*REFERANDÛMA 12 ÊLÛNA 2010an*

 *Seîdê Sîsî*


Ji referandûma makezgona faşîst a 12 Êlûnê ra 9 roj ma.Bi milyonan helbijêr
û dengdêrên Tirkîyê dê di 12ê Êlûnê da herin ser sindoqan.

Ji bo dengdayînê her wekî ku herkes zane, dê sê vebijark (alternatîf) xwe
rava bikin: 'Erê', 'Na' û 'BOYQOT'.

Di nav Makezagonên Tirkîyeyê ên wek 1921,1924,1960 û 1982 da Makezagona
1921î bi awayek vekirî nebe jî di derkarê me kurdan da hinek rasteqîn
bû.Makezagona 1960î li anagorê şerd û mercên Tirkîyeyê bi rastî makezagoneke
ne demoqratîk be jî, gelek xalên heq û hiqûqî bo gelên Tirkîyeyê dinasîn.

Zihnîyeta Îttîhad û Terakkîyê  tehemmûlî bo makezagona 1921î nîşan neda û di
1924an da wê guhert.Guhertinek welê tê da hat qewimandin kû 'lefz' û 'rûh'ê
makezagona 1921î ji holê hat rakirin û şiklê wê a 'guhertî' wek makezagonek
'nû' tête pejirandin.Ev guhertin wek makezagonek nû tête bikaranîn û tête
bilêvkirin wek 'Makezagona 1924an'.

Her dû makezagonên 1924an û 1982yan jî, wek yên dî, antîdemoqratîk û fasîst
in.Çewan ku guhertina Makezagona 1921î hat guhertin û navê Makezagona 1924an
girt; her weha ev Makezagona 1982yan jî tê xwestin ku têkeve şikleke teze û
bi navê Makezagona 2010an bê bi navkirin.

Dema ku hiqûqnas û sîyasetmedarên xwedî iz'an çav davêjin ser van
makezagonan bi mat û mehtelî tê dîtin ku tu mafek kurdan ê neteweyî,çandî û
sîyasî di wan da cih negirtîye.

Xasma Makezagona faşîst a 1982yan bi biryara pênc generalên faşîst hatîye
amadekirin û bi îmzeya Kenan Evren hatîye lidarxistin.

nkar û îmhakirina kurdan ma di destê wan pênc generalan da bû ku îro têkeve
destê Receb Teyîb Erdoxanê Rîzeyî, Kemal Kiliçdaroxlîyê Dersîmî (Heyfa navê
pîroz ê Dêrsimê ku li ser Kemal e!?) û Dewlet Bexçelîyê Adeneyî (bi eslê xwe
ji gundê Bexçe ê Bayqanê ye û mixabin ku Kurd e!?) ?

Hin xwe nenas û kurd nenasên me ên rewşenbîr û ronakbîr, di van rojê dawî da
li ser dengdana 12 êlûnê a referandûma Makezagona 1982yan ramanên xwe tînin
ziman.

Hinek dibêjin 'erê', hinek dibêjin 'na' û hinek jî dibêjin 'BOYQOT'.

Gelo kîjan?

Werin em li encama van alternatîfan bimeyzînin:

Kîjan tevgera sîyasî 'erê' dixwaze?

Di serî da AKP. Kîne ev?Tirk-Îslamcî ne kû di encamê da hemû tev Tûrancî ne.
Seranser di dîrokê da înkarkirin û îmhakirina kurdan tek armanca wan bûye.

Bi îbret û sosretî em dibînin ku hin kurdên me ên saf û bê hedef ketine
dûvika vana û 'erê' diramînin.Ehmedê Xanî saxma ji vî celebê kurd ra gotîye
'xoşyarbin'.

Kîjan tevgera sîyasî 'na' dixwaze?

Di serî da CHP û MHP.Ku di sosyal faşîstîyê da çu ferqek di mabeyna wan da
nîn e. Ew CHPya ku kadroyaya Îttîhad û Teraqîyê ye, bi destê resenkurd Îsmet
Paşa 'Şerq Îslahat Planî' derxistîye û kok û kakûma kurdan rakirîye.

MHP ku doma CKMPyê ye û kana îdeolojîya xwe ji kovara 'UTUKEN' û sernivîsarê
wê Nîhal Atsiz girtîye.Ew jî weka gurên har dijminayetîya kurdan dikin.Û
vebijartina wan jı tev CHPê ye û rengê wê jî 'na' ye.

Eşkeraye ku:

-Eger kurd dengê xwe wek 'erê' bikarbînin dê dest û bestê AKPê xurtir bikin.
Ev jî domkirina îmha û înkarkirina me kurdan e.

-Eger kurd dengê xwe wek 'na' bikarbînin dê dest û bestê CHP û MHPê xurtir
bikin. Ev jî dîsa domkirina îmha û înkarkirina me kurdan e.

De werin em bêne ser alternatîf a xwe, BOYQOTê.

-Eger kurd dengê xwe wek 'BOYWOT'ê bikarbînin dê dest û bestê BDPê xurtir
bikin.Ev jî domkirina jîyan û serfirazîya me kurdan e. Rûmet û qedrê me di
BOYQOTê de ye.



Xwezil ku di mitînga serokwezîr Receb Teyîb Erdogxanê Rîzeyî a 3yê Êlûnê di
Amedê da kurdan xwe wek BOTQOTê nîşan bidaya.

BOYQOT bi tevayî di Tirkîyeyê da bi taybetî jî di hemû perçeyên Kurdistanê
da bo kurdan fersendeke qîmetdar e.

Navendên sîyasî ên Amerîqa,Ewrûpa û cîhanê jî çavdêrê vê referandûmê ne û
desteka kurdan a bo tevgera netewî raçav dikin.

Divê em nebêjin 'ne bes e lê dîsa erê'

Divê em nebêjin 'çi dibe bila bibe  lê dîsa na'

Divê em bêjin ‘bo nûçêkirina makezagonek demokratîk û biratîya milletên Kurd
û Tirk erê, lê’ ji makezagona 1982an û guhertinên wê ra BOYQOT!

Para xwe ez ji dil û can tev BDPê me û dibêjim:


B O Y Q OT !!!

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap