Brêz Maruf,
Turkiya çiqas welatek demokrat be, gelan ji fikr û ramanen xwe demokratik bike
û çareserîya Pirgirêka Kurdistan û Kurdan ji bi rêbazên (şêvazên) hê daha
şariste çareser bibe.
Pêşîya me da 2 tişt heye. ERÊ vî welatî daha demokratî bike. Na û Boykot ji
şoreşe 12 îlonê ya leşkerê Tirk hê xwerttir bike.
lewma hezar carî ERÊ, ERÊ, ERÊ.
Dr. Sacit Gunes
xweDate: Sun, 5 Sep 2010 13:34:05 +0300
Subject: Re: {Diwanxane} Şîyar be, lo kundê kor, lo kevirê ber dîwaran!
From: [email protected]
To: [email protected]
Brêz Maruf,
Tu hinek bi zanatî tişta tevlihev dikî mixabin. Belê îxanet û bêtifaqî ya Kurda
rast e, lê ew rêxistina ku tu pesnê wî didî êdî ne wek dîtina te ye. Dev ji
Kurdistana azad û serbixwe berda, dev ji ala Kurda berda, dev ji zimanê Kurdî
berda, şêx Seîd kirin provakator, Berzanî kirin hevkarê chû ya, ji bo Kurda
dewletê naxwazin êdî. Niha tiştek din bi bandor li Kurda didin pozber kirin .
Çiye ew? Bila sînor ne guhere, bila statuko dom bike û hwd.
Ez îro şervanê serê çîya û serokên vê rêxistinê ji hev cûda digrim, min bîr û
bawerîya xwe pê anî ye ew ne bi tevgereke Kurdewarî ne.Li gel silav û rêz
2010/9/5 sadi maruf <[email protected]>
Şîyar be, lo kundê kor, lo kevirê ber dîwaran,
edî tu heyî lo…!
Bala xwe didimê nivîsên dûvdirêj ên di vir de tên weşandin hema bigire qet
nayên nîqaşkirin; ez divêm nayên xwendin loma…
Dixwazim li ser referandûmê heta ji min tê kin binivîsim.
Bi qasî ku em pê dizanin bav û kalên me, ji vir du hezar û şeşsed sal berê cara
yekem tifaqa xwe kirine yek û ji Kurdistan û Anatolî û Îranê bigirin heta
Efxanîstanê bûne desthilatdar…
Dûvre çi diqewime hûn pê dizanin, ji hev belav belavî dibin û di qûntarê her
çiyakî de, di her newaleke de, li serê her girekî malbatek bi cih û war dibe,
her yek dawe û doza mezinatî, axatî û mîrtiyê yê dike. Her malbatek malbata dî
an bi dizî û talakeriyê, an bi xayîntiyê, an bi hovîtî û wehştiyê, an
bibêpaxişî û bi qirêjiyê, an bi guhsistiyê sûcdar û tewambar dike. Bi gotinek
din her yek xwe “li ser ê dî çêdike”
Xwe çêkirina li ser ê dî, bi hev re ketina ber qayîşê… Encam: Hevkariya
newekhevan; bi awakî din; bocikhejandin û çok danîna li ber neyaran….
Ev derûniyeta rizî, ev kesayetiya derizî, ev mejiyê tevizî bi hilweşîna
Federasyona Medyayê re wek nexweşiyek bê derman digihîje gelê Kurd …
Ev malkambaxî bû para Sulhedînê mey ê Eyûbî û nehişt ew xwe wek desthilatdarekî
Kurd nîşan bide, bo gelê xwe kevirek bide ser kevirek… Nehîşt ew li ziman û
çanda xwe xwedîtî bike, qe nebe kêlika xwe bi zimanê dayîka xwe bide
nivîsandin…
Ev malwêranî bû ku, kir em di sala 1071’an de, li Kela Milazgirê bi deh
hezaran cengawêran li dûv qwîna Alpaslanê Tirkman ketin…
Ev îxanet bû ku, ket dilqê Îdrîsê Bedlisî û mifteyên hemî bajar û sancax û
gund û gomên Kurdistanê da destê Yavûzê Xûnxar…
Ev derûniyeta tajîtiyê bû ku kir hin ji me xwe bi Farisan ve, hin ji me xwe
bi Tirkan ve bişidînin û li Qesra Şirînê welatê me bikin du par; hela li vê
ecêb û gosirmetê, parek jî ne ya me!
