Ez axaftina xwe ya Waltic ê bi xwendevanê Diwanxanê ve parî dikim

Silav û rêz.

Alî Fikri Işık.



Di vê Kongreya ku dê sê roja bajone, niviskarên kurd jî beşdar in. Di roja 
yekemîn ya Kongreyê de niviskar û lêkolîner Zeynelabidîn, niviskar Fehmî Işik, 
niviskar û rexnegerê wêjeyê Alî Fikrî Işik bi moderatoriya Ronahî Onen beşdar 
bûn.




Niviskaran teblîxên xwe bi kurdî pêşkêşî kongereyê kirin û teblîxên wan bo 
îngilîzê hatin wergerandin. 




Niviskarê Netkurdê Alî Fikrî Işik jî teblixek pêkêşî Kongreyea niviskar û 
wergerên cîhanê kir.




Em temamê teblîxa wî ya li ser romana kurdî li jêr diweşînin/Netkurd.




Romana Modern ya Kurdî

Divê ku ez di despêkê de bêjim; ji bilî romanê, ziman daxil, di nava cihana 
Kurdewarîyê de, navginekî ku xwe gihandîyê asta Modernizmê tune ye. Û wusa 
xuyaye ku wê Modernîzma Kurdewarîyê ji romana Kurdî bi xuliqe. Bi wê tespîtê em 
dibin xwedî derbirînek dijwar Jiyaneke nemodern û romaneke modern! Gelo di 
diroka navnetewî de pratîkeke wusa, qet li dereke dinyayê hatîyê ditîn? Wek 
pêvajoyeke sosyolojîk, pêşî civak û tekilîyê civakê bi kirasekî modern xwe 
dineqişînin û du re wêje dibe berdevkê vê pêvajoya sosyal û dirokî. Kifşe ku li 
wî welatî hinek tişt ji robara kronolojîk cûda diherikin. Aqilê civaka Kurdî, 
aqilê siyasi ne aqilekî modern û bajarvanî ye. 

Ku em disa vergerin û li ser diroka modernîzmê??hebibekî bihizirin, em ê 
bibînin ku tekilîyê modernîzmê tekilîyê bajarvanîya ne. Ji boneya jiyana 
bajarvanî, mirovatîyê her curê navginê civakê bi şiklekî modern ji nû ve 
afirandine û bi peyman, xwe sipartine wê jiyanê. Heq ,hiqûq û azadî, weke 
şanîderê bijarte, bûne astengê wê jiyanê û rojeva wê jiyanê, ji wan pirsgireka 
tewlî qaîde û prensîbên xwe dagirtîye.

Wêje tekildarê jiyanê ye. Ji alîkî ve jî li ser jiyanê ye, bahsa wê jiyanê 
dike, lê xwe qet naxe şûna wê jiyanê. Min got??wêje bi wê jiyanê ve tekildar e, 
bi hevre weke du cirana rewîtîyê dikin. Car carna xwe ji nava hev dipengizînin 
nava hev. Ewqas. Tekildarîya wan jî bi wê pengizînê sinorkirî ye.

Bo nimûne, gava ku Hesenê Metê di novêla xwe ya bi navê ''Gotinên Gunehkar'' tê 
naskirin,li ser devê vebejêrê xwe dibêje'' de hûn anuha dipirsîn, dûre ci bû? 
Gelo , bahsa kîjan jiyan û kijan wextî dike? Gelo, mîrov kare bêje jiyaneke 
wusa û wextekî wusa heye? Gelo, ew pirs û vexwendin ne pirsa tûnebûnê ye? Belê 
ew novela qedîm! Bi pirseke lêgerînê vedibe.'' Dû re cî bû?'' Weke prensîbeke 
wext ku '' dû re '' hebe, hindê berî wê ''dû re'' wê jî heye. Divê ew 
anakronîzm hîşmendîyeke xwezayî be. Hesenê Metê bi alîkarîya lehengê xwe 
(Behram,Lûlû Xan,Geştîna Xanim, Nagîna û yên din)bêvegotin bi şîklekî Ontolojîk 
me bi agahîyên berî wê'' dû re'' yê dike. Bi xêra van agahîyan em dizanin ku 
bajarek bi navê E heye û li vir fakulteyeke îlmî îlahî jî avakirî ye. Hesenê 
Metê berê xwe nade nava wî bajarî, ew ji dizanê ku di nava wî bajarî de tiştek 
nîne. Lêgerîneke ne tiştî bêwate ye. Loma Behram xwe ji bandora wext azad dike 
û di astekê dervayî wextê berê xwe dide ber bi mijarên heqîqî. Ji encamên wê 
novelê tiştên ku em ferî wan dibîn ne tiştên ''dû re ''ne, ne tîştên ''anuha'' 
ne û ne tiştên ''dahûhatinê'' ne jî. Hesenê Metê li aqil digere û ew çîrok ji 
xwe re kirîye bahaneya lêgerînê. Weke xewnekê!

Di vegotina ''Gotinên Gunehkar'' de Hesenê Metê, berê xwe dide takekesên 
vegotina xwe û di nava dîroka olî û bawermendî de li diroka çiroka civaka 
takakesî digere. Lehengê novelê çar rewîtîya pêk tine û pîştî encamên taybet, 
tê li mala xwe rûdinê. Li gorî bawerîya min çiroka Gotinên gunehkar piştî wê 
despê dike. Bi vegotineke modern, bi sembolên modern, bi çandeke niviskî ya 
modern û bi pirsên gumandagirtî gava ku Hesenê Metê dawî li vegotina xwe tîne, 
ji ber kerba encamên ku giyana wî êşandine ji me vedişêre. Derdê wî û temsîla 
heqîqeta nine. Ji me re tiştekî neqil dike û bi paşde vedîkîşe. Ew rewş bi xwe 
him Hesenê Metê û him jî Novela Gotinên Gunehkar derdixe asta modernîzmeke 
nûjen. Hesenê Metê li lehenga xwedî dernakeve, li buyera bi awirekî, piroz 
nanêre û weke kartoleke germ ,hemû pirsgireka di nava destê xwendewana de 
dihêle.

Ew awira rêzdar, mizginîya modernîzmê ye, nivîskar baş dizane ku, asteng 
astengê civakî ne û bivê nevê ew asteng divîye gava ku civak amade be, bi destê 
civakê bêne çareserkirin. Nivîskar xwe naxe şûna civakê tenezûlî wî tiştî nake 
û ew awir bi xwe re normekê tîne. Divê ku herkes bi hêz ,qewet û bi qudreta xwe 
zanîbe.

Ji xeynî Hesenê Metê, Şener Ozmen, lêgerîna xwe ya di nava ziman de li ser rûye 
zimanê yekemîn bi şîklekî zimanê duyem,li navenda bajar û bi çiroka takekesî li 
aqlê siyasi yên civakê digere. Di Romana bi navê '' pêşbaziya çirokên 
neqediyayî'' de Şener Ozmen pergî aqilê civakî yên siyasi dibe û qet ji wî aqli 
hisnake! Ji tevnê vegotina '' pêşbaziya çirokên neqediyayî'' em fem dikin, ku 
vebejêrên romanê,weke Xwedayê her tîştî dibîne û dizane,berîya her hizirin û 
hewldariya lehengê romanê Sertac Karanî, her tiştî bi hevoka pêşî eşkere dike. 
Ew cure vegotin tu xususîyêten takekesîyê li holê nahêle. Deşîfrekirina her 
celeb hizirên çalakî û hewldana lehengê romanê, berî hertiştî, ji bêbawerîya 
takekesî tê. Nivîskar bi takekesîya wê civakê ne bawere. Gava ku em bi vebejêr 
re di nava metnê Pêşbaziya cîrokên neqediyayî de rewîtîyekê dikin, tiştên ku em 
ji bi vebejêr ve pergi van dibin, civakeke girtî û di bin bandora her celeb 
desthilatgirîya,civakî, olî û siyasî de, civakekê bêfêrîkirina xwe dibînin. Ku 
civak ji serî heya dawî ji van hizirin çalakî buyer tevlî mijarên xwe ew civak 
be, hindê di nava wê civakê de takekesî naye holê û rewşeke awirên takekesî jî 
mirîye.

Di dawîya romanede ironîyeke mezin dertê meydan ê, Kesekî ku haya wî ji 
hişmediya takekesî nîne, kesê ku dixwaze bibe takekes di kûj e. Hevoka paşî ya 
fînal '' min ew kuşt''e ya romana Pêşbaziya çirokên neqediyayî. ''Min ew Kuşt'' 
Êlî Osmanê kure Adurrahmanê sevaxçî, Sertaç Karanê mamoste û nivîskar dikûje. 
Ji bona ci? Ji boneya desthilatgirîya olî.

Qedera Sertac Karanî û qedera modernîzma civaka Sertaç Karani, çikas dişibin 
hev Xwedêyo!!

Madem kûştin hêjayî gotinêye, divîye ku ez bahsa romana Firat Cewerî ya bi navê 
'' ez ê yekî bikûjim'' bikim. Serê sibehekê lehengê romanê Temo bi biryara 
kuştina yekî ji xew şîyar dibe. Berî ku ez li ser vê romana Firat Cewerî hûr 
bibim, ji bona herikandina wê vegotina min, pêdivî pê heye ku ez bahsa hinek 
roman û romannûsê, ku mirin û kûştin ji xwe re kirine mijar, bikim. Romana 
Helim Yusîv'' Gava ku masi tîdibin'' bi kuştina Cemîleyê dibê vegotineke xwedî 
xaçepirs. Mikurhatinên deriyê hesinî,kumê li serê qederê ,Pirtûka ku nehat 
xwendin,Nivişta di bin çeng de û vebêjêrê dinê,tev ,ji serî heya binê 
vegotinê,wek dengbêjan, bêrewest distirînin.

Vegotin; bi hevokeke ji xwe bawer,vedibe;''Li vî welatî dibû ku her tişt 
bibe.Tiştekî dûrî aqilan nemabû.Heta bi hestên matmayîbûnê li cem xelkê hatibûn 
jibîrkirin.Lewre,çi dibû,çi nedibû,êdî tiştekî bala tu kesî,nedikişand.Wey li 
wî ku halê xwe bi hal bike û dûrî qeda û beleyên nedîtî bimîne.''

Romana Jan Dost,ya ku navê wê ''Mîrname'' ye, ji xwe ji serî heya binî li dora 
Kuştina Ehmedê Xanî diçe û tê. 21 yek vebejêr bi bist û yek çirokan dikin nakin 
jahrkirina Ehmedê Xanî ji hev safî nakin.



Bi wê kurte tomarkirinê min xwest ku guhdarên eziz hay ji naveroka vegotina min 
bibin. Bi dilekî xweş êdî ez karîm vegerîm ser romana Firat Cewerî û serlehengê 
wê Temoyê kujêr.??Hê di hevoka pêşî de, gava wext tê destnişankirin (saet di 
şeş û ''sêzdeh''! deqiqeyan de) xwendewan dizanê ku êdî, li hamberî wî/wê 
vebejêr û nivîskarekî bi berpisyar e. Exlaqê vegotinê û kîmya hevokan hev 
girtine û di bin wan re tîrejên tavê jî derbas nabin. Tempo, ritim, buyer, 
honandina buyera, leheng, xwet, diyalaloq û mekan, jî alîyê şikil??û ji alîye 
naverokê ve cîbicî ne. Her tişt di ciyê xwe de û xwedî sedem e. Ma estetîk jî 
ji bicîbûna wan tişta pê ve çî ye? Ku sedem û pîvan nîn bin, estetîk jî nîne. 
Vegotin bi her encamên xwe bûye tiştekî estetîkî, misqalekê rû nedaye folklorê 
û?qet îtîbar nedaye kevneşopîya civakî.

Çîrok, çirokeke bajarwanî ye û di nava cihana bajarvanekî de hatîye afirandin. 
Mijar û naverok derfetê îro mûnaqeşe dikin. Bi xwendineke psîkolojîk cîhana "Ez 
ê yekî bikujim" realîst e. Em karîn bi rihetî Freud û Lacan bikin şahid. Bi 
xwendineke fenomenolojik, cîhana vegotinê, romantîkek e irrasyonalist e. Şahidê 
me jî Edmund Husserl e: "her tişt hatiye guhertin, her tişt ji bona azadîya 
bajar bû, lê piştî pazdeh salên girtîgirî, bajarê wî ne holê bû ku ji bajar kî 
jî bikujta heqê wî bû." û bi xwendineke siyasî cîhana berhemê rasyonel e: "Di 
nava çirokê de çiroka Temo û çiroka Dianayê biguherînin hun ê bibinin ku encam 
naguhere. Di jargona siyasî de qahpik û' 'îtirafçi' wek hev in. Diana jin bû, 
bû qahpik û mer bûya ê bibuya itirafçi." Û ji alî niyeta nivîskar ve, "Ez ê 
yekî bikujim", xwendineke surrealist e. Gelo, metn bi xwe dibê çi? Lê mixabin, 
metn bela di nava xwe de, bûye du çirokên ji hev cuda, bi tevgirtineke yekitî 
nikare niyeta xwe ji me re bêje!.

Temo, temsila civaka kevne û ji bona xaçepirsekê di mire. Lê lehengê duyem 
Diana doza azadiya xwe dike û ji ber hawara Dianayê Firat Cewerî ji Sweedê 
nivîskarêkî amade dike. Ji bona çareseriya azadiya Dianayê peşniyarîya Ceweri 
di ci deye lewra, Nivîskar di vir de weke ronahî temsila civaka modern dike. Û 
ji boneya civakeke modern??Swêd nimûneyeke heqiqî ye.


Romana Helim Yusiv, Gava ku masî t îibin Alegorîyeke mezin e û ji alî teknîkê 
vegotinê ve??pergala desthilatdarên serdest, bi şikleki ecêb deşîfre dike. 
Vebijêr ne kesên zindî ne. Bela ku serdestên wî welatî gotin qedexe kirine. 
Masî ji kûçikê xwe,ji Bozo re dibêje, û tîştên ku Derîyê hesinî say dike, ew 
bixwe j ime re dibêje

Vegotin û naveroka vegotinê ji alî cihana romanê, bi ewrekî mezin re,seranser 
bi şik,seranser biguman tê nuxûmandin.Nivîs dikeve asta sıfırê(o).Zanînên( ku 
dihişê me de, wek,zanînên civakî bûn û me bi wan bawer dikir,) heya vê romanê 
,giş ''rastîya'' xwe hunda dikin.Nivîskar; bi zanêbûneke hunermend, her tiştê 
ku me zanîbû, dixe bin bondara şik ê .Êdî xwendevanê şiroveker mecbur dibe ku 
li hinek meşrûîyeten nû bigere.Heqîqêtên jiyanê,bi şik,ji alî nivîskar ve ji 
dewrê dertên .Ji bona şirovekirinê usûlek felsefî,usûlek sosyolojik çi rê 
namîne.!Fermo,Kerem bikin! hun û berhemê, rûbirû ne.!!Jibona şirovekirinê,ji 
cihana romanê pê ve tu encam û derfet nîn in.!.Kes nikare,ji terhên jiyanê xwe 
biqevizîne nava berhemê. Edî kes nikare, Heqîqetek jiyanê bi heqîqeteke din ê, 
ê jiyane binirxîne. Di destê xwendevan de,bi tenê heqîqetên berhemê ma ne.


Romana jan dost Mîrname romaneke karnevala civakî ye. Her celeb leheng,tevlî 
her curê cirokên xwe di nava??metin de lotika diavêjin. Metnê Mirnamê dibêje 
ci? Dibêje min çawa bişopînin? Teymûrê Fasiq(hinek jê re dibêjin Teymûrê meyxur 
û hinekên din jî jê re dibêjin Teymûrê gûrcî.) Wê rojê wuha bidevdike'' Gava ez 
qêriyam û min got; Hibr dibare, ez ne serxweşbûm. Hefsarê hişê min di destê min 
de bû û bîna hibrê jî, ji bîna xwêdana paxilên yarika xwe ya ermen bêtir nas 
dikir. ''Hefsarê hişê metn di destê metn de ye û metn ne serxweş e. Metn dibêje 
Hibr dibare! Li ser gorra Ahmedê Xanê baran dibe hibr û dibare.! Barana ku dibe 
hibr û dibare tenê bi serê xwe Mîrnamê dike alegorîyeke mezin. Ahmede Xanî ji 
Teymûrê Fasiq re dibêje ''Murrekkeba min dizîne''. Û Her wuha dîsa Xanî di cîkî 
de ji Teymûrê Fasiq re dibêje'' Ez mirina xwe dinivîsim''. Nivîsandina mirinê, 
murekkeba hatîye dizîn û hibra ku ji dêvla baranê re dibare; ev her sê şop jî 
eşkere dikin ku niyeta metn ne jiyana Ahmedê xanî ye. Ehmedê Xanî nişandanek e. 
Nîşandanikeke îkonîk e.

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap