[www.mamostemaruf.blogspot.com]
Gava ez dinivîsim, tirs û hêrsa min a herî mezin xwendekarên kurdînezan
na, “xwendekarên nîvcozana yên Kurdî û Tirkî ne…” Tu, çi di mejî de
hebe didoşî didî ber wan ew di nav wî şîrê helal de mîza xwe ya xalî
dikin, diherimînin û kevçîkî jî dirêjî te dikin dibêjin; “bihna mîzê ji
şîrê te tê…”

Di nîvîsa xwe ya çend roj berê ya di koma Diwanxaneyê de, min analîza
çapemeniya Kemalîst kiribû û bo Radîkalê gotibû: Radikal; rûyê demokrat
ê Kemalîzmê ye. Hevalek pir hêja, xwedê giravî bersîv daye min; bi
zimanekî tûj êrişî min dike û bi ser min de diqîre dibêje: Mamoste tu
Kemalîstan re dibêjî demokrat in!
Rebiyo, tu sebrê bidî min û hemî xêrxwaz û dilşewatên Kurdan û nehêlî
ku ew ji ber nezantiya hin kurdan hiş û aqil winda bikin…

Xwedêyo, tu, vê nexweşiya me ya bêderman a ez dibêjim “ nexweşiya
bêzimanî” ji nav me rabikî, bo xatirê şehîdan tu me jî bikî ji wan
netewên ji hevûdu fêm dikin…
***
Konstantîn Sîmonov, ronakbîr û wezîrê çandê yê Sovyetan ê di salên
1950’yan, di pirtûka xwe ya bi sernavê “ Bi salan û bi riyan berê” de
dibêje : “Dewletek fûzeyek nûkleerî bavêje dewleteke din, heta çapemenî
pê nehese şerekî navneteweyî dernakeve. Loma çapemenî ji çekên nûkleer
jî bihêztir e.”

Medya amûrek ewqas mezin e ku bêyî wê çi siyaset, çi şer, çi aşitî, çi
aborî, çi zanist; ti qencî û ti neqencî nabe…

Heke mirov bi çavekî neteweyî lê binêre û bi baldarî li ser hûrûkûr
bibe, wê çaxê têderdixe ku bê medyayek neteweyî girseyên mirovan ti car
nabin netew; an, netewek bê medya naxirek bê ser û ber; bê armanc û bê
pergal e…

Em bala xwe bidin Şoreşa Fransî ya rê li ber netewbûnê vekir, dê em ê
rastî rojnameyên Fransî yên xwedî tirajên herî bilind ên Ewropayê bên…

Li sedsala 19’an a Dewleta Osmaniyan binêrin; netewên ku dora pêşî ji
Osmaniyan veqetiyabûn teqez xwedî çapemeniyên xurt bûn… Bi taybetî
jiber ku li pêvajoya me ya dawî jî tê, ez ê tekoşîna azadiya gelê
Ernawit bînim bîra we. Ronakbîr û rojnamevan û ferhengnivîsê Osmanî
“Şemsedîn Samî” ( bavê Alî Samî Yen) û birayên wî, gelek beriya
“Kurdistan”a me ya Celadet Bedirxan ew jî rojnameyek diweşînin û roj bi
roj bi deh hezaran li tevahiya Albanyayê belav dikin.

Ew, gelê Ernawit di warê perwerdehiya bi zimanê Ernawit de şiyar û
serwext dikin.

Gel, bi tevahî pergala perwerdehiya Osmaniyan ( wan salan Îtîhadiyan
kiribû Tirkî) protesto dike û di nav gelên misilman de cara ewil xwe ji
nav dest û lepên Osmaniyan rizgar dike; dibe xwedî dewlet…

(Ernewidan, peykerên her sê birayan jî li qada herî fireh a Tiranê
danîne. Di heman demê de Cemal Paşa waliyê Sûriyê ye, li vir jî bi
qedexekirina Erebî namîne, elfabeya Erebî jî dike biguherîne û wek
Latînî tîp bi tîp ji hev cuda bide nivîsandin; lê ji bilî çend
ronakbîran, ji ereban ji kesî ti deng dernakeve)

Ez bi têkoşîna azadiya vî gelî, ji Kurdistana Celadet Bedirxan hesiyam;
dûvre min hinek vekoland, dît ku, ew heşt salan bê rawestin li ser
girîngiya ziman dinivîsin û di her hejmarî de çalakî û nêrînên xwe û
yên gel radigihînin raya giştî…

Ev yek bo afirandina rojevek neteweyî û bo têgihîştina girîngiya
çapemeniya neteweyî nimûneyek pir palkêş e.

Heke wê çaxê, wek îro li me Kurda dikin; Osmanî xwedî çapemeniyek xurt
bûna û alîkî Ernawidan ber bi xwe ve bikişandina, serhildana vî gelî an
wê têk biçûya, an jî wek ya me pir bi derengî biketa…

Îcar werin ser malmîratiya me...
Hûn jî dizanin xeynî Roj Tv û çend televîzyonên me yên bi navgîniya
satelîtên biyaniyan weşanên xwe dikin, em ne xwedî medyakek xurt û
bihêz in...

Piraniya gelê me ji xizniyê dibe , ji nezaniyê dibe, ji xemsariyê dibe
ji van televîzyonan jî bêpar e ...

Çapemeniya me ya nivîskî jî ji hêla kartelên belavkariyê yên serdestan
ve nayên belavkirin. Dem bi dem bên belavkirin jî, bi qewlê Ehmedê
Xanê; ji ber ku em “li siwadê (nivîs) çavnas” nînin,
ên çavnas jî heyran û qurbana rojnameyên biyaniyan in; bi têra xwe nirx
û qedrê rojnameyên xwe nagrin, wan nastînin, naxwînin; ew jî ji qudûman
dikevin dilewizin, dilewitin, nikarin rojnamevanên profesyonel
bixebitînin û peywira xwe torelî bînin cih...

Bi hezaran kul û keserên me yên neteweyî an veşartî mane,
An bi destê qelemşûrên serdestan bi awakî berovajî hatine ragihandin,
An di nav rûpelên rojnameyên me yên bi çar-pênc hezaran çapkirî û
belavkirî de bi hêstirên çavên me rebenan şil bûne; bê ku kes pê bihese
winda bne çûne...

Mînakek bo girîngiya afirandina rojeva Kurdî;

Zarokên me bi salan kevir avitin dagirkeran...
Me di serî de qet nekir rojeva xwe; serê xwe pê neêşand.
Bi sedan hatin zîndankirin,
Çendikî şûn de, me di ber xwe de, di çapemeniya xwe de got; “ew zarok
in, destekî goşt in; nezan in; guneh in...

Di girtîgehan de êdî bo tînerciyan cih nema bû, bazar li rojnamevan û
siyasetmedarên Tirka teng bubû; ji tirsan newêrîbûn ji mal û karxaneyên
xwe derkevin; di medyaya Tirk de xwedê giravî ronakbîrên wan ên
dilşewat derketin gotin; “zarokên Kurd, kevir avitinê wek leyistok
dizanin...”
Ew gotin; “ev zarok ji travmaya şer nexweş in, nexwendî û nezan in;
zarokên kolanan in; ên bixwedî di nav malbatên hejmarkî giran de bê
hezkirin û bê şewqet in ”
Gotinên wan li xweşa me jî çûn. Me bi çepik û bi tilîliyan ew
rojnamevan û pîspor û ronakbîr û siyasetmedaran pîroz kirin.

Di rastiyê de ev rojev ji hêla dagirkeran ve hatibû destnîşankirin; em
jî li ber bayê wan ketin...
Rastî çibû?
-Ew zarokên me yên welatparêz ên herî ji dil û can bûn...
-Ew ne nexweş; zarokên herî “baqil û maqûl ên Kurda” bûn...
-Ew xwedî nasname û kesayetiya xwe bûn...
-Ew adrês û wateya kevirê xwe baş dizanibûn...

Me gere bigota ne ew ; zarokên me yên em dikin nakin “kevir navêjin”
nexweş in...
Ew, nezan û perîşan in...
Ew, bê ziman û bê nasname, sûtalên kolanên metropolan in...
Ew tînerkêş û balîkêş û tîryakkêş in...
Ew diz û qapqaççiyên bajaran in...
Ew di dibistanên Tirko de wek reşikên di nav çermsipiyan de stûxar in;
ji sedî 90’ê wan, an di xwendinê de neserkeftî, an fîrarê dibistanan
in...

Zarokên me yên kevir navêjin û diçin dibistanên we û bi zorî
biserdekevin û dixwînin, ji bela bênasnametiyê, şermok û lerizok in ;
ji rastiya gelê xwe pirî dûr in; qul tune bikevin; ji xelkê re masîgir;
ji xwe re kûsîgir in. Kesayetiya wan şikestî, zimanê wan heliyayî, bo
pêşerojê bêhêvî û bê bendewarî ne...

Dawiya dawîn divê em ji sikura zarokên xwe yên “keviravêt” bikevin û ên
“kevir neavit” bînin rojevê...

Medyayaya neteweyî; li ber bayê serdestan neketin e...

23 Îlon 2010
Mamoste Marûf

--
9/22/2010 02:21:00 PM tarihinde mamoste maruf tarafından umrê çûyî
cardin nayê adresine gönderildi

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik 
nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u 
ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze 
hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. 
 -  Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu 
yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. 
Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. 
Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger 
Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap