasî min sernivîs pêşniyar nivîsî bû (önerî), bi rastî pêşniyaz dirustir bû, a
duyemîn daxwaza min ji xebatkar û xwendevanên komê kar û xebatên neteweyî bû,
heman gavê de dubare jî dikim wekî girîngiya ziman – girîngiya çandê –
girîngiya wêjeyê û hwd.
Hevalno em li kubin, di çi rewşî de bin li kîja sazî an partiyê bin bila bin,
rastiyekî me heye ku em kurdin, em welatekî mêtîngehin, em seranserê cîhanê
bela bûne penahende dijîn, heke bi vî qaydê bidome emê hê gelekî êş û azarên
giran bikişînin, heke em di rika hevde bin û li pey hesabên biçûk bin mixabin
wê zarokên me jî vê malkambaxiyê bijîn.
Silav û rêzên kurdewarî, Mamoste Haydar
--
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ:
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane