débe em hemu bina hev nefékérın..!lé heqé tü kesé téne bé biro baweriyén-
mén yanji é hézek,yanji komek béleyze, yanjé heqaretke,ev téştek pér eybe..!
kesek dévi koméde heye,ez nézam rütbeywi çiye..! gelo generale,anji yüzbaşi..!
xére béra...!navéte nabéjım,tü xwe rénd nasdéki...bé térba heci u bavé heci,tü
karek nebaşdéki..!tevlu hevi téştek baş nine..!en héndık me Kürdan jıbuy xwe té
encamek jé tevlu heviyé nestand..!léser navé xwe débıjém,ez lévır déxwazém jé
gelén xwere karek békım,ne zeman derbaském,émeji fékreke,déecıbini,naecébini
ew mesela teye...!disa débım rojnama Taraf déjménı gelé Kürde..!
delilén wi davém orté,jé hewan méjulnabém,ispatdékım,delilek heré mühüm çara
düyemin débéjım,guh bédne mén..!
Méxabın Kürdén ku rojnama Taraf déxwunén,istisna ne téda,bé yek seriyek..!
Disa débıjım ew Kürdén Ku pere déde rojnama taraf istisna ne téda..bé tekoşina
gelén
xwere déjmıni déke..!
Yani PKK u BDP u tevaya hézın'me yani, jé ANF' ey bégre heta Azadiya Welat
Çıra gelo..? Ez jévan Kürdén ser nerm pérs dıkım..!wén çéma balte lé çoka xwe
dédın..!
zémanı tüj u nexweş nebaşa xuşk u brano,em hevdu neéşinın...!
Bé taybet, mamostey eziz,hevalé héja bérız Mamosta Maruf..!névisénte héşı mérov
vedéke..!
Ez, névisın bérız mamosta Maruf,bé kéfu xweş déxwuném,bawerdékım,tevaya
cewherén xwe
déxweze béxe xézmeta azadiya gelén xwe..!
Ez'ji bina her Kürdek azad déxwezım,xwuna bé hezaran pakrawan şehidén me lé
erdé nebine..!
Mexsedén pakrawanén me pék were,em'ji azadbén,bina temamı gelén dényayı..!
bérız mamusta jéber kedénte,jéber héşyariyén te gelek spas.
selam hürmet.
Date: Sun, 19 Sep 2010 23:30:49 +0300
Subject: {Diwanxane} Mamoste min Maruf, derheq Rojname Taraf ne mafdar e :(
From: [email protected]
To: [email protected]
Mamosteyê hêja tu çima ew qas serhişk î?
Rast e, nivîsên te pirr xweş in. Ez jê pir tiştan hîn dibim lê welehî bilehî
Taraf dujminê Kurdan nîne.
Rastî ew e ku di Tirkiyeyê de çiqas neyarên kurda hebin, hemû jî ji Tarafê
nefret dikin û dibêjin "Taraf rojnameya pkkyê ye."
Helbet bawerî û tawanbariya wan bona me ne rêgez e lê Taraf tu carê dujmintiyê
Kurdan nake.
Taraf her caran wekî BDPê dibêje bila PKK wekî mixatab bê pejirandin. Mamoste
ma hûn qet Taraf naxwînin? Ma Radikal, Zaman, Vakit heta ez bibêjim Birgunê
derewîn jî wisa nabêje!
Taraf her caran işkenceyên polêz û emniyetê dinivîse. Çiqas ku Kurdan re polêz
işkence bike hema di Tarafê de dibe manşet.
Divê me heqê kesî nexwin. Weleh gune ye mamoste, bibore lê tu şaş î.
Rojda
Kurdeke normal û Tarafhez(ne zêde)
2010/9/19 sadi maruf <[email protected]>
Ji hevala Rojda re û ji hemî Kurdên Tarafhez re
Beriya dest bi nivîsa xwe bikim, pêşniyariya xwendina Nivîsa Birêz Necîp
Bingol dikim; jiber ku kêmasiyên min ew î temam kiriye.
Bi ya min desthilatdariya Tirk ev çend sal e bi awakî qethî bûye du şax:
Alîki di riya Kemalîzmê de dimeşe. Hêza xwe ji karsazên di pêvajoya Komara Tirk
de ( ev mijarek pir dûvdirêj e. Bi riya bi dehan lêkolînan em baş dizanin ku
hebûna gelên nemisilman ên Anatolî û Kurdistanê bi destê vê çînê ve hatiye
talankirin. Lê di dewlemendiyên wan de para talankeriya Kurd û Kurdistanê
çiqas e kes bi awakî qethî pê nizane; ji ber ku heta niha ti lîkolînek zanistî
nehatiye kirin)
Di qada çapemeniyê de mirov dikare berdevkên eniya Kemalîst ji koma Aydin
Doğan bigire heta Gözcu û Cumhuriyet’ê rêz bike.
Her rojname û kanalek televîzyonê xwedî mîsyonek e…
Wek mînak: Hurriyet berdevkê riya navçêtiyê ye… Navend e. Rûsipiyên Kemalîzmê
di vir de, hûrik hûrik nermik nermik bîr û baweriyên xwe radigihînin gel.
Girseya ku Hurriyet ji xwe re wek hedef hilbijartiye; ji “çîna navendî”,
karbidestên dewletê , ji gelê kêmpolîtik pêktê…
Cumhuriyet; mîlîtanên kemalîzmê di nav lepê xwe de digire û bo Kemalîzmê wek
qiblegehek pîroz e. Ew kadroyên Kemalîst diafirîne û peywira dibistanê daye ser
milan…
Sözcu, Gözcu, posta, Fanatîk, Fotomaç Hwd. girseya gel a herî nepolîtîk û
lûmpen dane ber xwe û wan bi argûmentên herî derî exlaq jahrî dike û ji wan
faşîstên tûj ên totikvala diafirîne.
Radikal; Rûyê demokrat ê Kemalîzmê ye. Ew di quncikên xwe de cih dide
nivîskarên demokrat û carinan welatparêz… Lê rojeva ku bi manşet û bi
sernivîsan dide ber xwendekaran ji yên din ne cudatir e… Li ser mijarên girîng
ên têkildarî sîstema Kemalîst de di cih de vedigere tê ser şopa Cumhuriyet û
Hurriyetê…
Şaxê din ê sermayeyê “ sermayeya kesk e. Berê digotin pilingên Anatoliyê. Ew jî
xwedî çapemenî ne û bo xwe rêxistinkirinê sistema Aydın Doxan wek model dane
ber xwe.
Hurriyeta wan, Sabah e…
Milliyeta wan Zaman e…
Gözcuya wan Vakit e …
Radîkala wan jî taraf e…
Li reklamên wan binêrin, dê hûn ê navên heman şîrketan bibînin…
Bo bidestxistina desthilatdariyê her du alî bi hev re ketine ber qayişê…
Alîkî sûcên Artêşê, pûşên organên daraziyê, talankeriya sermayedarên Kemalîst,
nelirêtiyên komale û sazî û rêxistinên komarparêz vedişêre,
Aliyê din sûcên Emînîyet û polîsan, pûşên organên dewletê yên ketine nav dest û
lepên Fethula û zikmezinên din, talankeriya Pilingên Anatoliyê, nelirêtiyên
komale û sazî û rêxistinên neteweperest û olperest bincil dike vedişêre…
Ji bo têderxistina ji Tarafê divê em li ser reklamdayên wê û li ser çepera ku
ew diparêze hûr û kûr bibin.
Bala xwe bidin manşetên Taraf’ê ; hûn
“derheqê civat û terîqên ku oldar û olparêz dixwûyên lê dirastiyê hema bigire
bi tevahî di warê Kurdan de asîmîlasyonîst in de” ti rexne nabînin…
Bala xwe bidinê, Taraf nelêrêtî û pest û pêkûtiyên li ser kurdan, ên saziyên
dewletê yên di bin kontrola AKAP’ de( Polês, YOK, MİT, wezareta Perwerdehiyê
hwd.) qe nabîne, nayne ser eynê xwe…
Bala xwe bidinê, di Taraf’ê de, ti kes, ti car di warê “bi sedan dibistan û
yûrt û malên Fethullahhezkaran ên bi tevahî bo bişaftina ziman û Çanda Kurdî li
Kurdistan û li Tirkiyeyê dixebitin” de ti nûçe û agahî nabîne…
Hevalê Tarafhez, ez pir dirêj nakim.
Ez dixwazim gotinek feylezofek pêşkêşî hevalên xwe yên delalî bikim:
“Heger daxwaziya têgihîştina rastiyê bikî divê tu PERE( dirav) bişopînî…”
Li reklamdayên Tarafê binêrin; hûn kî û kê dibînin? Şîrketên Fethulla, BİM,
Şarederiya Mezin a Stenbol’ê û şîrketên din ên fînanskarên AKP…
Her serfiraz bin… Mamoste Marûf
--
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik
nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u
ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine
qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze
hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin.
- Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina
aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete
saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi,
anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. Kurd
dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger Barî,
Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
--
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik
nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u
ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine
qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze
hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin.
- Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina
aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete
saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi,
anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. Kurd
dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger Barî,
Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
--
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik
nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u
ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine
qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze
hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin.
- Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu
yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz.
Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz.
Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger
Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane