*Brêz Marûf,* *Bersiva we bi dewlemendî bal kişande ser mijarê, ez sipasî ya we dikim. Serpêhatî ya we jî gelek baş hatîye vegotin û min jê sûd wergirt, dilê we sax be.* ** *Armanca min jî ew bû min çoyê xwe xişî kewara mozê kir ku moz hinek li dev dorê xwe mêzeke û bizanibe xeynî jîyana kewarê jîyanek din jî heye û xeynî wî jîndarên din jî dijîn. Dagirkeran xwezaya Kurdistanê bi topbarandinê û bi şewatê serobin kirin. Ekolojî ya welat jî ji van êrîşan para xwe hilda mixabin. 'Rovîyê sor' bi navê 'rovîyê Kurdistanê' hatîye tescîl kirin koka wî qelîya warê wî jî xerab kirin. Gurên devera me, lewirên din jî war guhertin ! Ev wêrankirina erdnîgarî ya me ye bê guman. Divê em ji bo van tiştan jî şîyar û zana bin ne wisa !* *Bi pêşgotinekî Çînî ez cardin balê bikşînim ser mijarê û xatir bixwazim. * ** *" Ev cîhan ne ê meye, me ji nebîyên xwe bi deynî wergirt " * ** *Gigel silav û rêz.* **
2010/10/10 sadi maruf <[email protected]> > *Silav birêz , Çekdar * > > Min nivîsa te ya derheqê heywanan de bi baldarî xwend. > > Parastina mafên lawiran bo mirovan merhaleyek pir bilind e. > > Ji ber van hest û nêrînên te ez te pîroz dikim. > > *** > > Nifirek merivên berê hebû, digotin; " Xwedê te bi nefsa canê te ve bilî > bike!" > > Dîsa digotin; filankes êdî şuhubiye( ketî ye, xurufî ye) , bi nefsa canê > xwe ve tenê bilî ye.( meşxûl e) > > > > Mirov dikare ev gotinan bi vî awayî şîrove bike; kesê ji dest û piyan > ketî, di warê derûniyetê de lawaz bûyî, hêviya xwe ji mirovan qutkirî, êdî > xeynî nefsa xwe bi candarên dî re têkilî danayne, di ser halê wan de nagirî, > hişê xwe nade ser rewş û hal û ehwalên wan. > > > > Hezar heyf e ku, gelê me, çi ji ber xizaniyê, çi ji nezaniyê, çi jî ji > ber serobino bûyîna rewşa civakî bi çar gavî ber bi "xwexwaziyek malkambax" > ve diçe. > > > > Xweziya em ji hevûdu re xêrxwaz bûna, çala hevûdu nekolanda... > > Xweziya bala me li ser xizan û belengazên me bûya; bila heywan jî bimana li > alîkî > > Derd û kulên me ne yek e ne dudu ne... > > > > Baweriya te bi Xwedê be, mirovên me yên evînadarên welat û gelê xwe ne, > > ên ku bi xizm û heval û hogirên xwe re baş in, wek mirovên ji çîna > bûrjûvaziya Ewropayê ji heywanan jî hez dikin, bi qasî yên mirovan, mafên > wan jî diparêzin... > > > > Di vî mijarî de dixwazim serpêhatiyeke xwe pêşkêşî we bikim... > > > > Ez û kurê xwe yê neh salî car caran çend kîlo pişik dikirin û di kolanan de > didin ber pisîkan... Bala min dikişîne li Stenbolê ên vî karî dikin bi > hezaran in û bi gelemperî kal û pîrên ji çîna bûrjûvaziyê , xwedî > perwerdehiyek bi qalîte, evîndarên huner û zanistê ne... Pir dirêj nekim, ev > çend sal in em xwe bi vî xêrê dixapînin lê, heta mehek berê min ti > Kurdek nedîtibû ku serê xwe bi vî karî re biêşîne... > > > > Rojek ji rojan dîsa em kolan bi kolan bo belavkirina pişikê li pisîk û > kûçikan digeriyan. > > > > Di ber Hotelekê "xwedî çar stêrk" re derbas dibûn ku çavên me bi çend > pisîkan ketin... > > > > Me dil kir em wan jî têr bikin... Kurik pirtîkî avitibû an neavitibû erdê, > min hew dît mirovek reş ê bejnzirav ê kincên ewlekaran( gûvenlîkçî) li xwe > kirî ji kulûbeya bi hotelê ve zeliqandî derket û bi tirkiyek "turkmancî" > ser lawik de qîriya û got: "wan goştan nede ber pisîkan!" > > > > Ez pirî qeherîm, di cihê xwe de miciqîm mam... > > > > Zilam kurdekî¸belengaz, pisîk jî bi qasî wî hejar û lawaz... > > Ew ji bo kerîkî nan mehkumê kulûmeyek biçûcik, ma nizane ferqa wî tune ji > van sewalên hûrik? > > > > Min di ber xwe de got Xwedêyo ev çi afat e bi ser me de hatiye! > > Ji me belengaztir ev pisîk hene, ên ku dilê wan bi wan naşewite dîsa em in! > > > > > Min bi zorî hêrsa xwe girt û heta karîbû bi dengekî nerm jê pirsa sedema > berteka wî kir. > > > > Dîsa bi tirkiya xwe ya devok- kurmancî li min vegerand: > > > > " -Xalo, min ew mezin kirine. Heta niha min goştê xav nedaye wan. Heyfa > wan e, kurm dikeve hûr û roviyên wan..." > > > > Min bê hemdê xwe stûyê wî hembêz kir. Pirsa welat û rwşa wî kir... Ew > Hemdîn bû; Hemdînê Qoserî... > > Bavê çar zarokan. Welatparêzekî jidil û can. > > Birayê şehîdekî. > > Digel jin û çar zarokên xwe, barê maliya birayê xwe û du sêwiyan jî dabû > ser milan. > > Ew jî têrê nekiribû pênc çêjikên pisîkê jî dabû ser... > > > > Min piştî ku ew î nas kir di serê min de ev bawerî hasil bû: > > Arîstokrasiya me jî, bûrjûvaziya me jî, şoreşgeriya me jî, caniktî û > camêriya me jî bi qasî welatparêziya me ye. > > Em bi vê baweriya xwe ya pîroz roj bi roj nêzîkî mirovatiyê dibin. > > > > Mamoste > Marûf > > > > > > > > > > --- En date de : *Sam 9.10.10, mîr Bedirxan rojkan < > [email protected]>* a écrit : > > > De: mîr Bedirxan rojkan <[email protected]> > Objet: RE: {Diwanxane} Mafê Heywanan Binpê Nekin! > À: [email protected] > Date: Samedi 9 octobre 2010, 12h23 > > > silav mamoste t.çekdar sipas bo nivîsate yê liser heywana xwedê ji te razî > be rehme li miryê te bî dest û dilê te sax bî (lê te evî nivîs nivîsî min bi > dengê bilind xwend û herdu gayê min bihîstin an ha min boykot dikin naçin > cot :)))) > > > Date: Thu, 7 Oct 2010 13:55:18 -0700 > > Subject: {Diwanxane} Mafê Heywanan Binpê Nekin! > > From: [email protected] > > To: [email protected] > > > > MAFÊ HEYWANAN BINPÊ NEKIN ! > > > > Ez zanim wê ji we gelek bibêjin " Me mafê mirova çareser kir ji > > me kêm mafê heywana mabû ! " Belê di nav jîndaran de ê pir tê > > perçiqandin, ezîyet dibîne heywanin mixabin. Ev babet jî hewceye bê > > zanîn û bê nirxandin ji bo mirovatî yê. > > > > Çawa dewletan sîstemek li ser mirovan damezrandîye li wan > > desthilatdarî yê dike, mirovan jî li ser heywanan sîstemek > > damezrandiye. Mirovan bi her awayî ji heywanan ji bo berjewendîya xwe > > fêde dîtîye, lê dîsa jî tu carî mafê heywanan ne parastine. Ji hêza > > heywanan, ji goştê heywanan, ji postê heywanan, ji pûrta heywanan,ji > > çermê heywanan, ji hêka heywanan, ji şîrê heywanan, ji hirîya > > heywanan, ji mûyên heywanan, ji hestûyên heywanan heta ji pişkûl û > > gûyê heywanan fêde dîtine. Bi vegotin fêde girtina heywanan nayê > > gotin, hewce jî nîne; çimkî her kesek vana zane. Sed mixabin bi mafê > > heywanan nezane. > > > > Heywan jî aferîdeke, di cîhanê de xwedî mafe. Mirovê camêr, > > xêrxwaz divê wek mafê mirovahî yê mafê heywanan jî binase û bi > > parêze. Kesê li dij mafê heywanan ne rêzdar be hûn bawer bikin li dij > > mafê mirovan jî ne rêzdare û ne dilsoze. Yek heywanek li cîhanê ne > > zêdetî ye, gorî ahengê hatîye afirandin. Wexta cûreyek heywanan bê qîr > > kirin, bê tunekirin; cûreyek din jê zerarê dibîne. Ahenga xwezaî xerab > > dibe. Ekolojîya cîhanê yek alî têk diçe. Dîsa ji vî xesara mezin > > mirov dibînin. > > > > Bê sedem qesta kuştina heywanan nekin ! Nêçîrê bi sînor û bi > > berpirsîyarî bikin ! > > > > Li heywanan êşkence û ezîyetê nekin ! > > > > Heywanan birçî nehêlin ! > > > > Bi heywanan re kirarîyên neçê nekin ! > > > > Ji heywanan hez bikin, ku ew jî ji we re bi xêr bin ! > > > > Digel silav û rêz . 7 Cotmeh 2010 > > > > Tevger ÇEKDAR > > > > Nîşe: Hefteya mafe heywanan bu sedema vê nivîsarê bi kar anînê. > > > > -- > > - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke > ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki > azad bir u ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen > reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin > an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. > > - Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu > yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her > millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. > Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler > onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda > Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: > http://groups.google.com.tr/group/diwanxane > -- > - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke > ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki > azad bir u ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen > reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin > an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. > - Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu > yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her > millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. > Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler > onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda > Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: > http://groups.google.com.tr/group/diwanxane > > > -- > - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke > ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki > azad bir u ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen > reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin > an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. > - Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu > yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her > millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. > Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler > onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda > Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: > http://groups.google.com.tr/group/diwanxane > -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. - Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
