*Brêz Serger,*
**
*Ji bo zimanê Kurdî çi bê kirin gelek pîroz e, bi we jî tê zanîn ku ev ziman
hilqite wê Kurd jî têk biçe bêguman. Perwerdebûn hevotin bi zimanê zikmakî
nebe, ew kesên bi zimanê biyanî têne perwede kirin nikarin şexsîyeta xwe
pêşve bibin, di warê derûnî de jî li ser şexsa dibe sedema probleman.*
**
*Zarokek biçûk 6 salî dikare bi hevotinê şeş zimana wek zimanê zikmakî bi
kar bîne, fêr bibe. Di gelek dewletan de bi du zimanî perwerdebûn tê
çêkirin, bes ku bingeha fêrbûnê hemdemî be, saxlem be.*
**
*Ez naxwazim pir dirêjkim û xwendevanên hêja acis bikim. Lê îro ji sedî %64
zarokên Kurda bi zimanê biyanî di peyivin, zimanê Kurdî ji bo wan ne
girînge. Di vê kêmasîyê de em bav û dê jî bêguneh nînin, em sûcdarin bi
rastî. Tişta hêsan ew e, em hemî kêmasîyan bi asimilasyonê ve girêdin. Belê
tesîra asimilasyonê tê zanîn, lê ê di malên xwe de bi zarokên xwe re bi
Kurdî na peyivin an li zarokên xwe bandor dikin naxwazin bi Kurdî bi peyivin
emê ji wan re çi bibêjin ?! Ev otoasimilasyon e, û ji asimilasyonê zêdetir
tesîrê dike.*
**
*Siyasetmedarên me, karmendên me, sazîyên me di karê rojane de bi Tirkî di
peyivin gelek jî qet tu carî Kurdî nezanin. Divê ewil ev ji nifşeya nû  re
bibin mînak bi rewşeke Kurdewarî tev bigerin. Dilsozî ev e, xîret ev e,
rûmet ev e. Divê her Kurd jîyana xwe bi zimanê xwe bi xemlîne. Hêvîdarim
sîya kesî nekeve ser boykota bo zimên, çalakî bigihê armanca xwe!...*
**
*Digel silav û rêz.*
**


2010/9/21 Serger Barî <[email protected]>

> Pêşî divê diyar bikim ku ez nîqaşa li ser rojnameya "Taraf"ê gelekî bê
> wate,
> bê sûd û belasebeb dibînim.
> Lewra, heke bi rastî hêz û qeweta me hebe, divê em wêna ne ji bo
> nîqaş û pevnûçên bê encam, ji bo bidestxistina tiştekî şênber û li ber
> çavan bixebitînin.
> Ji ber vê yekê, divê em dev ji nîqaşên li ser tarafê berdin û berê xwe
> bidine boykotê.
> Dikarim bêjim ku ev biryar û ev çalakî, di pêvajoya çalakiya azadiyê de,
> xaleke pir girîng
> û gaveke dîrokî ye. Ev qampanya, daxwaz û telebên kurdan bi awayekî net û
> vebirî datîne holê
> û rê li pêşiya hincethez û devbelaşan digire.
> Pêwist e ku herkes ji aliyê xwe ve tiştê ji destê wî bê, bike.
> Kî karibe çi bike divê xwe nede paş û vê peywira dîrokî bi layiqî bîne cih.
>
> Hevalên hêja! Mijara ziman, perwerdehî û azadiyê derdê me hemûyan e.
> Azadî û serbestî pirsgirêka me hemûyan e.
> Beyankirina îradeke kurdewar û kurdistanî barê li ser milê her kurdê bi
> rûmet e.
> Ez bawer nakim ku kurdekî xîretkêş û xemxur bikaribe di vê pêvajoya dîrokî
> de
> mijarên eletewş û kelevajî bîne holê û rojevê biguherîne ser tiştekî din.
>
> Ez êdî ji dilsoziya kesên ku vê pêvajoyê vegerînin şerê di nava sazî û
> rêxistinan de bawer nakim.
> Min hetanî niha, ji Hak-Par, Kadep û saziyên din yên kurd li ser vê
> qampanyayê daxuyaniyeke vekirî nediye,
> (dibe ku ji ber çavê min çûbe). Ger ev saziyên kurd vê helwesta xwe ya
> bêdengmayinê wisa bidomînin
> û piştgiriyê nedine vê çalakiyê, bi awayekî vekirî dibêjim ku: Ew ne
> dildarê kurdî ne. Her wiha ew ne têkoşerên
> azadiyê ne.
>
> Di serî de TZP, BDP û saziyên ku piştgirî dane vê çalakiya bi rûmet pîroz
> dikim û îrada xwe datînim cem ya wan.
>
> Silav
> Serger Barî.
>
> --
> - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke
> ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki
> azad bir u ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen
> reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin
> an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin.
> - Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu
> yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
> millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz.
> Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler
> onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda
> Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA:
> http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
>

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik 
nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u 
ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze 
hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. 
 -  Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu 
yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. 
Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. 
Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger 
Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap