MAFÊ HEYWANAN BINPÊ NEKIN !
Ez zanim wê ji we gelek bibêjin “ Me mafê mirova çareser kir ji
me kêm mafê heywana mabû ! “ Belê di nav jîndaran de ê pir tê
perçiqandin, ezîyet dibîne heywanin mixabin. Ev babet jî hewceye bê
zanîn û bê nirxandin ji bo mirovatî yê.
Çawa dewletan sîstemek li ser mirovan damezrandîye li wan
desthilatdarî yê dike, mirovan jî li ser heywanan sîstemek
damezrandiye. Mirovan bi her awayî ji heywanan ji bo berjewendîya xwe
fêde dîtîye, lê dîsa jî tu carî mafê heywanan ne parastine. Ji hêza
heywanan, ji goştê heywanan, ji postê heywanan, ji pûrta heywanan,ji
çermê heywanan, ji hêka heywanan, ji şîrê heywanan, ji hirîya
heywanan, ji mûyên heywanan, ji hestûyên heywanan heta ji pişkûl û
gûyê heywanan fêde dîtine. Bi vegotin fêde girtina heywanan nayê
gotin, hewce jî nîne; çimkî her kesek vana zane. Sed mixabin bi mafê
heywanan nezane.
Heywan jî aferîdeke, di cîhanê de xwedî mafe. Mirovê camêr,
xêrxwaz divê wek mafê mirovahî yê mafê heywanan jî binase û bi
parêze. Kesê li dij mafê heywanan ne rêzdar be hûn bawer bikin li dij
mafê mirovan jî ne rêzdare û ne dilsoze. Yek heywanek li cîhanê ne
zêdetî ye, gorî ahengê hatîye afirandin. Wexta cûreyek heywanan bê qîr
kirin, bê tunekirin; cûreyek din jê zerarê dibîne. Ahenga xwezaî xerab
dibe. Ekolojîya cîhanê yek alî têk diçe. Dîsa ji vî xesara mezin
mirov dibînin.
Bê sedem qesta kuştina heywanan nekin ! Nêçîrê bi sînor û bi
berpirsîyarî bikin !
Li heywanan êşkence û ezîyetê nekin !
Heywanan birçî nehêlin !
Bi heywanan re kirarîyên neçê nekin !
Ji heywanan hez bikin, ku ew jî ji we re bi xêr bin !
Digel silav û rêz . 7 Cotmeh 2010
Tevger ÇEKDAR
Nîşe: Hefteya mafe heywanan bu sedema vê nivîsarê bi kar anînê.
--
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik
nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u
ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine
qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze
hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin.
- Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu
yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz.
Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz.
Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger
Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane