Pêşî divê diyar bikim ku ez nîqaşa li ser rojnameya "Taraf"ê gelekî bê wate,

bê sûd û belasebeb dibînim.
Lewra, heke bi rastî hêz û qeweta me hebe, divê em wêna ne ji bo
nîqaş û pevnûçên bê encam, ji bo bidestxistina tiştekî şênber û li ber çavan
bixebitînin.
Ji ber vê yekê, divê em dev ji nîqaşên li ser tarafê berdin û berê xwe
bidine boykotê.
Dikarim bêjim ku ev biryar û ev çalakî, di pêvajoya çalakiya azadiyê de,
xaleke pir girîng
û gaveke dîrokî ye. Ev qampanya, daxwaz û telebên kurdan bi awayekî net û
vebirî datîne holê
û rê li pêşiya hincethez û devbelaşan digire.
Pêwist e ku herkes ji aliyê xwe ve tiştê ji destê wî bê, bike.
Kî karibe çi bike divê xwe nede paş û vê peywira dîrokî bi layiqî bîne cih.

Hevalên hêja! Mijara ziman, perwerdehî û azadiyê derdê me hemûyan e.
Azadî û serbestî pirsgirêka me hemûyan e.
Beyankirina îradeke kurdewar û kurdistanî barê li ser milê her kurdê bi
rûmet e.
Ez bawer nakim ku kurdekî xîretkêş û xemxur bikaribe di vê pêvajoya dîrokî
de
mijarên eletewş û kelevajî bîne holê û rojevê biguherîne ser tiştekî din.

Ez êdî ji dilsoziya kesên ku vê pêvajoyê vegerînin şerê di nava sazî û
rêxistinan de bawer nakim.
Min hetanî niha, ji Hak-Par, Kadep û saziyên din yên kurd li ser vê
qampanyayê daxuyaniyeke vekirî nediye,
(dibe ku ji ber çavê min çûbe). Ger ev saziyên kurd vê helwesta xwe ya
bêdengmayinê wisa bidomînin
û piştgiriyê nedine vê çalakiyê, bi awayekî vekirî dibêjim ku: Ew ne dildarê
kurdî ne. Her wiha ew ne têkoşerên
azadiyê ne.

Di serî de TZP, BDP û saziyên ku piştgirî dane vê çalakiya bi rûmet pîroz
dikim û îrada xwe datînim cem ya wan.

Silav
Serger Barî.

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik 
nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u 
ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze 
hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. 
 -  Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu 
yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. 
Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. 
Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger 
Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap