Ji weşanxaneya Alman kitêbeke Kurdî
Weşanxaneya Alman ya bi navê Reichert Verlag ji bo hînbûna zimanê Kurdî kitêbek weşand. Kitêba bi navê *Kurdisch kompakt* ji alîyê Abdullah Incekan, ku xêncî mamostetiya zimanê Almanî li zanîngeha Duisburg-Essenê dersên Kurdî jî dide, hatiye amade kirin. Pirtûk li gorî metod û dîdaktîka modern hatiye hazir kirin û di 19 ûnîteyan de bingehên gramer û rastnivîsana Kurdî hîn dike. Şêwirmendiya *Kurdisch kompakt*ê ji ûnîversîteya Duisburg-Essenê Dr. Rosemarie Neumann kiriye, ku bi xwe jî kitêbeke ji bo hînbûna Kurdî çap kiribû. Hemû perçeyên di pirtûkê de li ser Audio-Cdyekê hatine xwend û ev Cd jî wek dîyarî pê re tê dayîn. *Kurdisch kompakt* bi van xalan bala xwendevanan dikşîne: - Metnên ji jiyana Kurdan - Di binê her metnî de: me’neya kelîmeyan bi Almanî (kelîmeyên nû) - Gramer: Sîstematîk û gav bi gav (îzah bi Almanî) - Xebatên devkî û nivîskî - Îzahên li ser rastnivîsînê (îmla) - Îmkana gudarîkirina her metnî ji CDyê Pêvek: - Mifteya xebatên nivîskî - Ferhengoka Kurdî-Almanî - Ferhengoka Almanî -Kurdî - Herdu kokên fiîlan - Îndeks Hêjayî gotinê ye ku *Kurdisch kompakt* di 2009an de li Stenbolê bi Kurdî-Tirkî ji nav weşanên Nûbiharê derket û di nav demeke gelek kurt de çapa dudiyan kir. Ji bo zêde agahi: www.kurdihindibim.com. Abdullah Incekan Kurdisch Kompakt Lehr- und Übungsbuch mit Lösungsschlüssel und CD Reichert Verlag www.reichert-verlag.de ISBN 978-3-89500-720-0 2010, Broschur., 2150 x 149 mm, 50 s/w Abb. ca. 29,90 € -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. - Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
<<attachment: Kurdisch kompakt_klein.jpg>>
