Dühé yani roja ledé,lé stenbul miting hebu,yek jıwan yé BDP,
é düdüyan AKP,ez béxwe tevlı nav karwana BDP büm dızanım
béış ,elem,keder dıbéjım henek Kürd'ji tevlé karwana AKP-é
bun,pé'şi jévan pırsdékım çéra brano .! wén dénav refén xwe-
de naférın ? wén dénav refı déjmının xwede çi dégrın.!
Hürék hürék baran débariya jén,céwan u zarukın şirin delal
hev topkérıbun hatébun,rengé kesko soru zer,bina her demé
BDP dénav çavén déjmınde bé dar xéstıbu,polıs'én Erdoğan
bina cewrékan léwan deran digerina,jıbuy gelé Kürd u dost-
tın wan édi té tıştek ifadenedıkırın,belé dostın me Kürd'anji he-
bun léwır..!
Minak Dayikek,dayikek Térk sé lawénxwe jıbuy serkeftén azad-
ya netewa Kürd feda kérubu...!
Dayka héja dayka me hemuyan,dayka Dündü,ev dayik hertém
dé her çalakiyinmeda heye,her tım lé cem meye,técari gazén
nake,bé serbélınd qirdıke, sé cangoriyınxwe şehid daye.
Daykin me bé rengın kesko soru zer xwe xemılandébun,héşı mé-
rov jéwanre dıçu,çéwanın me jé çavén wan mizginiya azadiyé dé-
hat ditén,dostén mey enternasyonalist bé rengén xwe hatébun bi-
na herdemé péştıgırtıya xwe jıbuy gelı Kürd ispatdıkırın.
Ev henek kesén dı Diwanxanéde dıjbertiya xwe bé BDP u Tekoşina
Kürd're eşkeredıkın,ew lıkubun gelo ? Ev kesın ha çé karé dıkın lé
cem kine ?,eşkereye lé cem tekoşina netewa Kürd ninın,axaftına van
kesan bé kürd'iji eybe,,..!
Ev kes béla dev jé zımanın mey xweşu delal dev berdın,bé zımanın
me lıme séxıfan nekén,her téşt lé holıye,xuşk,bérati bé xwuna damaran
nay kéfşekırın ! yanji nay nişandan,ev germayi jé dıl heskırın, dınav jiyan-
da kéfşedıbe,dı rojın teng da xwe dıde nişan,dé şin şahiyéde xwe déde
nişan,ez bawerdıkım ev kesın han dınav teziyén şehidan'da ji nayn ditén
ev kes dostın déjmının gelı Kürd u é insanetiyıne..!
Akp u métinga Akp u Kürdén lıwır balamın qet nakşinın,ez wan Kürdın lıwır
jéxwere nizık'ji nabinım,lewra ew Kürd...! Kürdın lı pey efendiyın xwene.
Jıbuy jiyanek bérumet roj nizıke,an serkeftın an neman.
selam hürmet.
Date: Sat, 4 Sep 2010 22:50:30 -0400
Subject: Re: {Diwanxane} Referandûm û Kurd
From: [email protected]
To: [email protected]
Birano!
BDP eger ne partîya kurd e ma AKPartî,CHP û MHP partîyên kurd in?
Însaf bikin û neyartîya xwe bi xwetîyê em nekin.
Heftê nûnerên kurd di AKPartîyê de hene, ka kîjanê ji wan mafê kurd û
kurdistanê parastîye?
Wezîrên ku Kurd in û di kabîna Erdoxan de cih girtine kîjan ji wan li dijî
operasyonan derketîye?
Hinekan ji me çi zordestî ji destê DTP kişandîye bila bêjin da ku em jî pê
bizanibin.An na roja mehşerê derstê milletê kurd dê ji pistoka hinekan venekişe.
Ger hinek jime bixwazin dikarin werin û beşdarê BDPê bibin fikr û ramana xwe
dîyar bikin.Ma kê rê li pêşîya me girtîye?Hinek ji me welê hatine tefilkirin ku
îro BDP ayeta Qur'anê jî bêje dê jê bawer nekin.Em aqilê selîm
dixwazin.Wesselam.
On Sat, Sep 4, 2010 at 6:18 AM, talha çek <[email protected]> wrote:
Em zêde serê hev neêşînin û tehma devê hev ne revînin baştir dibe. BDP bi rewşa
îro ne partîyeke Kurd e. Tevgera wî politika wî ne Kurdewarî ye. Bi yek tenê
rengê Kurda nabe Kurd mixabin. Kengê wek HEP ê hemû rengê Kurda bi cîh kir an
gor berjewendîyên gel politika bi kar anî ew çax emê ji dil û can piştevanîyê
bikin jê re. Bera kes ramanê xwe dîtinên xwe bi bandor pozberî me nekin tika
dikim. Li gel silav û rêz
2010/9/3 Sait Pektas <[email protected]>
REFERANDÛMA 12 ÊLÛNA 2010an
Seîdê Sîsî
Ji referandûma makezgona faşîst a 12 Êlûnê ra 9 roj ma.Bi milyonan helbijêr û
dengdêrên Tirkîyê dê di 12ê Êlûnê da herin ser sindoqan.
Ji bo dengdayînê her wekî ku herkes zane, dê sê vebijark (alternatîf) xwe rava
bikin: 'Erê', 'Na' û 'BOYQOT'.
Di nav Makezagonên Tirkîyeyê ên wek 1921,1924,1960 û 1982 da Makezagona 1921î
bi awayek vekirî nebe jî di derkarê me kurdan da hinek rasteqîn bû.Makezagona
1960î li anagorê şerd û mercên Tirkîyeyê bi rastî makezagoneke ne demoqratîk be
jî, gelek xalên heq û hiqûqî bo gelên Tirkîyeyê dinasîn.
Zihnîyeta Îttîhad û Terakkîyê tehemmûlî bo makezagona 1921î nîşan neda û di
1924an da wê guhert.Guhertinek welê tê da hat qewimandin kû 'lefz' û 'rûh'ê
makezagona 1921î ji holê hat rakirin û şiklê wê a 'guhertî' wek makezagonek
'nû' tête pejirandin.Ev guhertin wek makezagonek nû tête bikaranîn û tête
bilêvkirin wek 'Makezagona 1924an'.
Her dû makezagonên 1924an û 1982yan jî, wek yên dî, antîdemoqratîk û fasîst
in.Çewan ku guhertina Makezagona 1921î hat guhertin û navê Makezagona 1924an
girt; her weha ev Makezagona 1982yan jî tê xwestin ku têkeve şikleke teze û bi
navê Makezagona 2010an bê bi navkirin.
Dema ku hiqûqnas û sîyasetmedarên xwedî iz'an çav davêjin ser van makezagonan
bi mat û mehtelî tê dîtin ku tu mafek kurdan ê neteweyî,çandî û sîyasî di wan
da cih negirtîye.
Xasma Makezagona faşîst a 1982yan bi biryara pênc generalên faşîst hatîye
amadekirin û bi îmzeya Kenan Evren hatîye lidarxistin.
nkar û îmhakirina kurdan ma di destê wan pênc generalan da bû ku îro têkeve
destê Receb Teyîb Erdoxanê Rîzeyî, Kemal Kiliçdaroxlîyê Dersîmî (Heyfa navê
pîroz ê Dêrsimê ku li ser Kemal e!?) û Dewlet Bexçelîyê Adeneyî (bi eslê xwe ji
gundê Bexçe ê Bayqanê ye û mixabin ku Kurd e!?) ?
Hin xwe nenas û kurd nenasên me ên rewşenbîr û ronakbîr, di van rojê dawî da li
ser dengdana 12 êlûnê a referandûma Makezagona 1982yan ramanên xwe tînin ziman.
Hinek dibêjin 'erê', hinek dibêjin 'na' û hinek jî dibêjin 'BOYQOT'.
Gelo kîjan?
Werin em li encama van alternatîfan bimeyzînin:
Kîjan tevgera sîyasî 'erê' dixwaze?
Di serî da AKP. Kîne ev?Tirk-Îslamcî ne kû di encamê da hemû tev Tûrancî ne.
Seranser di dîrokê da înkarkirin û îmhakirina kurdan tek armanca wan bûye.
Bi îbret û sosretî em dibînin ku hin kurdên me ên saf û bê hedef ketine dûvika
vana û 'erê' diramînin.Ehmedê Xanî saxma ji vî celebê kurd ra gotîye
'xoşyarbin'.
Kîjan tevgera sîyasî 'na' dixwaze?
Di serî da CHP û MHP.Ku di sosyal faşîstîyê da çu ferqek di mabeyna wan da nîn
e. Ew CHPya ku kadroyaya Îttîhad û Teraqîyê ye, bi destê resenkurd Îsmet Paşa
'Şerq Îslahat Planî' derxistîye û kok û kakûma kurdan rakirîye.
MHP ku doma CKMPyê ye û kana îdeolojîya xwe ji kovara 'UTUKEN' û sernivîsarê wê
Nîhal Atsiz girtîye.Ew jî weka gurên har dijminayetîya kurdan dikin.Û
vebijartina wan jı tev CHPê ye û rengê wê jî 'na' ye.
Eşkeraye ku:
-Eger kurd dengê xwe wek 'erê' bikarbînin dê dest û bestê AKPê xurtir bikin. Ev
jî domkirina îmha û înkarkirina me kurdan e.
-Eger kurd dengê xwe wek 'na' bikarbînin dê dest û bestê CHP û MHPê xurtir
bikin. Ev jî dîsa domkirina îmha û înkarkirina me kurdan e.
De werin em bêne ser alternatîf a xwe, BOYQOTê.
-Eger kurd dengê xwe wek 'BOYWOT'ê bikarbînin dê dest û bestê BDPê xurtir
bikin.Ev jî domkirina jîyan û serfirazîya me kurdan e. Rûmet û qedrê me di
BOYQOTê de ye.
Xwezil ku di mitînga serokwezîr Receb Teyîb Erdogxanê Rîzeyî a 3yê Êlûnê di
Amedê da kurdan xwe wek BOTQOTê nîşan bidaya.
BOYQOT bi tevayî di Tirkîyeyê da bi taybetî jî di hemû perçeyên Kurdistanê da
bo kurdan fersendeke qîmetdar e.
Navendên sîyasî ên Amerîqa,Ewrûpa û cîhanê jî çavdêrê vê referandûmê ne û
desteka kurdan a bo tevgera netewî raçav dikin.
Divê em nebêjin 'ne bes e lê dîsa erê'
Divê em nebêjin 'çi dibe bila bibe lê dîsa na'
Divê em bêjin ‘bo nûçêkirina makezagonek demokratîk û biratîya milletên Kurd û
Tirk erê, lê’ ji makezagona 1982an û guhertinên wê ra BOYQOT!
Para xwe ez ji dil û can tev BDPê me û dibêjim:
B O Y Q OT !!!
--
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ:
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane