Carekê ji xwe re li malpera me ya nû (Blog) binêrin):

http://cankurd.wordpress.com

Li gel silavan / Grüsse / BESTS/ Salamat
Têldest: (+49) 163 869 81 59
Navnîshan: DUSK, P.O.Box: 410 120, 53023 Bonn, Germany
Cankurd







________________________________
Von: dicle fırat <[email protected]>
Gesendet: Donnerstag, den 23. September 2010, 6:13:09 Uhr
Betreff: {Diwanxane} Konferansa Kurdistanî.../ Dostên hêja, ez nerînên xwe yên 
di derheqa Konferansa Kurdistanî de bi we re parve dikim.


Konferansa Kurdistanî li dijî berjewendiya Dewleta Federe ya Kurdistanê û 
neteweya kurd e…
 
Îbrahîm GUÇLU
([email protected])

Konferans û Kongreya Kurdistanî bi deh salan e ku li Kurdistanê tê minaqeşe 
kirin û ji bona lidarxistina wê hewil tê dayîn. Hezar mixabin di vê pirsê de 
dîsa deh salan e ku encam jî nayê girtin. Lê li ser sedemên vê jî nayê 
sekinandin û loma jî her demê ji ciyekê tê dest pê kirin lê li ciyekî din ev 
xebata tê rawestandin. Pişt re jî her rêxistineke Kurdistanê hevdu tewanbar 
dikin. Di van demên dawî de jî dîsa bi pêşniyara PKKê/BDPê pirsa konferansa 
kurdistanî ya navneteweyî hat rojevê. Heyeteke wan a di bin serokatiya Ehmed 
Turkî de ew pêşniyara ji serokê Dewleta Federa ya Kurdistanê Mesud Berzanî û 
serokkomarê Iraqê Celal Talabanî re pêşkêş kir. Di encama hevûdîtinan de, ji 
aliyê PKKê/BDPê hat diyar kirin ku terefa Dewleta Federe ya Kurdistanê di vê 
pirsê de êrînî ye. 


Rastî jî dema ez rewşa PKKê/BDPê, bi taybetî jî rewş û berjewendiya Dewleta 
Federe ya Kurdistanê, ceribandinên xebatên li ser kongre û konferansê 
Kurdistanê 
ji çav derbas dikim, ev agahdariya ji bona min rast xuya nake. Di heman dem de 
ev agahdariya li dijî berjewendiya dewleta federe ya Kurdistanê xuya dike.

*****

Rastiyek heye ku Kurdistan çar parçe ye. Dema ku li parçeyek û beşek Kurdistanê 
tevgera neteweyî diqewime, dewletên kolonyalîst (Îran, Iraq, Tirkiye, Suriye) 
li 
hemberî vê tevgerê bi hev re tevdigerin û ji bona ku pêşiya wê tevgerê bê 
girtin 
û ev tevgera li ser beşên din bandor û tesîr neke di navbeyna xwe de tîfaq û 
eniyên leşkerî, siyasî, dîplomömatîq pêk tînin. Divê ku li hemberî van dewletên 
kolonyalîst jî rêxsitin û partiyên Kurdistanê di nav xwe de tîfaq û koalîsyon û 
blok û eniyan pêk bînin. 


Hezar mixabin ceribandin nîşan didin ku dewletên kolonyalîst gelek bi hêsanî di 
nav xwe de tîfaq û eniyan pêk anine, rêxistin û partiyên Kurdistanê nikariye bi 
hevre tîfaq, enî, koalîsyon, blokan ava bikin. Ev yeka jî bê sedem nîne û ji 
bêaqilbûna kurdan jî naye. Ji bona pêknehatina enî û bloka kurd sedemên cidî 
hene.

Dewletên kolonyalîst ji aliyê berjewendiya giştî û taybetî de xwediyê pozîsyon 
û 
helwesteke mişterek in. Hezar mixabin rêxistin û partiyên Kurdistanê her çiqas 
di çarçewa berjewendiya giştî ya neteweyî de xwediyê helwesteke mişterek in jî, 
di çarçewa berjewendiyên taybetî de ji hev dûr in. Loma jî bi hev re nikarin 
enî 
û tîfaqan pêk bînin. Dewletên kolonyalîst xwediyê formeke diyar in û di encamê 
de dewlet in. Her dewletek kêm û zêde ji aliyê berjewendiyan de wek hev tev 
digerin. Di heman dem de dema ku li hemberî tevgera kurd li parçeyekê 
helwesteke 
mişterek û tîfaqekê pêk tînin, problemek der nakeve. Kes û dewletek jî ji 
tîfaqên wan re îtiraz nakin. 



Lê rewşa hêzên Kurdistanê wusa nîne. Wek mînak di salên 1970yî û 1980yî de dema 
ku xebata konferans û kongereyên kurdî pêk dihatin, rewşa her parçeyekî, bi 
taybetî jî rewşa rêxistin û partiyên kurdan çibûn, divê em wê yekê binin ber 
çav.

Wê demê hîç rêxistin û partiyek li Kurdistanê desthilatdar nebû. Her parçeyê 
Kurdistanê wek statu wek hevûdû bûn. Di vê pirsê de pirsgirêk tune bû. Lê hezar 
mixabin wê demê li her parçeyek Kurdistanê rêxistin û partiyan pêwendiyên wan 
bi 
dewletên kolonyalîst re hebûn. PDK Iraqê û YNKê bi Îran û Suriyeyê re, PDK a 
Îranê û Komeleya Zehmetkêşan bi Iraqê re, PKKê bi İranê, Iraqê, Suriyeyê, 
Tirkiyeyê re xwediyê pêwendiyên siyasî û maddî bûn. Dema ku di navbeyna hêzên 
Kurdistanê de konferansek û kongreyek dihat rojevê, her çiqas ev sedema û 
pozîsyona wek asteng nedihat nîşan dan jî, ev rewşa dibû sedem ku di navbeyna 
rêxistin û partiyên Kurdistanê de tîfaq çê nebin û enî û koalîsyon ava nebin. 
Rastî jî ev xebata Kongreya Kurdistanê ya di sala 1979-an de dest pê kiribû, 
girêdayî vê sedemê û girêdayî şerên di nav rêxistinên Kurdistanê de neçû serî û 
encam jê nehat girtin. 


Helbet rewş, helwest, qerektera rêxistin û partiyan jî di pirsa kongreya 
Kurdistanê de astengî derdixist holê. Ev qarektera îdeolojîk ya rêxistinên 
Kurdistanê gorî şertên dema şerê sar, dijitiya sîstema sosyalîst û sîstama 
kapîtalîst/demokrtatîk jî şikil digirt. Pêwendiyên bi wan sîsteman re jî, 
cûdebûnek û dûrbûnek dixist nav rêxistin û partiyên Kurdistanê. 


*****

Dema ku em îro rewşa Kurdistanê, rêxistin û partiyên Kurdistanê şirove bikin, 
rastiyên din derdikevin holê. Divê gorî wan rastiyan rewş bê şirove kirin û 
gorî 
wan rastiyan di navbeyna rêxistinên Kurdistanê de konferans û kongreyeke 
neteweyî pêk tê û an naye, bê diyar kirin.

Divê qonaxeyê de statuya her parçekî kurdistanê ji hevûdu cûda ne. Li Başurê 
Kurdistanê ji aliyê statûyê de guhertinek bingehî pêk hatiye. Li Başurê 
Kurdistanê kurd desthilatdar in û li Kurdistanê dewleteke federe ava bûye, 
meclîs û hikumeta Kurdistanê û hêzên leşkerî yên Kurdistanê hene. Di vê 
qonaxeyê 
de ji berjewendî û helwesta partiyên Başurê Kurdistanê nayê qal kirin. Ji 
berjewendî û helwesta hikumetê û deweleta federe dê bê qal kirin. Loma jî di 
Konferansa Kurdistanî ya Navneteweyî de li Başurê Kurdistanê hikumet û dezgehên 
dewleta federe teref in. Li Bakurê, Rojhilata Kurdistanê û Başurê-Rojavayê 
Kurdistanê statuyek ji kolonyalîstî paşvetir û heta dikarim bibêjim ku statuyek 
tune ye. Li Bakurê Kurdistanê hêzek PKKê/BDPê gelek xurt e, rêxistin û partiyên 
din di nav gel de tiştekî temsîl û îfade nakin. Li Rojhilata Kurdistanê PDK 
Îranê û Komele, li Başurê-Rojavayê Kurdistanê 13 rêxistin û partî hene.

Li her beşekî Kurdistanê armancên her rêxistinekê ji hevûdu cihê ne. Li Başurê 
Kurdistanê, avakirina dewleta federe girîng e. Li Bakurê Kurdistanê PKKê/BDPê 
her çiqas li çend bajarên Kurdistanê desthilatdar e jî, armanca PKKê/BDPê gorî 
her şertekî tê guhertin. Armanca PKKê dûho “Komara Demokratîk ya Tirkiyeyê” bû, 
di vê qonaxê de jî, “Xweseriya Demokratîk” e. PKKê/BDPê bi ev armanca xwe 
neteweya kurd û Kurdistanê dike çend beşan. Di heman dem de PKKê, hem beriya 
2003an û hem jî piştî 2003-an dewleta federe ya Kurdistanê ava bû, ji dewleta 
federe re dijiminitî dikir. Li Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê hemû nebin jî, 
gelek rêxistinan dewletên federal û Kurdistaneke federe wek armanc pejirandine.

Ji aliyê metod û rejimên tên pejirandin jî, di navbeyna rêxistin û partiyên 
Kurdistanê de ferqên mezin hene. Dewleta Federe ya Kurdistanê riya aşitî û 
demokratîk, rejima demokratîk pejirandiye. PKKê hem bi şidetê bawer e, hem jî 
rêxistineke siyasî û demokrat jî nîne. Partiyeke otorîter û faşîzan e. PKKê bes 
li Bakurê Kurdistanê ne û di heman dem de li Rojhilata Kurdistanê û Başurê 
Rojavayê Kurdistanê jî xwediyê problemên ne maqul û ne rasyonel e.

Problemeke din ya mezin jî ew e ku PKKê dixwaze li hemû beşên Kurdistanê bibe 
desthilatdara siyasî û leşkerî. Loma jî hemû beşên Kurdistane rêxistinên xwe 
avakirine, dixwaze li hemû Kurdistanê bibe bedîl. Ev jî dibe sedem ku di 
navbeyna rêxistinên Kurdistanê û PKKê de asteng, nekokî, heta şer derkeve holê.

Berjewendî û pêwendiyên hemû beşan jî, ji hevûdu cihê ne. Bi taybetî jî, 
berjewendî û pêwendiyên Dewleta Federe ya Kurdistanê û PKKê ji hevûdu cûda ne. 
Berjewendiya Dewleta Federe ya Kurdistanê dest dide ku bi hemû dewletên 
rojhilata navîn re, bi dewleta Îranê, Tirkiyeyê, Suriyeyê re pêwendiyan pek 
bîne. PKKê, bi hemû dewletên cîran re xwediyê problem e û heta beşekî re dijmin 
e. Desthilatdariya sivîl ya Tirkiyeyê (dewleta kûr her çiqas nebe jî), Îran û 
heta Suriye bi PKKê re di nav şerekî de ne. 


Pirsgirêke mezin ya din jî, PKK ê li Başurê Kurdistanê hêzek dagirker e. Her 
demê dema dewletên kolonyalîst xwestine, li hemberî Başurê Kurdistanê û Dewleta 
Federe ya Kurdistanê bi kar anîne. Di vê qonaxê de jî ev xeteriya dom dike.

Pirsa din ya girîng jî, PKKê, projeya Dewleta Tirk e. PKKê her demê xizmetî 
Dewleta Tirk kir û nûha jî xizmetî Dewleta Tirk dike. Bi PKKê re yekîtî raste 
rast ji dewleta tirk re xizmet dike û berjewendiya neteweya kurd li hemû beşên 
Kurdistanê bin pê dike.

*****

Ji bona van sedeman, di ev qonaxê û şertan de lidarxistina Konferansa 
Kurdistanî 
ya Nevneteweyî ya ku bi naveroke PKKê tê fikirandin mimkûn nîne. Dema ku bê 
lidarxistin jî, ne li berjewendiya neteweya kurd û bi taybetî jî ne li 
berjewendiya Dewleta Federe ya Kurdistanê ye. Ev konferansa ji bona Dewleta 
Federe ya Kurdistanê xeteriyên mezin tîne rojevê.

Divê Konferansa Kurdistanî ya Navneteweyî nayê bidarxistin. Dewleta Federe ya 
Kurdistanê gorî parametre û pîvanên xwe ji tevgera beşên din yên Kurdistanê re 
bibe alîkar û ji bona çareserkirina pirsgirêkên wan beşan wek dewleteke kurd 
tevbigere. Wek rêxistinekê tevgerandina Dewleta Federe ya Kurdistanê, zerarek 
mezin dide Dewleta Federe ya Kurdistanê jî û tevgera Kurdistanê jî.

Enqere, 19. 09. 2010
-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik 
nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u 
ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze 
hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. 

-  Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina 
aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete 
saygili 
olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi 
savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki 
mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed 
Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane


-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik 
nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u 
ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze 
hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. 
 -  Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu 
yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. 
Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. 
Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger 
Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap