Wuya xuya ye kesên ku neyartîya rojnameya Tarafên dikin, Kesên ku berberîya 
rojnameya Tarafê dikin,
bila baş bê zanîn ew kes û ew derûdor ne xêrxwazê gelê Kurdin.
Ew kes û ew derûdor tenê xêrxwazê xwe ne. 
Ew kes û ew derûdor, ji boneya xwe daxwaza desthilatdarîyekê dikin.
Tenê ji xwe re dixwazin.
Hebin tinebin ew hene.
ji xwe ji van pê ve tu kes ne Kurd e.
Ne pêşverûye, tu kes ne hêjayî tu tiştîye.
Şehîd, şehîdên wanin. Welat ,Welatê wanin.
Senem senemêm wanin.
Al, Ala wan e.
Ji  xwe em ne kêzikin jî.
Ne mişkin, ne morîstanikin, û ne jî mozekirtikin.
Em ne tiştekîn
Em tinene.
Ax, ji derdê wê dinyayê. Ax........




From: Rojda Xanim 
Sent: Sunday, September 19, 2010 11:30 PM
To: [email protected] 
Subject: {Diwanxane} Mamoste min Maruf, derheq Rojname Taraf ne mafdar e :(


Mamosteyê hêja tu çima ew qas serhişk î?

Rast e, nivîsên te pirr xweş in. Ez jê pir tiştan hîn dibim lê welehî bilehî 
Taraf dujminê Kurdan nîne. 

Rastî ew e ku di Tirkiyeyê de çiqas neyarên kurda hebin, hemû jî ji Tarafê 
nefret dikin û dibêjin "Taraf rojnameya pkkyê ye."

Helbet bawerî û tawanbariya wan bona me ne rêgez e lê Taraf tu carê dujmintiyê 
Kurdan nake. 

Taraf her caran wekî BDPê dibêje bila PKK wekî mixatab bê pejirandin. Mamoste 
ma hûn qet Taraf naxwînin? Ma Radikal, Zaman, Vakit heta ez bibêjim Birgunê 
derewîn jî wisa nabêje!

Taraf her caran işkenceyên polêz û emniyetê dinivîse. Çiqas ku Kurdan re polêz 
işkence bike hema di Tarafê de dibe manşet. 

Divê me heqê kesî nexwin. Weleh gune ye mamoste, bibore lê tu şaş î.


Rojda
Kurdeke normal û Tarafhez(ne zêde)

 
2010/9/19 sadi maruf <[email protected]>

        Ji hevala Rojda re û ji hemî Kurdên Tarafhez re    

        Beriya dest bi nivîsa xwe bikim,  pêşniyariya xwendina Nivîsa Birêz 
Necîp Bingol dikim; jiber ku kêmasiyên min ew î temam kiriye.  

         

        Bi ya min desthilatdariya Tirk ev çend sal e bi awakî qethî bûye du 
şax: 

        Alîki di riya Kemalîzmê de dimeşe. Hêza xwe ji karsazên di pêvajoya 
Komara Tirk de ( ev mijarek pir dûvdirêj e. Bi riya bi dehan lêkolînan em baş 
dizanin ku  hebûna gelên nemisilman ên Anatolî û Kurdistanê bi destê  vê çînê 
ve hatiye talankirin. Lê  di dewlemendiyên wan de para talankeriya Kurd û 
Kurdistanê çiqas e kes bi awakî qethî pê nizane; ji ber ku heta niha ti 
lîkolînek zanistî nehatiye kirin)   

        Di qada çapemeniyê de mirov dikare  berdevkên eniya Kemalîst ji koma 
Aydin Doğan bigire heta Gözcu û Cumhuriyet’ê  rêz bike. 

         

        Her rojname û kanalek televîzyonê xwedî mîsyonek e… 

        Wek mînak: Hurriyet berdevkê riya navçêtiyê ye… Navend e. Rûsipiyên 
Kemalîzmê di vir de, hûrik hûrik  nermik nermik bîr û baweriyên xwe radigihînin 
gel. Girseya ku Hurriyet  ji xwe re wek hedef hilbijartiye; ji “çîna navendî”, 
karbidestên dewletê , ji gelê kêmpolîtik pêktê… 

         

        Cumhuriyet; mîlîtanên kemalîzmê di nav lepê xwe de digire û bo 
Kemalîzmê  wek qiblegehek pîroz e. Ew kadroyên Kemalîst diafirîne û peywira 
dibistanê daye ser milan… 

         

        Sözcu, Gözcu, posta, Fanatîk, Fotomaç Hwd.  girseya gel a herî 
nepolîtîk û lûmpen dane ber xwe û wan bi argûmentên herî derî exlaq jahrî dike 
û ji wan faşîstên tûj ên totikvala diafirîne. 

         

        Radikal; Rûyê demokrat ê Kemalîzmê ye. Ew di quncikên xwe de cih dide 
nivîskarên demokrat û carinan welatparêz… Lê rojeva ku bi manşet û bi 
sernivîsan dide ber xwendekaran ji yên din ne cudatir e… Li ser mijarên girîng 
ên têkildarî sîstema Kemalîst de di cih de vedigere tê ser şopa Cumhuriyet û 
Hurriyetê… 

         

        Şaxê din ê sermayeyê “ sermayeya kesk e. Berê digotin pilingên 
Anatoliyê. Ew jî xwedî çapemenî ne û  bo xwe rêxistinkirinê sistema Aydın Doxan 
 wek model dane ber xwe. 

         

        Hurriyeta wan, Sabah e… 

        Milliyeta wan Zaman e… 

        Gözcuya wan Vakit e … 

        Radîkala wan jî taraf e… 

         Li reklamên wan binêrin, dê hûn ê navên heman şîrketan bibînin… 

         

         

        Bo bidestxistina desthilatdariyê her du alî bi hev re ketine ber 
qayişê… 

         

        Alîkî  sûcên Artêşê, pûşên organên daraziyê, talankeriya sermayedarên 
Kemalîst, nelirêtiyên komale û sazî û rêxistinên komarparêz vedişêre, 

         

        Aliyê din sûcên Emînîyet û polîsan, pûşên organên dewletê yên ketine 
nav dest û lepên Fethula û zikmezinên din, talankeriya Pilingên Anatoliyê, 
nelirêtiyên komale û sazî û rêxistinên neteweperest û olperest bincil dike 
vedişêre… 

         

        Ji bo têderxistina ji Tarafê divê em li ser reklamdayên wê û li ser 
çepera ku ew diparêze hûr û kûr bibin. 

         

        Bala xwe bidin  manşetên Taraf’ê ; hûn 

        “derheqê  civat û terîqên ku oldar û olparêz  dixwûyên lê dirastiyê 
hema bigire  bi tevahî di warê Kurdan de asîmîlasyonîst in de”  ti rexne 
nabînin… 

         

        Bala xwe bidinê,  Taraf nelêrêtî û pest û pêkûtiyên li ser kurdan, ên 
saziyên dewletê yên di bin kontrola AKAP’ de( Polês, YOK, MİT, wezareta 
Perwerdehiyê hwd.) qe nabîne, nayne ser eynê xwe… 

         

        Bala xwe bidinê,  di Taraf’ê de,  ti kes, ti car  di warê “bi sedan 
dibistan û yûrt û malên Fethullahhezkaran ên bi tevahî bo bişaftina ziman û 
Çanda Kurdî li Kurdistan û li Tirkiyeyê  dixebitin” de ti nûçe û agahî nabîne… 

         

        Hevalê Tarafhez, ez pir dirêj nakim. 

         Ez dixwazim gotinek feylezofek pêşkêşî hevalên  xwe yên delalî  bikim: 

        “Heger daxwaziya têgihîştina  rastiyê bikî divê tu PERE( dirav) 
bişopînî…” 

        Li reklamdayên Tarafê binêrin; hûn  kî û kê dibînin? Şîrketên Fethulla, 
BİM, Şarederiya Mezin a Stenbol’ê û şîrketên din ên fînanskarên AKP… 

         

        Her serfiraz bin…                                      Mamoste Marûf 

         

         

         




































































































       



  -- 
  - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik 
nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u 
ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze 
hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. 
  - Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu 
yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. 
Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. 
Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger 
Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane




-- 
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik 
nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u 
ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze 
hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. 
- Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina 
aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete 
saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, 
anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. Kurd 
dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger Barî, 
Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik 
nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u 
ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze 
hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. 
 -  Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu 
yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. 
Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. 
Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger 
Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap