Ji hevala Rojda re û ji hemî Kurdên Tarafhez re   
Beriya dest bi nivîsa xwe bikim,  pêşniyariya xwendina Nivîsa Birêz Necîp 
Bingol dikim; jiber ku kêmasiyên min ew î temam kiriye.  
 
Bi ya min desthilatdariya Tirk ev çend sal e bi awakî qethî bûye du şax:
Alîki di riya Kemalîzmê de dimeşe. Hêza xwe ji karsazên di pêvajoya Komara Tirk 
de ( ev mijarek pir dûvdirêj e. Bi riya bi dehan lêkolînan em baş dizanin ku  
hebûna gelên nemisilman ên Anatolî û Kurdistanê bi destê  vê çînê ve hatiye 
talankirin. Lê  di dewlemendiyên wan de para talankeriya Kurd û Kurdistanê 
çiqas e kes bi awakî qethî pê nizane; ji ber ku heta niha ti lîkolînek zanistî 
nehatiye kirin)  
Di qada çapemeniyê de mirov dikare  berdevkên eniya Kemalîst ji koma Aydin 
Doğan bigire heta Gözcu û Cumhuriyet’ê  rêz bike.
 
Her rojname û kanalek televîzyonê xwedî mîsyonek e…
Wek mînak: Hurriyet berdevkê riya navçêtiyê ye… Navend e. Rûsipiyên Kemalîzmê 
di vir de, hûrik hûrik  nermik nermik bîr û baweriyên xwe radigihînin gel. 
Girseya ku Hurriyet  ji xwe re wek hedef hilbijartiye; ji “çîna navendî”, 
karbidestên dewletê , ji gelê kêmpolîtik pêktê…
 
Cumhuriyet; mîlîtanên kemalîzmê di nav lepê xwe de digire û bo Kemalîzmê  wek 
qiblegehek pîroz e. Ew kadroyên Kemalîst diafirîne û peywira dibistanê daye ser 
milan…
 
Sözcu, Gözcu, posta, Fanatîk, Fotomaç Hwd.  girseya gel a herî nepolîtîk û 
lûmpen dane ber xwe û wan bi argûmentên herî derî exlaq jahrî dike û ji wan 
faşîstên tûj ên totikvala diafirîne.
 
Radikal; Rûyê demokrat ê Kemalîzmê ye. Ew di quncikên xwe de cih dide 
nivîskarên demokrat û carinan welatparêz… Lê rojeva ku bi manşet û bi 
sernivîsan dide ber xwendekaran ji yên din ne cudatir e… Li ser mijarên girîng 
ên têkildarî sîstema Kemalîst de di cih de vedigere tê ser şopa Cumhuriyet û 
Hurriyetê…
 
Şaxê din ê sermayeyê “ sermayeya kesk e. Berê digotin pilingên Anatoliyê. Ew jî 
xwedî çapemenî ne û  bo xwe rêxistinkirinê sistema Aydın Doxan  wek model dane 
ber xwe. 
 
Hurriyeta wan, Sabah e…
Milliyeta wan Zaman e…
Gözcuya wan Vakit e …
Radîkala wan jî taraf e…
 Li reklamên wan binêrin, dê hûn ê navên heman şîrketan bibînin…
 
 
Bo bidestxistina desthilatdariyê her du alî bi hev re ketine ber qayişê…
 
Alîkî  sûcên Artêşê, pûşên organên daraziyê, talankeriya sermayedarên Kemalîst, 
nelirêtiyên komale û sazî û rêxistinên komarparêz vedişêre,
 
Aliyê din sûcên Emînîyet û polîsan, pûşên organên dewletê yên ketine nav dest û 
lepên Fethula û zikmezinên din, talankeriya Pilingên Anatoliyê, nelirêtiyên 
komale û sazî û rêxistinên neteweperest û olperest bincil dike vedişêre…
 
Ji bo têderxistina ji Tarafê divê em li ser reklamdayên wê û li ser çepera ku 
ew diparêze hûr û kûr bibin.
 
Bala xwe bidin  manşetên Taraf’ê ; hûn 
“derheqê  civat û terîqên ku oldar û olparêz  dixwûyên lê dirastiyê hema 
bigire  bi tevahî di warê Kurdan de asîmîlasyonîst in de”  ti rexne nabînin…
 
Bala xwe bidinê,  Taraf nelêrêtî û pest û pêkûtiyên li ser kurdan, ên saziyên 
dewletê yên di bin kontrola AKAP’ de( Polês, YOK, MİT, wezareta Perwerdehiyê 
hwd.) qe nabîne, nayne ser eynê xwe… 
 
Bala xwe bidinê,  di Taraf’ê de,  ti kes, ti car  di warê “bi sedan dibistan û 
yûrt û malên Fethullahhezkaran ên bi tevahî bo bişaftina ziman û Çanda Kurdî li 
Kurdistan û li Tirkiyeyê  dixebitin” de ti nûçe û agahî nabîne…
 
Hevalê Tarafhez, ez pir dirêj nakim. 
 Ez dixwazim gotinek feylezofek pêşkêşî hevalên  xwe yên delalî  bikim:
“Heger daxwaziya têgihîştina  rastiyê bikî divê tu PERE( dirav) bişopînî…”
Li reklamdayên Tarafê binêrin; hûn  kî û kê dibînin? Şîrketên Fethulla, BİM, 
Şarederiya Mezin a Stenbol’ê û şîrketên din ên fînanskarên AKP…
 
Her serfiraz bin…                                      Mamoste Marûf 
 
 
 
 


      

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik 
nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u 
ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze 
hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. 
 -  Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu 
yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. 
Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. 
Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger 
Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap