*Brêz Marûf, * *Dibe min şaş fêm kiribe ji nivîsara te, min bi ken derheqa kemalizmê de hinek bi sîtem bersivandibû. Hûn ne tê de lê belê ez baş dizanim hinek kes me wek canîya nû hîmê siwarbûnê dikin, wisa jî me ber bi hezkirina kemalizmê di çerixînin. Berteka min dibe ji vî sedemê be, min tu tawanbar nekir tu mebesteke min ê wisa tunebû; biborîne.* ** *Neyarê Kurda ê herî mezin, diktator, zorbaz, nijadperest Misto Kemalbû. Bi we diyare, ew kesê pesnê Misto Kemal dide, tehfîl dike kifşe. Ji xwe sîya wê kemalizmê kete ser têkoşîna 'çepgir'an malik li çepgiran mîratbû, hîna jî nikarin pişta xwe rast bikin. Di salên 70'yî de rihmetîyê Abdurahman DURE di hilbijartinê de di CHP de namzet bû, îcar xwe bi ' Kurdîbûna Ecevît" di parast. Niha jî ew kes 'demokrat'bûna Misto care carek tîne holê, di parêze acisî ya min jî wî ye. Kurd bi xwînî ji bin tesîra kemalizmê xilasbûn êdî tu kes nikare kemalizmê bi me Kurda şêrîn bide nîşan kirin û ev ne heqê tu kesekî ye jî...* ** *Digel silav û rêz.* **
2010/9/23 mamoste maruf <[email protected]> > [www.mamostemaruf.blogspot.com] > Gava ez dinivîsim, tirs û hêrsa min a herî mezin xwendekarên kurdînezan na, > "xwendekarên nîvcozana yên Kurdî û Tirkî ne..." Tu, çi di mejî de hebe didoşî > didî ber wan ew di nav wî şîrê helal de mîza xwe ya xalî dikin, diherimînin > û kevçîkî jî dirêjî te dikin dibêjin; "bihna mîzê ji şîrê te tê..." > > Di nîvîsa xwe ya çend roj berê ya di koma Diwanxaneyê de, min analîza > çapemeniya Kemalîst kiribû û bo Radîkalê gotibû: Radikal; rûyê demokrat ê > Kemalîzmê ye. Hevalek pir hêja, xwedê giravî bersîv daye min; bi zimanekî > tûj êrişî min dike û bi ser min de diqîre dibêje: Mamoste tu Kemalîstan re > dibêjî demokrat in! > Rebiyo, tu sebrê bidî min û hemî xêrxwaz û dilşewatên Kurdan û nehêlî ku ew > ji ber nezantiya hin kurdan hiş û aqil winda bikin... > > Xwedêyo, tu, vê nexweşiya me ya bêderman a ez dibêjim " nexweşiya bêzimanî" > ji nav me rabikî, bo xatirê şehîdan tu me jî bikî ji wan netewên ji hevûdu > fêm dikin... > *** > Konstantîn Sîmonov, ronakbîr û wezîrê çandê yê Sovyetan ê di salên > 1950'yan, di pirtûka xwe ya bi sernavê " Bi salan û bi riyan berê" de dibêje > : "Dewletek fûzeyek nûkleerî bavêje dewleteke din, heta çapemenî pê nehese > şerekî navneteweyî dernakeve. Loma çapemenî ji çekên nûkleer jî bihêztir e." > > Medya amûrek ewqas mezin e ku bêyî wê çi siyaset, çi şer, çi aşitî, çi > aborî, çi zanist; ti qencî û ti neqencî nabe... > > Heke mirov bi çavekî neteweyî lê binêre û bi baldarî li ser hûrûkûr bibe, > wê çaxê têderdixe ku bê medyayek neteweyî girseyên mirovan ti car nabin > netew; an, netewek bê medya naxirek bê ser û ber; bê armanc û bê pergal e... > > Em bala xwe bidin Şoreşa Fransî ya rê li ber netewbûnê vekir, dê em ê rastî > rojnameyên Fransî yên xwedî tirajên herî bilind ên Ewropayê bên... > > Li sedsala 19'an a Dewleta Osmaniyan binêrin; netewên ku dora pêşî ji > Osmaniyan veqetiyabûn teqez xwedî çapemeniyên xurt bûn... Bi taybetî jiber ku > li pêvajoya me ya dawî jî tê, ez ê tekoşîna azadiya gelê Ernawit bînim bîra > we. Ronakbîr û rojnamevan û ferhengnivîsê Osmanî "Şemsedîn Samî" ( bavê Alî > Samî Yen) û birayên wî, gelek beriya "Kurdistan"a me ya Celadet Bedirxan ew > jî rojnameyek diweşînin û roj bi roj bi deh hezaran li tevahiya Albanyayê > belav dikin. > > Ew, gelê Ernawit di warê perwerdehiya bi zimanê Ernawit de şiyar û serwext > dikin. > > Gel, bi tevahî pergala perwerdehiya Osmaniyan ( wan salan Îtîhadiyan kiribû > Tirkî) protesto dike û di nav gelên misilman de cara ewil xwe ji nav dest û > lepên Osmaniyan rizgar dike; dibe xwedî dewlet... > > (Ernewidan, peykerên her sê birayan jî li qada herî fireh a Tiranê danîne. > Di heman demê de Cemal Paşa waliyê Sûriyê ye, li vir jî bi qedexekirina > Erebî namîne, elfabeya Erebî jî dike biguherîne û wek Latînî tîp bi tîp ji > hev cuda bide nivîsandin; lê ji bilî çend ronakbîran, ji ereban ji kesî ti > deng dernakeve) > > Ez bi têkoşîna azadiya vî gelî, ji Kurdistana Celadet Bedirxan hesiyam; > dûvre min hinek vekoland, dît ku, ew heşt salan bê rawestin li ser girîngiya > ziman dinivîsin û di her hejmarî de çalakî û nêrînên xwe û yên gel > radigihînin raya giştî... > > Ev yek bo afirandina rojevek neteweyî û bo têgihîştina girîngiya çapemeniya > neteweyî nimûneyek pir palkêş e. > > Heke wê çaxê, wek îro li me Kurda dikin; Osmanî xwedî çapemeniyek xurt bûna > û alîkî Ernawidan ber bi xwe ve bikişandina, serhildana vî gelî an wê têk > biçûya, an jî wek ya me pir bi derengî biketa... > > Îcar werin ser malmîratiya me... > Hûn jî dizanin xeynî Roj Tv û çend televîzyonên me yên bi navgîniya > satelîtên biyaniyan weşanên xwe dikin, em ne xwedî medyakek xurt û bihêz > in... > > Piraniya gelê me ji xizniyê dibe , ji nezaniyê dibe, ji xemsariyê dibe ji > van televîzyonan jî bêpar e ... > > Çapemeniya me ya nivîskî jî ji hêla kartelên belavkariyê yên serdestan ve > nayên belavkirin. Dem bi dem bên belavkirin jî, bi qewlê Ehmedê Xanê; ji ber > ku em "li siwadê (nivîs) çavnas" nînin, > ên çavnas jî heyran û qurbana rojnameyên biyaniyan in; bi têra xwe nirx û > qedrê rojnameyên xwe nagrin, wan nastînin, naxwînin; ew jî ji qudûman > dikevin dilewizin, dilewitin, nikarin rojnamevanên profesyonel bixebitînin û > peywira xwe torelî bînin cih... > > Bi hezaran kul û keserên me yên neteweyî an veşartî mane, > An bi destê qelemşûrên serdestan bi awakî berovajî hatine ragihandin, > An di nav rûpelên rojnameyên me yên bi çar-pênc hezaran çapkirî û belavkirî > de bi hêstirên çavên me rebenan şil bûne; bê ku kes pê bihese winda bne > çûne... > > Mînakek bo girîngiya afirandina rojeva Kurdî; > > Zarokên me bi salan kevir avitin dagirkeran... > Me di serî de qet nekir rojeva xwe; serê xwe pê neêşand. > Bi sedan hatin zîndankirin, > Çendikî şûn de, me di ber xwe de, di çapemeniya xwe de got; "ew zarok in, > destekî goşt in; nezan in; guneh in... > > Di girtîgehan de êdî bo tînerciyan cih nema bû, bazar li rojnamevan û > siyasetmedarên Tirka teng bubû; ji tirsan newêrîbûn ji mal û karxaneyên xwe > derkevin; di medyaya Tirk de xwedê giravî ronakbîrên wan ên dilşewat > derketin gotin; "zarokên Kurd, kevir avitinê wek leyistok dizanin..." > Ew gotin; "ev zarok ji travmaya şer nexweş in, nexwendî û nezan in; zarokên > kolanan in; ên bixwedî di nav malbatên hejmarkî giran de bê hezkirin û bê > şewqet in " > Gotinên wan li xweşa me jî çûn. Me bi çepik û bi tilîliyan ew rojnamevan û > pîspor û ronakbîr û siyasetmedaran pîroz kirin. > > Di rastiyê de ev rojev ji hêla dagirkeran ve hatibû destnîşankirin; em jî > li ber bayê wan ketin... > Rastî çibû? > -Ew zarokên me yên welatparêz ên herî ji dil û can bûn... > -Ew ne nexweş; zarokên herî "baqil û maqûl ên Kurda" bûn... > -Ew xwedî nasname û kesayetiya xwe bûn... > -Ew adrês û wateya kevirê xwe baş dizanibûn... > > Me gere bigota ne ew ; zarokên me yên em dikin nakin "kevir navêjin" nexweş > in... > Ew, nezan û perîşan in... > Ew, bê ziman û bê nasname, sûtalên kolanên metropolan in... > Ew tînerkêş û balîkêş û tîryakkêş in... > Ew diz û qapqaççiyên bajaran in... > Ew di dibistanên Tirko de wek reşikên di nav çermsipiyan de stûxar in; ji > sedî 90'ê wan, an di xwendinê de neserkeftî, an fîrarê dibistanan in... > > Zarokên me yên kevir navêjin û diçin dibistanên we û bi zorî biserdekevin û > dixwînin, ji bela bênasnametiyê, şermok û lerizok in ; ji rastiya gelê xwe > pirî dûr in; qul tune bikevin; ji xelkê re masîgir; ji xwe re kûsîgir in. > Kesayetiya wan şikestî, zimanê wan heliyayî, bo pêşerojê bêhêvî û bê > bendewarî ne... > > Dawiya dawîn divê em ji sikura zarokên xwe yên "keviravêt" bikevin û ên > "kevir neavit" bînin rojevê... > > Medyayaya neteweyî; li ber bayê serdestan neketin e... > > 23 Îlon 2010 > Mamoste Marûf > > -- > 9/22/2010 02:21:00 PM tarihinde mamoste maruf tarafından umrê çûyî cardin > nayê<http://mamostemaruf.blogspot.com/2010/09/wate-u-giringiya-medyaya-neteweyi.html>adresine > gönderildi > > -- > - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke > ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki > azad bir u ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen > reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin > an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. > - Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu > yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her > millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. > Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler > onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda > Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: > http://groups.google.com.tr/group/diwanxane > -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. - Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
