From: [email protected] To: [email protected] Subject:SERDEMA NÛ YA XEBATÊN ATOLYEYÎ (Yeni Dönem Atölye Çalışmaları) Date: Thu, 30 Sep 2010 20:47:00 +0300 İleti metni SERDEMA NÛ YA XEBATÊN ATOLYEYÎ YENİ DÖNEM ATÖLYE ÇALIŞMALARI ATOLYEYA ŞANOYÊ / TİYATRO ATÖLYESİ LÎSTIKVANIYA BINGEHÎN / TEMEL OYUNCULUK DRAMATÛRJÎ û DÎROKA ŞANOYÊ / DRAMATURJİ ve TİYATRO TARİHİ ATOLYEYA SÎNEMAYÊ / SİNEMA ATÖLYESİ NIVÎSKARIYA SENARYOYÊ / SENARYO YAZARLIĞI ATOLYEYA TEMBÛRÊ / BAĞLAMA ATÖLYESİ ATOLYEYA GÎTARÊ / GİTAR ATÖLYESİ ATOLYEYA DEF Û PERKUSYONÊ / DEF ve PERKÜSYON ATÖLYESİ ATOLYEYA EDEBIYATA KURDÎ / KÜRT EDEBİYATI ATÖLYESİ ŞÊWIRA XWENDINÊ / EDEBİYAT OKUMALARI ATOLYEYA ZIMANÊ KURDÎ / KÜRTÇE DİL ATÖLYESİ SERLÊDANA DAWÎN / SON BAŞVURU 20.10.2010 İletişim: 0 (212) 244 97 89 Gsm: 0 (542) 493 10 03 [email protected] Adres İçin Kroki: http://www.yellowpages.com.tr/profile/MTUxMDU0OQ==/Seyr-i-Mesel-Playhouse.html#MapDivAnchor Adres: Şehit Muhtar Mah. İmam Adnan - Nane Sk. No: 5 K: 4 Beyoğlu/İSTANBUL Tel: (212) 244 97 89 www.seyrimesel.org/ www.seyrimesel.com E-mail: [email protected] ŞÊWIRA XWENDINA EDEBIYATA KURDÎ (Bernameya Rojeva Edeba Kurdî) 09.10.2010 (Şemî) Saet: 15:00 Piştî navberekê, "Şêwira Xwendinê" dîsa ji ciyê mayî dê bidome û emê dîsa li hev bicivin û bi xwendin û jêderkên xwe bi hev bişêwirin. Seyr-î Mesel, hemû xwendevan û xemxurên kurdî dawetî şêwira xwendinê dike. Hûnê di vê beşdarbûnê de pêrgî xwendin û çavdêriyên resen werin. Hûnê bi tevlêbûna xwe, deriyekî xwendinê vekin. Hûnê nerîn û ramanên xwe di atmosfereke kurdî de îfade bikin. Bi rexneyên xwendevanan re hûnê bi hêsanî tevlî şêwirê bibin. Di vê bernameyê de pispor nîne; her xwendevan pisporê/a xwendina xwe ye. Di derheqê berhem û mijarê de her xwendevan dikare hest û ramanên xwe bêje û binirxîne. Di çarçova pîvanên hurmetê de her tişt dikare were gotin û bilêvkirin û nîqaşkirin. Bi van mijar û berheman re dê xwendevan, xwe di nava Lîteratura Kurdî de bibîne û binirxîne. Berhemên heta niha hatine xwendin û bûne mijara "Şêwira Xwendinê" ev in: 1- Şivanê Kurmanca, Erebê Şemo 2- Mîrname, Jan Dost 3- Bendname, Remezan Alan 4- Gotinên Gunehkar, Hesenê Metê 5- Bîhoka Li Pişt Sînor, Arjen Arî 6- Soryaz, Diyar Bohtî Pêşniyariya ji bo destpêkirana "Şêwira Xwendinê" ya îsal jî, romana Şener Ozmen ya bi navê "Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî" (Lîs, 2010) ye. Di pêşeroja van civînan de, ji berhemên kurdî yên neqandî, dê her ji du hefteyan berhemek (pirtûkek) were hilbijartin. (Xwendevanên ku dê beşdar bibin dikarin ji bo xwendinê pêşniyarên xwe bikin.) Her xwendeyên kurdî dikarin beşdarî vê civînê bibin. Em li xwendevanên kurdî digerin; ku hûn jî di vê xwestekê de bin, bi tevlêbûna we şêwir û xwendin wê geştir bibe. Bi beşdarbûna we xwendevan û xemxurên kurdî dê ji hev agahdar bin û hevdu binasin. Bernameya civînê li jêrê hatiye rêzkirin. ŞÊWIRA XWENDINÊ (DI WÊJEYA KURDÎ DE ÇAVDÊRIYA XWENDEVANAN) Mijar: a. Rewşa Xwendavanên Kurdî û Kêşeyên (Problemên) Xwendina Kurdî b. Di Wêjeya Kurdî De Niqaşa Rojeva Romana Kurdî Berhem: Şener Ozmen "Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî" (Lîs, 2010) Dema Civînê: 09.10.2010 (Şemî) Saet: 15:00 Ciyê Civînê: Seyr-î Mesel Naverok û Rêbazên Civînê 1- Çarçoveya Nirxandina Wêjeyî a- "Şener Ozmen" (Huner û Wêje) b- Mijarên Berhemê Yên Sereke û Hêmayên Romanê c- Rabirdû û Kêşeyên Romana Kurdî d- Di Derheqê Berhemê De Çavderiyên Nivîskî 2- Nirxandina Xwendinê (Şêwira Xwendinê û Çavdêriyên Xwendavanan) a- Çîroka Berhemê û Lehengên Romanê (Navên Qarekteran) b- Derûniya Kesan û Taybetmendiyên Têkîliyên Kesên Romanê c- Jêgirtinên Berhemê (Minakdayîn) - Diyardeyên Xwendevanan d- Têbinîyên/Nerînên Li Ser Berhemê (Ziman,Teknîk, Şêwaz, Raman û hwd.) e- Şîroveya Berhemê (Mijarê) û Têbiniyên Nakokiyên Xwendevanan 3- Diyarkirina Berhem û Mijara Bernameya Xwendineke Din 4- Pêşniyarên Xwendevanan Jêrenot: Yen ku piştî "Şêwira Xwendinê" bixwazin di der heqê mijar û xwendinê de raman û dîtinên xwe yên nivîskî bikin, dikarin bi xwendevanan re par ve bikin. Yên ku pirtûk bi dest nexistibin, dikarin ji Seyr-î Meselê pêde bikin. Ji bo "Şêwira Xwendinê" û di der heqê mijarên hunerî de hûn dikarin bibin mevanê Seyr-î Mesel'ê. Ji bo civîna li piştiya "Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî"yê em şanoya Celadet Alî Bedirxan ya bi navê "Hevind" (1932) pêşniyar dikin. Ji bo vê pirtûkê hûn dikarin di civînê de fikrên xwe binîn ziman. Tel: 0 (212) 244 97 89 Gsm: 0 (542) 493 10 03 [email protected] Nexşeya ji bo navnîşanê: http://www.yellowpages.com.tr/profile/MTUxMDU0OQ==/Seyr-i-Mesel-Playhouse.html#MapDivAnchor Navnîşan: Şehit Muhtar Mah. İmam Adnan - Nane Sk. No: 5 K: 4 Beyoğlu/İSTANBUL Tel: (212) 244 97 89 www.seyrimesel.org/ www.seyrimesel.com E-mail: [email protected] -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. - Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
Seyr-i-Radyo.m3u
Description: audio/mpegurl
