Şîyar be, lo kundê kor,  lo kevirê ber dîwaran,
edî tu heyî lo…!
 
Bala xwe didimê nivîsên dûvdirêj ên di vir de tên weşandin hema bigire qet 
nayên nîqaşkirin; ez divêm nayên xwendin loma…
 
Dixwazim li ser referandûmê heta ji min tê kin binivîsim.
Bi qasî ku em pê dizanin bav û kalên me, ji vir du hezar û şeşsed sal berê cara 
yekem tifaqa xwe kirine yek û ji Kurdistan û Anatolî û Îranê bigirin heta 
Efxanîstanê bûne desthilatdar…
 
Dûvre  çi diqewime hûn pê dizanin, ji hev belav belavî dibin û di  qûntarê her 
çiyakî de, di her newaleke de, li serê her girekî malbatek bi cih û war dibe, 
her yek dawe û doza mezinatî, axatî û mîrtiyê yê dike. Her malbatek malbata  
dî  an bi dizî û talakeriyê, an bi xayîntiyê, an bi hovîtî û wehştiyê, an 
bibêpaxişî û bi qirêjiyê, an bi guhsistiyê sûcdar û tewambar dike. Bi gotinek 
din her yek xwe “li ser ê dî çêdike”
 
Xwe çêkirina li ser ê dî,  bi hev re ketina ber qayîşê… Encam: Hevkariya 
newekhevan; bi awakî din; bocikhejandin û çok danîna li ber neyaran….
 
Ev derûniyeta rizî, ev kesayetiya derizî, ev mejiyê tevizî  bi hilweşîna 
Federasyona Medyayê  re wek nexweşiyek bê derman digihîje gelê Kurd … 
 
Ev malkambaxî bû para Sulhedînê mey ê Eyûbî û nehişt ew xwe wek desthilatdarekî 
Kurd nîşan bide, bo gelê xwe kevirek bide ser kevirek… Nehîşt ew li ziman û 
çanda xwe xwedîtî bike, qe nebe kêlika xwe bi zimanê dayîka xwe bide nivîsandin…
 
Ev malwêranî bû ku, kir em  di sala 1071’an de, li Kela Milazgirê  bi deh 
hezaran cengawêran li dûv qwîna Alpaslanê Tirkman ketin…
 
Ev îxanet  bû ku, ket dilqê Îdrîsê Bedlisî û mifteyên hemî bajar û sancax û 
gund û gomên Kurdistanê da destê Yavûzê Xûnxar…
 
Ev derûniyeta tajîtiyê bû  ku kir  hin ji me xwe bi Farisan ve, hin ji me xwe 
bi Tirkan ve bişidînin û li Qesra Şirînê welatê  me bikin du par; hela li vê 
ecêb û gosirmetê, parek jî ne ya me!
 
Ev cahştî bû ku di sedsala 19’an de, di qirna şiyarbûn û netewbûn û serxwebûn û 
azadiyê de, ji Osmaniyan bêhtir Osmanîtî, ji Ereban zêdetir Misilmantî kir bû 
Hemîdiye…
 
Dîsa ev kesayetiya derizî bû ku di pêvajoya şerê yekemîn ê Cihanê de, di 
dirêjahiya Şerê Serxwebûna Tirkan de digel ku Dewleta Osmanî ji hev ketibû, 
dîsa guhsistiya herî mezin kir û li ber bayê nijadperestên Tirkan ket; dawiya 
dawîn  di dema Peymana Lozanê de İsmetê gurê har wek nûnerê hemî Kurdan tayîn û 
destnîşan kir: Aqûbet: Kurdistan çar par, em di welatê xwe de xulamên hejar…
 
Dawiya dawîn, Tevgera Azadiya Kurd sih sal berê dora pêşî bi van bênamûsan re, 
li dijî  vê kesayetiya nîvruhî  û  bi giranî nexweş  dest bi şer kir. Piştî 
1980’an şervanên  azadiyê  bûn agir û bizot, bi cendekên dagirkeran ve zeliqîn.
 
Lê êxbala kor, dagirkeran ew nexweşên kelûxaş derman kirin, bi çek û rext, bi 
pere û pol, bi ritbe û nîşan kirin bi ser gel û şervanan de şandin.
 
Ew bûn qoriçî, bûn hîzbula, bûn tîmên taybet. Ên çek nedan destan jî bi van 
kûçikan re û bi xwediyê wan re hevkarî kirin, bûn xwedî sermiyan, bûn parleman, 
bûn wezîr, bûn şaredar…
 
Îjar werin van cahşan tev bidin ser hev; Kurdên  hezar sal berê li nasnameya 
xwe xwedîtî nekirin li Qudsê bi navê umetparêziyê bûn Ereb, li Milazgirê bi 
heman armancî  bûn Tirkman, di sedsala 16’an de bûn Osmaniyên Yavûzperest , di 
sedsala 19’an de Evdilhemitperest, Li Lozanê Tirkperest, di dema serhildanan de 
bûn milîs û qoriçî û cerdevan, 
 
Bûn endamên  Hîzbula yên kevneperest (ew   di salên 90’ de di bin banê
Komelaya Belavkirina Zanistê ( İlim Yyma Cemiyeti)
Weqfa xortên netewyî( Milli gençlik Vakfı; )
Pirtûkxaneyên Mektebê ( Mektep Kırtasiye) de, bi alîkarî û hevkariya   
Polîs, artêş û Mît, û jît û jîtem û Tîmên Taybet xebatên xwe dimeşandin… 
 
Bala we dikişîne ev malwêranên Kurdîstanî di pêvajoya REFERANDÛM’ê de bi tevahî 
bûne yek û dibêjin  ERÊ 
 
Kêm kes ji wan tevlî naxira NAXÊR bûne…
 
Kurdên êdî bûne netew, ên  serbixwe, ên bi xwe bawer, ên dibêjin em “ne ji we,  
ne ji wan in; em gelekî ji gelên azad in”  çi dibêjin?
 
EM WEK KURD,  “MAKEZAGONA KU  ME NAS NAKE”  NAS NAKIN… 
 
Bi awakî din B O Y K O T…
 
Niha hin ji van bêhişan, dê bibêjin; ji her dû aliyan kîjan baş be , divê em 
piştgiriya wî bikin… 
 
mînakên jorîn  bibîr bînin: 
             Di serdema Sulhedîn de xaçparêz xera, Erebên misilman baş bûn…
             Di 1071’an de  Dîyojen xera, Alpaslan çê bû…
             Di 1915’an de Rûs û Ermenî gawir, Tirk misilmanên qenc bûn…
             Li Lozanê İsmet ehlê qible, Corc bê dîn û bê îman bû…
             
Heke ji wan yek rastî we hat, jê re bibêjin:            
Malmîrato, de em bibêjin di wan dewr û dewranên berê de  Kurdên xwedî irade  
tunebûn; bê serî û  bê berate û bê rêxistin bûn… 
Şîyarbe, lo kundê kor,  lo kevirê ber diwaran, edî tu heyî lo…! 
 
                                                                                
 Mamoste Marûf
 
 
 
             
            
  
 
 
 


      

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap