*Mamosteyê hêja,*
*Te wêca gelek xweş vegotî ye, ez sipasîya te dikim. Belê me D. Perinçekî û
Y.Kuçuk gelek da ser milên xwe gerand. Te ev rind nirxandîye dilê te sax be.
Ez jî wek te dixwazim rojnameyên me, kovarên me hebin û xweser bin, em jî
piştgirî yê lê bikin. Ev ji bo me ne barkêşî ye, erk e gere em bi dil û can
jê re xizmetê bikin. Divê ew jî bi hemî rengî bibin berdevkên Kurda, armanc
yekitî û *
*biratî be di navbeyna Kurda de. Li Rojhilatê ciwanên Kurda têne dalqandin
em nakin mijar ! Li Başûr hukûmeta Kurdistanê çi dike çi nake em nakin mijar
! Li Başûrê biçûk rewşenbîrên Kurda tên binçav kirin, îşkence kirin em nakin
mijar ! Em doza Kurdayetî yê bi yek perçeya ku me elqeder dike bi wî di
şopînin ev kêmasîyên mene! Em hawar û gazîyên perçeyên din na bînin an na
bihîzin !*

*Ez êdî naxwazim behsa rojnameya TARAF ê bikim, me hevdu fêhm kir. Digel
silav û rêz.*
*

*
2010/9/20 sadi maruf <[email protected]>

>   Li ser Tarafê gotinên  dawîn...
>
>
>
> Bo têgihîştina kesayetiya Ji "qidûmketi"ya Kurda,  divê mirov dora pêşî
> Mamoste Beşîkçî bixwîne;
>
>
>
> Dûvre jiyana Çermsorên Amerikayê ji  sedsala 16'an heta îro...
>
> Paşîn dîrok û jiyana Reşikên di nav çermsipiyan de...
>
>
>
> Aliyên wan ên hevbeş; hema bi tevahî bo merhebayek, bo rûyek bi ken, bo
> silavek lêvken   qurban û heyrana çermsipiyan in...
>
>
>
> Xwedê bikira ew kesê rû dida wan fermandarek an karbidestek payebilindê
> dagirkeran an yekî ji çîna  serdestan bûya!Ew tev  rûsipiyên xwe didan
> alîkî û  ew î didan ser serê xwe...
>
>
>
> Di kevneperestiya me de jî, di dewra nezantiya gelê me de jî bi hezaran
> mînakên bi vî rengî hene...
>
>
>
> Eşîr diketin qirika hevûdu; çiqas giregir û malmezin û rihsipiyên Kurda
> hebûn bo navçêtiyê diketin nav aliyan; dikirin nedikirin lihev nedihatin... Te
> hey dît yek ji wan derket û got:
>
> * *
>
> -         *Heta Başçawîş neyê ser doşaga mala me, ezman bê xarê jî , em
> wan efû nakin...*
>
> * *
>
> * *
>
> Ev derûniyeta şikestî bi awakî di nav me de hêj serdest e...
>
> Tevgera Azadiya Kurd jî tê de bi sedan caran me xeletiyên bi vî rengî
> kiriye...
>
>
>
> 90 sal berê ji ber vê  kesayetiya ketî û  şuhubî (lawaz û nexweş)bû ku me
> serokatiyek birêk û pêk dernexist û me hêviya xwe da Rebê Alemê û Kemalê
> macirê Balkanan...
>
>
>
> Ev kesayetiya bêhêvî û "ji xwenwbawer" bû ku, kir em di pêvajoya
> "demokrasiya nîvco" ya  1950'an de nebûn xwedî ti partî û rêxistin; jiber
> ku em li dûv qûna partî pûrtiyên Komara Tirk ketin...
>
>
>
> Ev kesayetiya lerizok û ricifok bû ku me hêj 15-20 sal berê jî Dogû
> Prînçek'ê ji Kemal bêhtir Kemalîst, ji Turkeş bêhtir nijadperest wek mezinê
> malê danî quncikê jorînê dîwana xwe...
>
>
>
> Ev  rebenî û stûxariya me ya  nedîtbar (sanal, derûnî, manewî) bû ku, me
> Yalçin Kûçik'ê dîn ê "derpê jiqûn avitî"  ji xwe re kir şêx û bi salan li
> devê wî mêze kir...
>
> Hevalno; mirov rastiya xwe û ya gelê xwe binase, dafik û xefikan beriya her
> kesî dibîne...
>
>
>
> Rojnameya Taraf jî tiştek wiha ye...
>
>
>
> Pir dirê j nekim û mirazê dilê xwe bi kurtasî û bi Kurmancî bibêjim...
>
>
>
> Taraf rojnameyek "liberal demokrat"e. Ev bîrdozî li seranserî cihanê tê
> zanîn. Ew di warê aboriyê de Adam Simith; di warê polîtîka û felsefê de jî
> ronakbîrên lîberal ên  wek "Benjamin 
> Franklin<http://tr.wikipedia.org/wiki/Benjamin_Franklin>,
> David Ricardo <http://tr.wikipedia.org/wiki/David_Ricardo>, John 
> Locke<http://tr.wikipedia.org/wiki/John_Locke_(filozof)>,
> John Stuart Mill <http://tr.wikipedia.org/wiki/John_Stuart_Mill>, Herbert
> Spencer <http://tr.wikipedia.org/wiki/Herbert_Spencer>, James 
> Mill<http://tr.wikipedia.org/wiki/James_Mill>"
> dişopînin.
>
> Ew bi tevahî mafên netewan di çarçoveya mafên neteweyî de na,
>
> *di çarçoveya "MAFÊN TAKEKESÎ" de dipejirînin.*
>
>
>
> Heke hûn wana wek ezîz û delaliyê ber dilê xwe bipejirînin divê hûn dev ji
> Kurdistanê jî,  ji mafên neteweyî jî berdin û daxwaziya azadiyên xwe yên
> takesî (şexsî) tenê  bikin: " Ez dixwazim zimanê xwe hîn bibim; ez
> dixwazim navên Kurdî li zarokên xwe bikim; heke gundiyên min bi gelemperî
> erê bikin, em dixwazin navê gundê xwe bikin Kurdî, hwd."
>
> Bi awkî din hûn nikarin bibêjin : " Em wek Kurd mafên xwe yên neteweyî
> dixwazin; îradeya me filankes partî û sazî an bêvankes serok temsîl dike. Tu
> kes î bi tirkî jî bibêjim bila dilê min rehet be; tu birey î REBENO, BÎREY!
>
>
> ***
>
> Gelî hevalno, ên ku Tarafperestî dikin bi piranî ne sosyalîst, Xwedê giravî
> neteweperwerên Kurdan in... Ez ji wan re dibêjim; " gelî hevalên  ku xwe doş
> dikin , bo Kurdistanek serbixwe û azad xwe digijgijînin, ma hûn nizanin bo
> netewek dora pêşî sazî û rêxistinên neteweyî divê...
>
> Ma hûn nizanin çapemeniyek neteweyî divê... Ev rojname ya bav û kalê we ye;
> hûn xwe ewqas pê ve dişidînin, heyran û qurban in?
>
> Ma hûn ne bindest in? Hûn mafê xwe ji gelê tirk û ji rayedarên wî naxwazin?
>
> Ên ku nadin, ên ku bi nijadperestî û bi şovenîzmê jahrî bûyî, gêj û sermest
> bûyî  Tirk in, an Kurd in?
>
> Çima hûn nabêjin " bila Taraf bikeve gund û bajarên Tirkan; bibe mêvanê
> qehwexaneyên Yozgatî î Balikesîrî û Trebzonî û Izmîriyan?"
>
> Xîreta we çawa dipejirîne; Azadiya welat 5000; Taraf 50. 000... Hema bigire
> 40 hezarên wan Kurdên ji pişta Kurda...
>
> ***
>
> Pir dirêj nakim...
>
> Ji ber kesayetiya me ya stûxar û şikestî  Hema bigire salek berê jî min
> dizanibû ku wê kurd bi Tarafê ve wek benîşt bizeliqin û wê ji xwe re bikin
> şêx û murşîd...
>
> Li ser vê mijarê min nivîsek ji Azadiya Welat re şandibû lê, ji ber çi
> sedemê bû, ez tênegihîştim ew nivîs nehat weşandin. Min ew nivîs di malpera
> xwe de  par  weşandîbû. Ji kerema xwe re lînka jêrîn bitikînin û bixwînin.
>
>
>
> http://mamostemaruf.blogspot.com/2009/02/kurd-u-asimilasyon-u-rojnameya-taraf.html
>
> Ez dixwazim Kurd li çapemeniya Xwe, li Azadiya Welat û li Gunlukê xwedî
> derkevin. Divê Rojeva xwe em bi xwe destnîşan bikin, ne kesên ji çanda
> serdest...
>
> Bi xêr û xweşî...
>
>                                                             Mamoste Marûf
>
>
>
>
>
>
>
>
>
>
>
>
>
>
>
>
>
>
>
>
>
> --
> - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke
> ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki
> azad bir u ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen
> reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin
> an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin.
> - Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu
> yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
> millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz.
> Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler
> onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda
> Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA:
> http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
>

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik 
nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u 
ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze 
hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. 
 -  Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu 
yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. 
Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. 
Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger 
Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap