Li ser Tarafê gotinên dawîn…
Bo têgihîştina kesayetiya Ji “qidûmketi”ya Kurda, divê mirov dora pêşî Mamoste
Beşîkçî bixwîne;
Dûvre jiyana Çermsorên Amerikayê ji sedsala 16’an heta îro…
Paşîn dîrok û jiyana Reşikên di nav çermsipiyan de…
Aliyên wan ên hevbeş; hema bi tevahî bo merhebayek, bo rûyek bi ken, bo silavek
lêvken qurban û heyrana çermsipiyan in…
Xwedê bikira ew kesê rû dida wan fermandarek an karbidestek payebilindê
dagirkeran an yekî ji çîna serdestan bûya!Ew tev rûsipiyên xwe didan alîkî û
ew î didan ser serê xwe…
Di kevneperestiya me de jî, di dewra nezantiya gelê me de jî bi hezaran mînakên
bi vî rengî hene…
Eşîr diketin qirika hevûdu; çiqas giregir û malmezin û rihsipiyên Kurda hebûn
bo navçêtiyê diketin nav aliyan; dikirin nedikirin lihev nedihatin… Te hey dît
yek ji wan derket û got:
- Heta Başçawîş neyê ser doşaga mala me, ezman bê xarê jî , em wan efû
nakin…
Ev derûniyeta şikestî bi awakî di nav me de hêj serdest e…
Tevgera Azadiya Kurd jî tê de bi sedan caran me xeletiyên bi vî rengî kiriye…
90 sal berê ji ber vê kesayetiya ketî û şuhubî (lawaz û nexweş)bû ku me
serokatiyek birêk û pêk dernexist û me hêviya xwe da Rebê Alemê û Kemalê macirê
Balkanan…
Ev kesayetiya bêhêvî û “ji xwenwbawer” bû ku, kir em di pêvajoya “demokrasiya
nîvco” ya 1950’an de nebûn xwedî ti partî û rêxistin; jiber ku em li dûv qûna
partî pûrtiyên Komara Tirk ketin…
Ev kesayetiya lerizok û ricifok bû ku me hêj 15-20 sal berê jî Dogû Prînçek’ê
ji Kemal bêhtir Kemalîst, ji Turkeş bêhtir nijadperest wek mezinê malê danî
quncikê jorînê dîwana xwe…
Ev rebenî û stûxariya me ya nedîtbar (sanal, derûnî, manewî) bû ku, me Yalçin
Kûçik’ê dîn ê “derpê jiqûn avitî” ji xwe re kir şêx û bi salan li devê wî mêze
kir…
Hevalno; mirov rastiya xwe û ya gelê xwe binase, dafik û xefikan beriya her
kesî dibîne…
Rojnameya Taraf jî tiştek wiha ye…
Pir dirê j nekim û mirazê dilê xwe bi kurtasî û bi Kurmancî bibêjim…
Taraf rojnameyek “liberal demokrat”e. Ev bîrdozî li seranserî cihanê tê zanîn.
Ew di warê aboriyê de Adam Simith; di warê polîtîka û felsefê de jî ronakbîrên
lîberal ên wek “Benjamin Franklin, David Ricardo, John Locke, John Stuart
Mill, Herbert Spencer, James Mill” dişopînin.
Ew bi tevahî mafên netewan di çarçoveya mafên neteweyî de na,
di çarçoveya “MAFÊN TAKEKESΔ de dipejirînin.
Heke hûn wana wek ezîz û delaliyê ber dilê xwe bipejirînin divê hûn dev ji
Kurdistanê jî, ji mafên neteweyî jî berdin û daxwaziya azadiyên xwe yên takesî
(şexsî) tenê bikin: “ Ez dixwazim zimanê xwe hîn bibim; ez dixwazim navên
Kurdî li zarokên xwe bikim; heke gundiyên min bi gelemperî erê bikin, em
dixwazin navê gundê xwe bikin Kurdî, hwd.”
Bi awkî din hûn nikarin bibêjin : “ Em wek Kurd mafên xwe yên neteweyî
dixwazin; îradeya me filankes partî û sazî an bêvankes serok temsîl dike. Tu
kes î bi tirkî jî bibêjim bila dilê min rehet be; tu birey î REBENO,
BÎREY!
***
Gelî hevalno, ên ku Tarafperestî dikin bi piranî ne sosyalîst, Xwedê giravî
neteweperwerên Kurdan in… Ez ji wan re dibêjim; “ gelî hevalên ku xwe doş
dikin , bo Kurdistanek serbixwe û azad xwe digijgijînin, ma hûn nizanin bo
netewek dora pêşî sazî û rêxistinên neteweyî divê…
Ma hûn nizanin çapemeniyek neteweyî divê… Ev rojname ya bav û kalê we ye; hûn
xwe ewqas pê ve dişidînin, heyran û qurban in?
Ma hûn ne bindest in? Hûn mafê xwe ji gelê tirk û ji rayedarên wî naxwazin?
Ên ku nadin, ên ku bi nijadperestî û bi şovenîzmê jahrî bûyî, gêj û sermest
bûyî Tirk in, an Kurd in?
Çima hûn nabêjin “ bila Taraf bikeve gund û bajarên Tirkan; bibe mêvanê
qehwexaneyên Yozgatî î Balikesîrî û Trebzonî û Izmîriyan?”
Xîreta we çawa dipejirîne; Azadiya welat 5000; Taraf 50. 000… Hema bigire 40
hezarên wan Kurdên ji pişta Kurda…
***
Pir dirêj nakim…
Ji ber kesayetiya me ya stûxar û şikestî Hema bigire salek berê jî min
dizanibû ku wê kurd bi Tarafê ve wek benîşt bizeliqin û wê ji xwe re bikin şêx
û murşîd…
Li ser vê mijarê min nivîsek ji Azadiya Welat re şandibû lê, ji ber çi sedemê
bû, ez tênegihîştim ew nivîs nehat weşandin. Min ew nivîs di malpera xwe de
par weşandîbû. Ji kerema xwe re lînka jêrîn bitikînin û bixwînin.
http://mamostemaruf.blogspot.com/2009/02/kurd-u-asimilasyon-u-rojnameya-taraf.html
Ez dixwazim Kurd li çapemeniya Xwe, li Azadiya Welat û li Gunlukê xwedî
derkevin. Divê Rojeva xwe em bi xwe destnîşan bikin, ne kesên ji çanda serdest…
Bi xêr û xweşî…
Mamoste Marûf
--
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik
nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u
ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine
qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze
hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin.
- Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu
yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz.
Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz.
Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger
Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane