Ez vê nivîsa xwe ya par nivîsandî ya li rojeva îro jî hatî pêşkêşî we dikim…
Kurd û rojnameya Taraf
Gilî û gazincên kurdan ên herî mezin; hûn jî pê dizanin, polîtîkaya
asîmîlasyonê ya dewleta tirk e.
Ev polîtîkaya bêyom e ku bi mîlyonan mirovan daye ber xwe dihêre. Bi hêrandinê
jî namîne ji toz û xubara wan cinawirên herî dirînde yên cihanê diafirîne. Ev
cinawirên “dewşirme” yên “bê esil û bê asas” xwe bi çand a çêkirî ya serdestan
ve girêdide û dibe agir û bizot û devê xwe dike qirika ên “nejiwî” ne.
Mirovên şoreşger û demokrat; kes û kesayetiyên xwedî nirx û hêcahiyên ku
“mirovahiyê di pêvajoya bi hezaran salan de afirandine”, di şûna asîmîlasyonê
de, mirov, lawir, dar û kevir jî tê de tekoşîna parastin û berdewamî û reseniya
hemû cûreyan dide. Ev nêzikîtêdahîna mînîmalîst, bi ya hin fîlozofan,
alternatîfa herî xurt a kapîtalîzma tehrîpker û talanker û asîmîlasyonîst e.
Hişmendiya Civaka Kurd
Gelê Kurd bi salan e di nav şer de ye. Ev şer; şerekî dûvdirêj û piralî ye.
Digel êş û eleman, kul û kederan serpêhatiyek pir û pir zengîn û rengîn e jî.
Bi mîlyonan kurd, ên bala wan tim û tim li ser Tevgera Azadiyê ye, di van sih
salên dawîn de, di warê îdeolojî û siyaset û felsefeyê de, ji mezûnên
zanîngehan bêhtir bûn xwedî bîr û bawerî û agahiyan. Ew, tevahiya
têgehên(terîm) hemdem ên îdeolojîk û polîtîk û mîlîtarîst û hûmanîst bi çavên
serê xwe dîtin, jiyan; bûn şahed û kirde û bireserên wan.
Bi sedan peyv; ên wek faşîst, kolonyalîst, milîs, asîmîlasyon, dagirker,
hûmanîst, hawirdorparêz, welatparêz, konfederalîzm, emperyalîzm, oportunîzm û
êdî nizanim çi û çi; bûn benîştê devê gundiyên me.
Tiştek pir balkêş e, tirkên ji rêzê bidin alîkî, exlebê(piraniya)
zanîgehqedandiyên wan jî ji piraniya van terîman tu tiştek fêm nakin û bi
bihîstina wan a ji devê kurdekî “jiderhanê” (ji rêzê) guh li wan dirêj dibe.
Gelo ev hişmendî û kûrahiya civaka kurd hêj bi têra xwe bala raya giştî ya
tirk nekişandiye?
Wek mînak; ger general û karbidest û rayedarên payebilind ên dewletê, bi
hişmendî û wêrektî û jîrektiya kurda bizanibûna û têbigihîştina ku çewisandina
serhildana 29’emîn a kurdan ne pêkan e; dê ew, di şûna avakirin û sazkirina
ERGENEKON û qoricitî û TÎM û JITEM û JIT’an de zor bidana siyasetmedarên
firsendperest û popûlîst - ên qaşo-maşo desthilatdar in (gelê tirk wisa dizane;
jiber ku li pêş perdê ne) - da ku ew, “gelê tirk ê bêguneh” bi nijadperestî û
bi şovenîzmê sor nekiribûna ; û rê liber çareseriyek demokratîk nehatiba girtin.
Ger sermayedarên kapîtalîst li vê rewşê varqiliyabûna(têgihîştin), dê ew bo
azadiya ziman û çanda Kurdî, hevkariya Tevgera Azadiya Kurd bikirana û pest û
pêkûtiyan li mîlîtarîst û siyasetmedarên xwe bikirina û -jibo berjewendiyên
xwe be jî - ew ên cûrbecûr nav û markayên bi kurdî biafirandina û di qada aborî
de li Kurdistanê bi hevre biketina ber qayişê.
Ger siyasetmedarên konek û fêlbaz ên wek Tayîp bizanîbûna ku kurd bi
televîzyonek bi derewan na, bi komir û bi sarinc û bi cilşoyan na, bi ziman û
bi nasname deng didinê, dê ew ê “zagona bingehîn” biguheranda û bigota;
“made 47- Kurd gelê nîştecih ê vê axê ne û ew jî biqasî gelê tirk xwedî maf e.
Made 48- Peywira bingehîn a dewletê; di warê aramiyê de wekheviya tevahiya
herêmên welat û sefiraziya hemû welatiyan ên “bac-da” ye. Zimanên welatyên
nîştecih -ên ku xwe tirk nahesibînin- jî di hemû kar û barên fermî de û di
dibistanan de tên bikaranîn.
Gelo hûn divên tevahiya tirkan wek Tayîp û Denîz û Dewlet Koç û Sabancî û
Başbûg in û di warê kurda de nezan in?
Rojnameya Taraf
Naxêr, di van çend salên dawîn de , bi taybetî hin rojnamevan û rewşenbîr bi
ronesansa kurdan hesiyan. Komek ji wan dest bi weşana rojnameyek bi navê
“Taraf” kir. Ev ronakbîr bi rastî jî, di demek kurt de li seranserî Cihanê bûn
“rûyê bi rûmet” ê civata tirk a êdî bi îmajkî ewqas xera bubû ku ala wê di
çapemeniya Ewropayê de didan ber derziya(şiringa) eroînê...
Taraf heta jê tê, li ser nirxên cihana hemdem, bi taybetî jî li gorî pîvanên
Yekitiya Ewropî weşana xwe dimeşîne. Kadroyên wê bi gelemperî ji
liberal-demokratan pêk tê; lê çend kurd û olparêz ên demokrat jî tê de
dinivîsin. Ev rojname ne ya kurda ye; lê nivîskarên wê “Tirkiyeyeke bêhtir
demokrat û azad û nûjen” wek mîsyon dane ber xwe.
Nivîskarên wê daxwaziyên kurdan û pirsgirêka kurd bi giranî di çarçoveya “mafên
takekesî” de dinirxînin û çareseriyê jî di endamtiya YE(Yekitiya Ewropayê) de
dibînin.
Bi awakî din “TARAF” mafên civakî û netewî yên Kurdan na, mafên takekesî yên
welatiyan diparêze.
Ev rojname partiya AKP’ê jî di vê rêyê de wek amûrek bikêr dibîne û pişgiriya
hin polîtikayên wê dike. Di vî warî de tu kurdekî demokrat û azadîxwaz û
welatparêz tevlî nêrînên vê rojnameyê nabe, (gere ne be jî).
Jixwe mirazê min û vê nivîsê jî ne lidûhev rêzkirina kêmasiyên vê rojnameyê ye.
Ez dixwazim raya giştî ya me kurda bi xetereya bişaftina kurdan a vê rojnameyê
bihesînim. Bi gotinek din ez kurda bi kurdîkirina(krdîfication) Taraf’ê; Tarafê
jî bi “paşguhkirina Tirkan” tewambar dikim.
Kurd dikin Taraf’ê bikin Kurd
Bi ya min, serkêşên projeya Taraf’ê jî, mîna ên li jor min rêz kiribûn, di serî
de li girseya xwendevanên kurd varneqiliyabûn û wana wek hedef nedabûn ber xwe;
ne ji wê buya ew ên di serî de bi bihayê 1TL dest bi weşanê nekirina û rê li
ber xwendevanên kurdên destteng negirtina. Piştî daketina wê ya 40 quruşan,
Kurd li ser serên bayiyan hêwirîn û tîraja wê ji nişkave ji 5-6 hezaran
derxistin ber bi 30-40 hezaran. Bi gotina nivîskarên wê bixwe jî , piraniya
kiriyarên Taraf’ê kurd in.Par di serdana Amed’ ê de ew bi çavên serê xwe di
destê Amediyan de bi hezaran “Taraf” dîtibûn û kêfxweşî û coşa xwe ya bêhempa
di quncika xwe de anîbûn ziman.
Gelo ev normal e?
Bi ya min ev ji gelek aliyan ve çewt e, ne rewa ye...
A yek; li vî welatî di serî de ên demokrasî û mafên xwe yên mirovahiyê dixwazin
kurd in; ên nadin, naxwazin bidin tirk in.
ji kurda bêhtir hewcedariya gelê tirk bi hişmendî û bi baweriya bi demokrasiyê
heye û divê ev rojname ji hêla wan ve bê xwendin.
Me li jor jî gotibû, kurd ev sih sal in bi saya Tevgera Azadiyê bi dorfirehî li
ser demokrasi û azadî û mafên mirovan kûr û hûr bûne. Mirov bi dilekî rehet
dikare bibêje ku; ger Taraf di perwerdehiya demokrasiyê de dibistana seretayî
be; kurd şagirtên berendam ên zaningehan in.
A dudo; girseya xwendevanên kurd ên Tarafê, jiber nivîsên wê yên di warê kurda
de wê dikirin. Bi zimanê aborînasiyê heta “arz” bi dilê kiryaran be (mişterî)
wê “taleb” jî hebe. Vateyek din a vê rewşê; ev rojname bi “kudayetîyê” dikare
li ser xwe bisekine.
Ev çerxek gilover e: Kiryar kurd, naverok kurd, rojname berdewam e... Ji van
xelekek yek kêm be; rojname çemûçem e.
Li gorî zagonên aboriyê bi stendina wê, em zor didin da ku ew “jî bibe ya me,
bi dilê me, wek me...” Em wê asîmîlîye dikin!
Ma êdî Yozgatî û Adapazarî û Qeyserî û Muglayî wê dixwînin?
Heke ew rojnameyek “reng-kurd” bixwendina wê Ulke û Gundem û Guncelê jî
bixwendina û bi me re tekoşîna demokrasiyê bidana...
Desthilatdaran wer kirine ku; ew bûne neyarê her tiştê ku bihna Kurdayetiyê ji
tê...
Kurdino, bi stendina vê rojnameyê, em rê liber hişmendî û şiyarbûna gelê Tirk
jî digirin. Cara yekem e ku siûda vî gelî lêhatiye û rojnameyek demokrat bûye
para wî; divê em wê jî nekin ya xwe...
Ev rewş di gelek waran de jibo kurda jî xeternak e. divê em şûnde venegerin
dibistana xwe seretayî ya navê wê “ Ulke” bû û me wê, hema bêje bist sal berê
qedand çû!
Divê em- heta ji me tê- êdî li ser zimanê xwe yê stûxar rawestin, bi wî
bixwînin, bi wî binivîsin bi wî bifikirin û jiyana xwe ya îro û ya sibeh li ser
wî ava bikin.
Taraf, van demên dawîn bi şirîkatiya xwedî sermayedarekî mezin û bi reklamên
hin şîrketan êdî dikare li serxwe bimîne; lê çapemeniya me, “çapemeniya azad”
bi çend quruşên xwendevanan “tekoşîna herî bi rûmet a cihanê” dide.
Peywir û mîsyona Taraf’ê gere çibe?
Em werên ser “Taraf” ê; divê ew çi dikin çawa dikin bila bikin, bibin rojnameya
gelê tirk. Divê ew mêvandariya qehwexaneyên gundên Anatoliyê bikin; ew gundî ne
ku hê jî Kurdan mexlûqên “xwedî boçik”, ermeniyan cinawir, xaçparêz û Cihûyan
gawirên xwînxwar, Çîniyan ye’cûc û m’e’cûc, bi kurtasî ên ne tirk dijmin
dizanin...
Ew gundî û bajarî ne ku Tevgera Azadiya Kurd wek rêxistinek terorîst dizanin.
Dibêjin qey zarokên kurdan ên li serê çiyayan digerin, ne ji artêşa wan a
qehreman be, wê bikevin gund û bajarên wan û kok û aca wan biqelînin û ûrtê wan
kor bikin!
Divê Taraf gelê tirk û rengên herî xweş ên xwezayê, “kesk û sor û zer” lihev
bîne. Ev gelê reben jiber nexweşiya neteweperestiyê ji lambeyên trafîkê û ji
tîma fûtbolê ya Galatasarayê jî dikeve şikê û dibe, îro na sibeh - çawa ku tîne
serê kurdên koçber û penaber ên li Anatoliyê bi cih û war bûne- wana jî lînç
bike...
Ev gelê nezan e ku xwe bi çermsipiyên ewropiyan re dikuje û xwe li ser hemû
gelên Rojhihilata navîn dibîne ; ewqas ku navê “ereb” layîqê kûçikan dibîne,
kurda jî dike şûna “koleyên reşik” ên sedsala 16’emîn ên Dewletên Yekbûyî yên
Amerîkayê...
Divê Taraf bibe dermanê gelê Tirk ê bi xidarî nexweş, bi giranî gêj û
sermest...
Çawa?
Aqilmendî ji hedê min der e; lê divê Birêz Ahmet Altan ê hostayê giyan û
hestiyariya jinê ye, demildest çîroka evîndarî û zewaca Kerîmê Afyonî û ya
Eyşoya me ya Agirî û her sê zarokên wan ên bi navên Zîlan, Dîlan û Botan
binivîse û di nav rûpelên evîndariyê de poşmaniya Kerîm a ji kîn û rika wî ya
berê ya jibo kurdan dajot- beriya ku Eyşo naske-bîne ziman...
Hasan Aksay, ji Moskovayê ragihîne ku Alperen ê nijadperest ê Trebzonî ji
neçariyê bi Evkerîmê Xinûsî re di heman xanî de dimîne û cara yekem kurdekî
welatparêz nas dike û bi bihîstina neheqiyên li kurdan têne kirin ew ji şerman
dike bikeve heft qat binê erdê...
Sevan Nîşanyan, bi ya “yozgat”ê destpêbike û etîmolojiya navên hemû bajarên
tikan binivîse. Bê tirs û bê xof bila bibêje:
- Yozgatîno, navê bajarê we ji peyva “yoyz” a wateya wê bi Ermenkî “şîr” e; û
ji “gat” a dîsa bi ermenkî “pir” e pêk tê û navê bajarê we bi zimanê Ermenkî “
şîrê wî pir” e. Digel ku navê wî bi ermenkî be jî hûn naxwazin biguherînin; lê
çima cûmhûriyeta we tevahiya navê erdnîgariya kurdan guherandiye lê mixabin hûn
pê qaîl dibin, dengê xwe dernaynin, serde jî dixwazin kurd jî dengê xwe nekin?
Amberin Zaman gere pûşê dewşirmeyan -ên di warê neteweperestiyê de derpê ji qûn
avêtine- derxe holê û ji tirkan re bibêje: “ ên ji tirkan bêhtir tirktî dikin,
ên xwe bi ala sor û sipî dipêçin û we jî bi nijadperstiyê sor dikin bi
gelemperî “tirkçerî”ne.
Heq e, Orhanê Miroglu’yê me Kurdistanê gund bi gund, navçe bi navçe, bajar bi
bajar bigere û çi mamoste çi bijîşk, çi leşker, çi mela, çi karker bi hemû
tirkên li van deran dixebitin re bipeyîve û kêfxweşî û serfiraziya wan a li
Kurdistanê, qenciyên ku kurd li wan dikin, nêrînên wan ên şaş ên beriya hatina
wan a Kurdistanê bîne ziman û ragihîne- dê û bav û xizmên wan ên Balikesîrî û
Enqereyî û Rîzeyî yên destên wan li ser kezeba wan li benda kuştina zarokên xwe
ne - ku kurd ne dijminên Tikan in û ew ji bo xwe û jibo we bi pergala bêpergal
re şer dikin.
Gotina dawî divê Taraf rûyê ronî, rûyê bi şewq û şemal ê Tirkiyeyê be. Qenciya
kurdan a herî mezin ew be ku wê asîmîlîye nekin, nebişifînin nekin ya xwe,
nekin mînanî xwe.
Mamoste
Marûf
--
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ:
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane