*Brêz Marûf, * *Te bi tişteke nû em fêr kirin:) Ew jî 'Kemalistên demokrat' :)) Wey îman kamil tu xwedyê xwe, Kemalizmê kengê dev ji faşistî yê berda ez nizanim. Duh jî faşistbû îro jî faşiste ezbenî.* *Feqîyê Teyra gotibû " xwezil her şev heyv ba, her roj jî cejnba" :) Ez jî dibêm hemû kes Apoyîbana wê çiqwas xweşba ne wilo:)) Digel silav û rêz*
2010/9/19 sadi maruf <[email protected]> > Ji hevala Rojda re û ji hemî Kurdên Tarafhez re > > Beriya dest bi nivîsa xwe bikim, pêşniyariya xwendina Nivîsa *Birêz Necîp > Bingol *dikim; jiber ku kêmasiyên min ew î temam kiriye. > > > > Bi ya min desthilatdariya Tirk ev çend sal e bi awakî qethî bûye du şax: > > Alîki di riya Kemalîzmê de dimeşe. Hêza xwe ji karsazên di pêvajoya Komara > Tirk de ( ev mijarek pir dûvdirêj e. Bi riya bi dehan lêkolînan em baş > dizanin ku hebûna gelên nemisilman ên Anatolî û Kurdistanê bi destê vê > çînê ve hatiye talankirin. Lê di dewlemendiyên wan de para talankeriya > Kurd û Kurdistanê çiqas e kes bi awakî qethî pê nizane; ji ber ku heta niha > ti lîkolînek zanistî nehatiye kirin) > > Di qada çapemeniyê de mirov dikare berdevkên eniya Kemalîst ji koma Aydin > Doğan bigire heta Gözcu û Cumhuriyet'ê rêz bike. > > > > Her rojname û kanalek televîzyonê xwedî mîsyonek e... > > Wek mînak: Hurriyet berdevkê riya navçêtiyê ye... Navend e. Rûsipiyên > Kemalîzmê di vir de, hûrik hûrik nermik nermik bîr û baweriyên xwe > radigihînin gel. Girseya ku Hurriyet ji xwe re wek hedef hilbijartiye; ji > "çîna navendî", karbidestên dewletê , ji gelê kêmpolîtik pêktê... > > > > Cumhuriyet; mîlîtanên kemalîzmê di nav lepê xwe de digire û bo Kemalîzmê wek > qiblegehek pîroz e. Ew kadroyên Kemalîst diafirîne û peywira dibistanê daye > ser milan... > > > > Sözcu, Gözcu, posta, Fanatîk, Fotomaç Hwd. girseya gel a herî nepolîtîk û > lûmpen dane ber xwe û wan bi argûmentên herî derî exlaq jahrî dike û ji wan > faşîstên tûj ên totikvala diafirîne. > > > > Radikal; Rûyê demokrat ê Kemalîzmê ye. Ew di quncikên xwe de cih dide > nivîskarên demokrat û carinan welatparêz... Lê rojeva ku bi manşet û bi > sernivîsan dide ber xwendekaran ji yên din ne cudatir e... Li ser mijarên > girîng ên têkildarî sîstema Kemalîst de di cih de vedigere tê ser şopa > Cumhuriyet û Hurriyetê... > > > > Şaxê din ê sermayeyê " sermayeya kesk e. Berê digotin pilingên Anatoliyê. > Ew jî xwedî çapemenî ne û bo xwe rêxistinkirinê sistema Aydın Doxan wek > model dane ber xwe. > > > > Hurriyeta wan, Sabah e... > > Milliyeta wan Zaman e... > > Gözcuya wan Vakit e ... > > Radîkala wan jî taraf e... > > Li reklamên wan binêrin, dê hûn ê navên heman şîrketan bibînin... > > > > > > Bo bidestxistina desthilatdariyê her du alî bi hev re ketine ber qayişê... > > > > Alîkî sûcên Artêşê, pûşên organên daraziyê, talankeriya sermayedarên > Kemalîst, nelirêtiyên komale û sazî û rêxistinên komarparêz vedişêre, > > > > Aliyê din sûcên Emînîyet û polîsan, pûşên organên dewletê yên ketine nav > dest û lepên Fethula û zikmezinên din, talankeriya Pilingên Anatoliyê, > nelirêtiyên komale û sazî û rêxistinên neteweperest û olperest bincil dike > vedişêre... > > > > Ji bo têderxistina ji Tarafê divê em li ser reklamdayên wê û li ser çepera > ku ew diparêze hûr û kûr bibin. > > > > Bala xwe bidin manşetên Taraf'ê ; hûn > > "derheqê civat û terîqên ku oldar û olparêz dixwûyên lê dirastiyê hema > bigire bi tevahî di warê Kurdan de asîmîlasyonîst in de" ti rexne > nabînin... > > > > Bala xwe bidinê, Taraf nelêrêtî û pest û pêkûtiyên li ser kurdan, ên > saziyên dewletê yên di bin kontrola AKAP' de( Polês, YOK, MİT, wezareta > Perwerdehiyê hwd.) qe nabîne, nayne ser eynê xwe... > > > > Bala xwe bidinê, di Taraf'ê de, ti kes, ti car di warê "bi sedan > dibistan û yûrt û malên Fethullahhezkaran ên bi tevahî bo bişaftina ziman û > Çanda Kurdî li Kurdistan û li Tirkiyeyê dixebitin" de ti nûçe û agahî > nabîne... > > > > Hevalê Tarafhez, ez pir dirêj nakim. > > Ez dixwazim gotinek feylezofek pêşkêşî hevalên xwe yên delalî bikim: > > "Heger daxwaziya têgihîştina rastiyê bikî divê tu PERE( dirav) bişopînî..." > > Li reklamdayên Tarafê binêrin; hûn kî û kê dibînin? Şîrketên Fethulla, > BİM, Şarederiya Mezin a Stenbol'ê û şîrketên din ên fînanskarên AKP... > > > > Her serfiraz bin... Mamoste Marûf > > > > > > > > > > > -- > - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke > ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki > azad bir u ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen > reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin > an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. > - Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu > yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her > millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. > Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler > onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda > Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: > http://groups.google.com.tr/group/diwanxane > -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. - Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