Ev cahştî bû ku di sedsala 19’an de, di qirna şiyarbûn û netewbûn û serxwebûn û
azadiyê de, ji Osmaniyan bêhtir Osmanîtî, ji Ereban zêdetir Misilmantî kir bû
Hemîdiye…
Dîsa ev kesayetiya derizî bû ku di pêvajoya şerê yekemîn ê Cihanê de, di
dirêjahiya Şerê Serxwebûna Tirkan de digel ku Dewleta Osmanî ji hev ketibû,
dîsa guhsistiya herî mezin kir û li ber bayê nijadperestên Tirkan ket; dawiya
dawîn di dema Peymana Lozanê de İsmetê gurê har wek nûnerê hemî Kurdan tayîn û
destnîşan kir: Aqûbet: Kurdistan çar par, em di welatê xwe de xulamên hejar…
Dawiya dawîn, Tevgera Azadiya Kurd sih sal berê dora pêşî bi van bênamûsan re,
li dijî vê kesayetiya nîvruhî û bi giranî nexweş dest bi şer kir. Piştî
1980’an şervanên azadiyê bûn agir û bizot, bi cendekên dagirkeran ve zeliqîn.
Lê êxbala kor, dagirkeran ew nexweşên kelûxaş derman kirin, bi çek û rext, bi
pere û pol, bi ritbe û nîşan kirin bi ser gel û şervanan de şandin.
Ew bûn qoriçî, bûn hîzbula, bûn tîmên taybet. Ên çek nedan destan jî bi van
kûçikan re û bi xwediyê wan re hevkarî kirin, bûn xwedî sermiyan, bûn parleman,
bûn wezîr, bûn şaredar…
Îjar werin van cahşan tev bidin ser hev; Kurdên hezar sal berê li nasnameya
xwe xwedîtî nekirin li Qudsê bi navê umetparêziyê bûn Ereb, li Milazgirê bi
heman armancî bûn Tirkman, di sedsala 16’an de bûn Osmaniyên Yavûzperest , di
sedsala 19’an de Evdilhemitperest, Li Lozanê Tirkperest, di dema serhildanan de
bûn milîs û qoriçî û cerdevan,
Bûn endamên Hîzbula yên kevneperest (ew di salên 90’ de di bin banê
Komelaya Belavkirina Zanistê ( İlim Yyma Cemiyeti)
Weqfa xortên netewyî( Milli gençlik Vakfı; )
Pirtûkxaneyên Mektebê ( Mektep Kırtasiye) de, bi alîkarî û hevkariya
Polîs, artêş û Mît, û jît û jîtem û Tîmên Taybet xebatên xwe dimeşandin…
Bala we dikişîne ev malwêranên Kurdîstanî di pêvajoya REFERANDÛM’ê de bi tevahî
bûne yek û dibêjin ERÊ
Kêm kes ji wan tevlî naxira NAXÊR bûne…
Kurdên êdî bûne netew, ên serbixwe, ên bi xwe bawer, ên dibêjin em “ne ji we,
ne ji wan in; em gelekî ji gelên azad in” çi dibêjin?
EM WEK KURD, “MAKEZAGONA KU ME NAS NAKE” NAS NAKIN…
Bi awakî din B O Y K O T…
Niha hin ji van bêhişan, dê bibêjin; ji her dû aliyan kîjan baş be , divê em
piştgiriya wî bikin…
mînakên jorîn bibîr bînin:
Di serdema Sulhedîn de xaçparêz xera, Erebên misilman baş bûn…
Di 1071’an de Dîyojen xera, Alpaslan çê bû…
Di 1915’an de Rûs û Ermenî gawir, Tirk misilmanên qenc bûn…
Li Lozanê İsmet ehlê qible, Corc bê dîn û bê îman bû…
Heke ji wan yek rastî we hat, jê re bibêjin:
Malmîrato, de em bibêjin di wan dewr û dewranên berê de Kurdên xwedî irade
tunebûn; bê serî û bê berate û bê rêxistin bûn…
Şîyarbe, lo kundê kor, lo kevirê ber diwaran, edî tu heyî lo…!
Mamoste Marûf
--
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ:
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane